‘Berxwedana jinan a gerdûnî di têkoşîna bi şîdetê re bû xwedî tecrube’

Aktivîstên jin ên Misirê diyar dikin ku di têkoşîna bi pêkanînên li dijî mafên jinan de hê riyeke dûr û dirêj heye û gotin ku têkoşîna li dijî şîdetê ya gerdûnî bûye xwedî tecrubeyek girîng.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Bi biryara ku di sala 1999’an de di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat girtin re her sal roja 25’ê Mijdarê weke roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan û Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdetê hat îlankirin. Roja 25’ê Mijdarê, ji bo jinan roja çalakiyên li dijî newekheviya zayendî, cudakarî, şîdeta nava malê, şer, netewperestî û pergala ku mafên jinan tune dihesibîne ye. Li cîhanê her sal bi milyonan jin di roja 25’ê Mijdarê de derdikevin kolanan, dirûşmên ‘ji şîdeta li dijî jinan re na’ diqîrin. Aktivîstên jin ên Qahîreyê jî behsa binpêkirina mafên xwe yên ji ber pergala baviksalar kirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û berxwedana li dijî vê yekê.

Koordînatora Weqfa Wekehvî û Pêşxistinê Edraak, Mona Hamida, diyar kir ku şîdet li tevahî cîhanê zêde ye û wiha got: “Li Misirê yek ji pirsgirêkên sereke zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan e. Qetilkirina jinan bûye yek ji bûyerên ku her dem dubare dibe. Niha saziyên civaka sivîl di xebatên xwe de destpêkê li ser dosyayên qetilkirina jinan disekinin, agahiyan berhev dikin û qeyd dikin û wan dosyayan dikin belge. Yek ji mijarên ku jin ji ber mexdûr dibin jî mafê mîrasê ye. Jinên ku mafê xwe yê mîrasê dixwazin û ji bo vê yekê têdikoşin tên qetilkirin û di demên dawî de ev bûyer zêdetir dibin.”

‘Hevkariya navneteweyî bû xwedî tecrubeya têkoşîna bi şîdetê re’

Mona Hamida bal kişand ku mijareke din jî şîdeta dîjîtal e û wiha domand: “Sûceke din jî ya ku bi riya teknolojiyê tê kirin jî şîdeta dîjîtal a şantajê ye. Ev êrîşa zayendî tacîz jî di nav de jin bi wê yekê rastî gelek cureyên şîdetê tên. Hinek jin tiştên dijîn venabêjin, sedema wê jî ji ber tirsa civakê ye. Ev yek dibe sedem ku gelek jin kiryarên binpêkirinê yên li dijî xwe îfşa nekin û nekevin raporan. Ev yek ji mijarên ku divê pê re têkoşîn were kirin û li ser were sekinandin e. Ji bo guhertinê divê xebat hebe. Kesên ku ji pêkanîna zagonan berpirsyar in divê bi sûcên bi vî rengî re têbikoşin. Divê destek ji jinan re were dayîn. Bi kampanyayên kolektîf diyar bû ku şîdet li tevahiya cîhanê heye. Hevkariya navneteweyî jî di têkoşîna li dijî şîdetê de tecrubeyek ava kir.”

‘Divê li tevahiya cîhanê têkoşîne were meşandin’

Dîrektora Avakirina Hewldana Deng û Piştgiriya Jinan, parêzer Noha Sayed jî got ku li gelek welatan şîdeta zayendî heye û wiha domand: “Hem li welatên Ewropayê hem jî li welatên Ereban mafên jinan tên binpêkirin. Di salên dawî de em dibînin ku şîdeta bi riya dîjîtal û ya nava zewacê zêde bûye û hinek sazî ji bo bi vê yekê re derkevin serî li mekanîzmayan digerin. Li welatên Ereb ên weke Tûnis û Îranê, çalakiyên li dijî binpêkirina mafên jin û zarokên keç tên lidarxistin. Ji ber ku zagon nayên pêkanîn û civak şîdetê normalîze dike, şîdeta li dijî jinan her diçe zêdetir dib. Ev rewş fikaran zêdetir dike û divê li dijî vê yekê têkoşîneke li tevahiya cîhanê were meşandin. Gelek jinên ku rastî şîdeta nava malê tên ji ber ku di warê aborî de derfetek wan tune ye li dijî vê yekê bêdeng dimînin.” 

‘Hişyarî zêde dibe’

Parêzera Dadgeha Temyîzê û raportora Komîteya Jinên Parêzer Helwan, Azza Hamed jî diyar kir ku li gelek welatên cîhanê di dosyayên şîdetê de bi awayê vekirî kêmasiya mewzûatê heye û divê zêdetir materyal werin pêşxistin. Azza Hamed got ku di pêvajoya dawî de ji bo jinan edalet pêk hatiye û bal kişand ku ev yek tenê bi jinên perwerde dîtine bi sînor nemaya, li herêmên gundewar û jinên ku ji gundên xwe derneketine jî şiyar bûne û bi mafên xwe dizanin. Azza Hamed got: “Tevî van hemû pêşketinan jî ji bo têkoşîna li dijî pêkanînên ku pê li rûmeta jinan dikin û mafên wan binpê dikin, riyeke dirêj a têkoşînê li pêşiya me ye.”

‘Valahiyên zagonî dibin sedem ku jin nikaribin gavan bavêjin’

Azza Hamed da zanîn ku hinek jin, ji aliyê bav, hevjîn û xizmên xwe ve rastî şîdeta fizîkî û derûnî tên û wiha bi dawî kir: “Jin ji ber nêrîna civakê an jî ji ber kêmasiyên di zagona ceza de, dema rastî şîdetê tên serî li riyên zagonî nadin. Li gorî Saziya Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî, hebûna tevgereke bi hêz û serbixwe ya femînîst, di avakirina polîtîkayeke gerdûnî ya li dijî şîdeta li ser jinan, fektora herî girîng e. Li sedî 78 welatan teahudên butçeya ku ji bo pêkanîna mewzûata şîdeta li dijî jinan hatiye veqetandin heye lê nayê zanîn ku van welatan vê butçeyê ji bo çi bi kar tînin.”