Berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' dewam dike

Çalakiyên ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribûn, di meha 5’an de bênavber didome.

Navenda Nûçeyan- Salvegera şoreşa 11’ê Sibata 1979’an ku bi bedelên mezin ji bo jinavbirina siyasetên antîdemokratîk, zulm, êşkence û aloziyên aborî di serdema padîşahiya Mihemed Riza Şahê Pehlewî de hat kirin, nêzîk dibe. Di vê pêvajoyê de şoreş ji rê û armancên xwe hate dûrxistin, bi hêza ku desthilatdarî bi dest xistibû, bi qasî serdema qraliyetê karekterek zordar û antîdemokratîk girtibû ser xwe.

 Tevî hemû zext, komkujî û îşkenceyan, salvegera şoreşa ku 44 sal berê pêk hat, bi serhildanên li dijî sîstemê ku bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" dest pê kir û 5 mehan dewam kir, tê pêşwazîkirin.

Duh di çalakiyên serhildanên gel ên li bajarên Shahrhai, Sinê, Saqqız, Mahabad, Kirmanşah, Dehghlan, Javanrud, Ilam, Urmia, Baneh, Bokan, Marivan, Kamyaran de hat destnîşankirin ku dê tola kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane bên hildan.

Li bajarên Sîstan û Belûçîstan, Yezd, Minab, Bucnûrd, Tehran, Kerec, Sarî, Reşt, Mazenderan, Meşhed, Îze, Kerman, Îsfehan, Tebrîz, Erdebîl, Şîraz û Ehwazê xwepêşanderan pankartên hikûmetê dan ber agir û peyam dan ku heya hikûmet neyê guhertin dê serhildan berdewam bike.