‘Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vegera Efrînê mîsoger dike’
Endamên Meclîsa Jinên Efrîn û Şehbayê anîn ziman ku bi pêşengiya jinan berxwedanek li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê kirin û gotin: “Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vegera Efrînê mîsoger dike.”

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Bi hatina rêveberiya demkî re ser desthildarara Sûriyeyê , rojane li deverên Sûriyeyê komkujî pêk tên. Li Peravê li ser gelê Elewî û li Suweydayê li Ser gelê Durzî, herî dawî li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi awayek hovane êrîşî xelkê dikin, niştecihbûnê hedef digirin û sivîlan ditirsînin. Li hember van êrîşan gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwadanek dîrokî nîşan dan.
Endamên Meclîsa Jinên Efrîn û Şehbayê derbar bûyerên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diqewimin ji ajansa me re axivîn.
Endama Koordînasiyona Meclîsa Jinên Efrîn û Şehbayê Sûzan Oso da zanîn ku êrîş ji aliyê rêveberiya demkî ve li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê kirin û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Ev zêdetirî 10 roj in rêveberiya demkî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kiriye. Gel di herdu taxan de berxwedanek bêhempa nîşan dide. Rêveberiya demkî eynî sîstema Rêjîma Baasê dimeşîne. Ew nahêle ne xwarin ne jî pêwîstiyên jiyanê derbasî taxan bibin. Di heman demê de di tevgerên gel de jî astengiyan derdixe.”
‘Em piştgiriya berxwedana Şêxmaqsûd û Eşrefiyê dikin’
Sûzan Oso diyar kir ku di Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hemû pêkhate li dijî siyaseten înkarkirinê li berxwe didin. Ev jî pirrengî û hevgirtina civakê dide pêş, di serî de jin pêşengiya vê berxwedanê dike û wiha got: “Şêx Meqsûd û Eşrefiyê cihê rûmet û berxwedaniyê ye, hemû pêkhate bi hevdu re dijîn û li berxwe didin. Ev jî hevgirtina gel li hember siyasetan nîşan dide. Em jî piştevaniya wan dikin û destek didin berxwedana wan ku heya mirinê em ê ji bo azadî û mafên xwe têbikoşin. Li hember hemû cureyên êrîş û astengiyan dê berxwedan bi serkeve.”
‘Pêwîst e çareseriyek ji koçberên Efrîn re jî bê dîtin’
Sûzan Oso derbarê Hevpeymana 10`ê Adarê de axivî û bi bîr xist ku yek ji bendên hevpeymanê, vegera koçberên Efrînê ye. Sûzan da zanîn ku lê dîsa jî rêveberiya demkî hevpeymanê bicîh nayne û wiha berdewam kir: “Pêwîst e çareseriyek ji koçberên Efrînê re jî bê dîtin ku bi ewle vegerin warên xwe. Divê rêveberiya demkî benden peymanê bin pê neke û wan bi cih bîne. Malbatên ku niha li Efrînê dimînin heya niha bi binpêkirin û kiryaran re dimînin. Mafên wan nayê parastin û bê piştevanî ne. Parastina gel ji erka rêveberiya demkî ye û divê xwedî li erka xwe derkeve ne ku êrîî gel bike. Em venager in Efrînê heya ku aramî neye peyda kirin.”
‘Şerekî ku zextên psîkolojîk li ser gel dimeşînin’
Sûzan Oso destnîşan kir ku rêveberiya demkî bi rê girtinan hewl dide psîkolojiya gel têk bibe û îradeya wan lawaz bike. Sûzan wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêwîst e riyên Heleb û Şamê werin vekirin. Gelek nexweşên penceşêrê, xetên bazirganiyê, xwendekarên zanîngehan û erebeyên sivîlan ji ber astengkirina rêveberiya demkî nikarin derbasî Şamê bibin. Şerekî ku zextên psîkolojîk li ser gel tê kirin e. Em Sûriyeyek ne navendî dixwazin. Pêwîst e rêveberiya demkî yek biryarî bide û çareseriyek ji tevahiya aloziyên Sûriyeyê re bê dîtin.”
‘Rêveberiya demkî polîtîkeyên rejîma Baas dimeşîne’
Arîn Bekîr jî da zanîn ku rêveberiya demkî polîtîkeyên rêjîma Baas didomîne û wiha axivî: “Li taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê hemû ol û pêkhate tên dîtin. Ev gel li hember sîstem û polîtîkeyên rêjîma Baas di sala 2013an de berxwedanek dîrokî li herdu taxan dan meşandin û bûn sembola têkoşînê. Rêveberiya demkî jî niha eynî siyaset û polîtîka dimeşînin. Em bawer in ku dawiya rêveberiya demkî jî dê wek rêjîma Baas be. Gel xwe birêxistin kiriye, Meclîs û Komînên xwe ava kirine û di aliyê leşkerî de jî xwe xurt kirine. Meclîs û hebûna jinan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatiye avakirin. Bi pêşengiya jinan berxwedanî tê meşandin. Berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, mîsogerkirina vegera gelê Efrînê ya ji Efrînê re ye.”