Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Qamişloyê hatin bibîranîn

Li bajarê Qamişloyê ji bo bîranîna pakrewanên berxwedana Amedê, bi dirûşma "Em bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê tekoşîna Avaşîn, Zap û Metînayê silav dikin" gaziyên şer meşiyan.

 
Qamişlo – Di salvegera 39'an a berxwedana zindanan a rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ku li dijî rejîma faşîst a 12'ê Îlanê hat lidarxistin. Gaziyên şer ên bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê têkoşîna Avaşîn, Zap û Metînayê silav dikin" bi meşekê girseyî têkoşerên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn. Meş ji çarxerêya şehîd Rûbar dest pê kir û li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî veguherî mîtingê. Her wiha di meşê de alên Rêxistina Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bi sedan welatiyên bajarê Qamişloyê beşdarî meşê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Endamê Federasyona Gaziyan, Dijwar Çiyager ve hat xwendin û daxuyanî jî wiha bû: "Şoreşa me ji destpêkê ve xeta sêyemîn ji xwe re esas girt. Li hemberî wê her tim êrîş hebû û heta niha jî heye. Li hemberî van êrîşan sekna  berxwedêr hat raberkirin. Dijminatiya Neteweya Demokratîk hat kirin. Di serî de jî Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra, DAIŞ û îtîlaf beramberî dunyayê jinan, zarok û mirovên temenê wan mezen direvînin û gelek ji wan dikujin, binpêkirinan dikin, li herêmên dagirkirî guhertina demografî dikin, tu kes dengê xwe nake. Ev nêzîkatiya cîhanê ku ji dewleta tirk re çavên xwe digrin, dide diyarkirin ku ew jî şirîkên dewleta tirk in. Ruxmî her tiştî bi hemû zehmetiyên xwe ve, ev şoreş gihîşt vê rojê û ev jî bi keda şehîdan û gelê me yê welatparêz bû. A din jî; divê gelê me yê Başûr li hemberî dagirkeriya tirkan serî rakin. Ger em li hemberî êrîşkarî û dakirkeriya tirkan nesekinin, tiştek bi navê Kurdan namîne. Ne Yekitiya Ewropayê, ne jî Neteweyên Yekbûyî wê dengê xwe nekin û tenê wê lê temaşe bikin. Berjewendiyên 
welatan beriya her tiştî ye. Lê em vê jî bibêjin em ê heta bêhna xwe ya dawiyê li hemberî her cure êrîşan li ber xwe bidin.
"Em ê dîsa wê çirûska azadiyê vêxin û hîn firehtir bikin"
Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Muhemed diyar kir ku ew ê dîsa çirûska azadiyê geş bikin û wiha got: "Bi berxwedana 14'ê Tîrmehê her çar parçeyên Kurdistanê bi yek dengî bang dikin, dibêjin bijî yekitiya gelê Kurd, bijî berxwedana zindanan û bijî berxwedana gelê li hemû qadan. Ji bo wê îro em li qadan in û ev yek jî parastina vê berxwedanê destnîşan dikin. Ruhê ku me ji 14'ê Tîrmehê girtiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar kir. Em bi xwe wekî Rêxistina Kongreya Star ji gelê xwe re dibêjin ku parastina Kurdistanê bikin û xwedî li hev derkevin. Îro em têkoşerên 14'ê Tîrmehê li vê qadê bi bîr tînin û ev yek jî girêdana me diyar dike. Berxwedana ku li Amedê hat meşandin, îro ew berxwedanî kêlî bi kêlî berdewam dike. Em careke din têkoşerên 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin û soza şopandina riya wan nû dikin."
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.