Berxwedan xelkê wargehê di roja 10’emîn de didome

Berxwedana xelkê wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya li dijî dorpeça arteşa Iraqê di roja 10’emîn de didome. Bi taybet leşkerên Iraqê hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest bi têl û kûleyan derdora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dorpêç bike. Gelê wargehê ji roja destpêke ya dorpeç vir ve li dijî vê hewldanê kon vedan û di berxwedana xwe de bi îsrar in. Berxwedana gelê wargehê di roja 10'emîn de didome.

Gelê wargehê 10 rojin şev û roj li dijî vê hewldanê di nava berxwedanê de ne, 10 roj in Leşkerên Iraqê bi israre û her roj hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Tevî di hemû hevdîtinan de Iraqê soz da ku ew ê dora wargehê têl nekin, lê her roja diçe isrartir dibin. Lê gelê wargehê jî li dijî vê îsrara têl kirinê, di berxwedanê xwe de bi biryar û îsrar in.

Hewildana desteserkirina bîra avê

Bi taybet leşkerên Iraqê dixwazin ava wargehê qut bikin, ji bo vê duh jî hewl dan dora bîra avê ya wargehê bigrin û desteser bikin. Carek din şêniyên wargehê li ber vê rawestiyan û nehiştin ava wan were qutkirin. Leşkerên Iraqê bi taybet berê xwe dide bîra avê û dixwaze avê bi temamî li ser xelkê wargehê qut bike.