Bertekên li hemberî êrîşan didomin

Di daxuyaniyên li ser êrîşa li dijî xebatkarên JIN TV yên dewleta Tirk hate kirin de, hate destnîşankirin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê gihiştine asta xeter.

Navenda Nûçeyan- Di 23’ê Tebaxê de li ser riya Qamişlo-Amûdê li nêzî gundê Til Şîîr ê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, balafireke bêmirov a çekdar a dewleta Tirk wesayîda xebatkarên JIN tv. hedef girt. Di êrîşê de xebatkarê JIN tv. Necmedîn Feysel jiyana xwe ji dest da, nûçegihana JIN tv. Delîla Egîd jî birîndar bû. Endama Meclisa Rêveber a JIN tev. Dîjel Îto diyar kir ku Delîla Egîd a hatiye emeliyatkirin niha di bin çavdêriyê de ye. Bertekên li hemberî êrîşê jî berdewam dikin.

‘Divê sûcdar bên darizandin’

Koordînatorê Bernameya Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn a Komîteya Parastina Rojnamegeran Şerîf Mesûr diyar kir ku ji ber êrîşa Necmedîn Feysel tê de jiyana xwe ji dest da û rojnameger Delîla Egîd jî birîndar bû, gelekî xemgîn in. Şerîf Mesûr got: “Divê dewleta Tirk a dagirker di demek kin de der barê vê êrîşê de lêpirsînê bide destpêkirin. Divê berpirsyarên vê yekê eşkere bike û ji sûcdaran hesab bipirse.”

‘Sûcên li dijî mirovahiyê gihîştine asteke xeternak’

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ev êrîş di encama têkçûna dewleta Tirk a ji aliyê gerîlayên azadiyê ve pêk hatiye û wiha hat gotin: “Sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, gihîştine asteke bi xeter. Dewleta Tirk rasterast sivîl û jinan dike hedef.”

‘Bêdengiya hêzên navneteweyî sûcan rewa dike’

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcan dike û bêdengiya hêzên navneteweyî sûcên dewleta Tirk a dagirker rewa dike.

Jin li Reqayê meşiyan

Civaka Jinê ya Zenûbiya, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan, Meclisa Jinên Sûriyeyê û ofîsên jinan ên partiyên siyasî jî li ber avahiya Civaka Jin a Zenûbiya ya Reqayê daxuyaniyeke hevpar dan. Endama Koordînasyona Meclisa Jinê ya Reqayê Zenûbiya Nesrîn El Hesen ku daxuyanî xwend, êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser şermezar kir. Nesrîn Hesen diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyek demokratîk e û mafên hemû pêkhateyan diparêze û got: “Dewleta Tirk a dagirker hemû peyman û prensîbên navneteweyî binpê dike.” Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên dewleta Tirk bîne.

PEN a Kurd jî êrîş şermezar kir û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku van êrîşan rawestîne.