Bertekên li dijî girtina hunermenda Îranî Taraneh Alîdoostî didomin
Ji girtina lîstikvana îranî Taraneh Alîdoostî re li asta kûrewî bertek hat nîşandan û daxwaza berdana wê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Biryara rayedarên Îranê ya girtina lîstikvan Taraneh Alîdoostî bû sedeama bertekên navneteweyî. Hunermend û jinên ji welatên cuda yên cîhanê saziyên çandê diyar kirin ku ev rewş tê wateya astengkirina azadiyan û tepisandina azadiya derbirîne.
'Dawî li zextan bimînin’
Duh Bîenalaya Venedîkê û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê ku saziyeke hunerî ya Îtalyayê ye, daxuyaniyekê ku banga demildest berdana Traneh Alidoostî dike weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina bi neheqî ya aktrîst Taraneh Alîdoostî, astekî din ê zextên tund û cezayên darvekirinê ye ku dewleta Îranê ji bo tepeserkirina xwepêşandanên aştiyane di rojên dawî de pêkanînê nîşan dide. Di daxuyaniya ku ji aliyê Bîenalaya Venedîkê ve hat dayîn de, hat daxwaz kirin ku demildest zextên li ser xwepêşanderan bên rawestandin û hat diyar kirin ku Bîenalaya Venedîkê û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê dê bi rêxistinên din re hevkariyê bike.
"Demildest berdin"
Nêzî 500 lîstikvan, derhêner û xebatkarên ku di qada sînemaya navneteweyî de dixebitin, ji bo demildest berdana lîstikvan Taraneh Alîdoostî ya ku ji ber piştgirîdayîna çalakiya protestoyî hatiye girtin nameyek vekirî nivîsandin. Di nameyê de wiha hat gotin: “Weke hemû welatiyên Îranê, Taraneh Alîdoostî jî xwedî mafê azadiya derbirînê û azadiya kombûne ye. Em bi wê re dinava piştgiriyê de ne û em demil dest daxwaza berdana wê dikin.”