Bertekên li dijî darvekirina aktîvîstên jin berdewam dike

Rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara darvekirina aktivîstên jin li Îranê şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan, desteyên hiqûqî, tevgerên jinan kirin ku dengê jinan bilind bikin.

Navenda Nûçeyan- Rêjima Îranê di 4'ê Tirmehê de li Şerîfe Muhammedî û di 23’ê Tîrmehê de li parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û cezayê darvekirinê birî. Rêxistinên jinan ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember vê biryarê bertek nîşan da û banga demildest rawestandina vê biryarê kirin.

Li dijî biryara darvkirinê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê daxuyaniyek da. Endamên sazî û meclisên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbya di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji aliyê seroka Desteya Jinan Wela El Nacî hate xwend.

Wela El Nacî bal kişand li ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qatilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku ji aliyê "polîsên exlaqê" yên Îranê ve di Îlona 2022`an de destpêkirî û got: "Ev serhildan hîna berdewam e. Cezayên darvekirinê yên li dijî Şerîfe Muhamadî û Pexşan Ezîzî beşeke siyaseta çewisandinê ya desthilata Îranê ya li dijî jinan dimeşîne."

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, desteyên hiqûqî û tevgerên jinan ên cîhanê hate kirin ku van sûcên hovane rawestînin û dengê jinan bilind bikin, pişgiriya azadiya wan a siyasî, çandî û civakî bikin.