Berteka li dijî êrişan: Divê em hemu xwedî helwest bin

Rojnamevan Hewar Mihemed êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Dewleta Tirk bê cûdahî êrişî gelê Kurd dike. Divê li dijî van êrişan em hemû bibin xwedî helwest.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye. Piştî ku peymana di navbera Tirkiye û Îraqê de hate îmza kirin ev peyman bi hedefgirtina wesayîta rojnamevanan kete meriyetê. Êrişên dewleta Tirk bi belefirên bê mirov û bi çek li dijî welatiyan zêde bû û di van êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Tenê di navbera 5 û 7’ê Îlonê de dewleta Tirk yek jê zarok 7 kesan qetil kir, ji serê salê ve 23 kesan qetil kir.

Rojnamevan Hewar Mihemed a bal kişand êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK û Iraqê bi dewleta Tirk re, destnîşan kir ku divê li hemberî êrişan helwestekî xurt a her kesî hebe.

‘Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dagirkeriyê didomîne’

Hewar Mihemed diyar kir ku qetilkirinên li Başûrê Kurdistanê bi destê navxweyî tê pêkanîn, ji derveyî êrişên dewleta Tirk li ser herêma Kurdistanê êrişî ser rojnamevanên azad jî tê kirin. Hewar Mihemed bal kişand di van êrişan de hedefgirtina rojnamegerên çapemeniya azad û wiha got: “Dewleta Tirk êrişî rojnamevanên azad dike. Di 8’ê tîrmrhê de rojnamevanên Çira Tv û Çira FM kir hedef, her wiha Nagihan jî kir hedef. Di 23’ê tebaxê de Gulistan Tara û Hêro Bahadîn kirin hedef. Bi hedefgirtinê xwest dengê azad qut bike. Dewleta Tirk ji dengê azadiyê ditirse, armanca wan tunekirina zarokên Kurd û rola Kurde. Ev xeta îxanetê li başûrê Kurdistanê bi aqlê dewleta Tirk kar dike. Du jinên ku li başûr hatin qetilkirin pêşengên jin û rojnamevantiya azad bûn. Herdû şehîd li gel hevkarên xwe rojane pilansazî digirtin ku çawa kar li ser xeta îxanetê bikin û ev sûc çawa li başûrê Kurdistan tên encamdan, ji bo ji civaka navnetewî re ragihinîn. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dagirkeriya xwe berdewam dike.”

‘Li dijî êrişan hewlest divê’

Hawar Mihemed bal kişand ser girîngiya helwesetkî xurt a li dijî êrişan û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dewleta Tirk niha êrişek berfireh li ser başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Bi riya tunekirina jîngeh, xak û valekirina gundan hewla dagirkirina xaka Kurdistanê dide. Divê rojnamevanên jin li dijî qetilkirina rojnamevanên azad bibin xwedî helwest. Ew êrişên niha li ser rojnamevanên azad tên pêkanîn, di pêşerojê de dibe ku li ser her kesê Kurd li başûrê Kurdistan pêkwere. Ew êşa ku malbata Hêro, Gulistan jiyan dike divê malbata her kesê Kurd jiyan bike. Li dijî van êrişan divê em helwesta xwe nîşan bidin.”