Berteka li dijî êrişan: Dê hevgirtin planên qirkirinê têk bibe

Şêniyên bajarê Hesekê bi pêkhatiyê xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek girsayî li dar xist. Li Amûdê û Dêrikê jî gel li dijî êrişan li qadan bû.

Hesekê – Ji şeva 23’ê Cotmehê ve dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê didomîne. Di êrişên ku heya niha li gor daxuyaniyên fermî jin û zarok jî di nav de 17 welatî hatin qetilkirin, nêzî 63 welatî birîndar bûne. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro gelê bajarê Hesekê bi pêkhatiyê xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen meşek girsayî li dar xist.

Di meşê de endam û rêvberên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û Hêza Parastina Civakê (HPC) amade bûn. Meşvan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bimre xiyanet bijî yekîtiya gelan” hilgirtin.

‘Dê hevgirtina gelan planên qirkirinê têk bibe’

Meş ji çarxereya Kevokê despê kir û li ber çarxereya Şehîd Serhed a taxa Miftî ya bajarê Hesekê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Meclisa Bajarê Hesekê Helîma Ehmed axivî û tekez kir ku dê hevgirtina gelê herêmê planên qirkirinê têk bibe û wiha domand: ”Me wekî pêkhateyên herêmê hebûna xwe di sîstema Rêveberiya Xweser de dît, ji bo wê bi hevre û bi hevgirtina hemû pêkhateyan di bin vê sîwanê de xwe birêxistin kir. Êrîşên ku dewleta Tirk li ser herêma me pêk tîne êrîş li ser hemû pêkhateyan e. Bi van êrîşan dixwazin hevgirtin, yekîti û rêxistinbûna gelan bidin şikandin. Em wekî pêkhateyên herêmê xeta berxwedaniyê hilbijartiye û em ê bi hevgirtin û yekîtiya gelan van pianên qirêj bidin şikandin.”

Helîma Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hevdîtina ku bi Rêber Apo re hate kirin pir kêfxweşbûn lê tekoşîn û berxwedaniya me nasekine heya em wî fîzikî azad bikin.”

Meş bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.

Dêrik

Şêniyên bajarê Dêrikê û bajarokên girêdayî wê li qada Azadî ya li bajarê Dêrikê kom bûn. Welatiyan wêneyên şehîdan, deverên rastî êrişê hatine, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” rakirin.

Meşevan li kolanên bajarê Dêrikê meşiyan û li ber Navenda Kongreya Star a Dêrikê meşa xwe veguherandin mîtingê.

Di mîtîngê de Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî axivî û diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke mizgînî ji bo gelan pênase kir.

Wefa Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî navendên xizmetguzariyê  dike wiha pê de çû: “Bila bizane gelê me xwedî bi hezaran şehîdan e, çi dibe bila bibe li dê hemberî êrişên dewleta Tirk têkoşîna xwe bidomîne. Em li pey şopa şehîdên xwe ne û em ê her piştgiriya şervanên xwe bikin.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Hesen Hemze jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare îradeya gelê bişkîne û berxewdana gelê li Dêrikê li hember êrişên dewleta Tirk silav kir.

Mîtîng bi dirûşmên “Bimire dagirkerî” bi dawî bû.

Amûdê

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û bajarokên girêdayî wê li qada Şehîd Cîhad a li bajêr kom bûn.

Bi rakirina wêneyên zarokên di êrişan de şehîd bûn û birîndar bûne, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” û dirûşmên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re” meşiyan.

Meşvan li pêşiya Navenda Tevger Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Amûdê meşa xwe veguherandin mîtîngê. piştî deqeya rêzgirtinê endama Kongreya Star a bajarê Amûdê Şêrîn Dawûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî binesazî û şêniyên herêmê dike, dixwaze projeya Rêveberiya Xweser û aramiya heyî têk bibe û got: “Dixwaze gel ji neçarî koç bike. Pêkhateyên herêmê bi sekna xwe helwesta xwe diyar kirin.”

Şêrînê di dawî da zanîn ku ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Ebdulbaqî Dawê jî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdên êrişên dewlet Tirk re xwest û got: “Em sekina gelê xwe silav dikin.”

Meş bi berzkirina dirûşmên “Na ji êrişên dagirkeriyê re” bi dawî bû.