Bersûcê ku bi salan destdirêjiyê li du zarokan kir hat girtin

Li Bismilê du xwişk ji aliyê zirbirayê xwe yê bi navê E.O. ve bi salan rastî tecawizê hatin. Bi ferqkirina dayikê ya ji rewşa zarokan, bûyer derket holê. Hat zanîn ku piştî îfadeyê sûcdar hatiye girtin.

Amed – Êrîşên zayendî yên li hemberî jin û zarokan li Tirkiyeyê her roja ku diçe zêde dibin. Yek ji mînaka van bûyeran di rojên borî de li navçeya Bismila Amedê derket holê. Li gorî agahiyên ku hatine girtin du xwişk di temenê zaroktî de ji aliyê zirbirayê 24 salî yê bi navê E.O. ve du sal in rastî êrîşa sîstematîk a zayendî hatine.

Dayikê bûyera destdirêjiyê derxist holê

Hat zanîn ku ev bûyer ji aliyê dayikê ve hatiye ferqkirin û piştî wê derketiye holê. Piştî ku pê hesiya dayikê herdu zarokên xwe girt û çû qereqolê û gilliyê E.O. kir. Piştî giliyên dayikê ji bo îfadeya zarokan were girtin zarok sewqî navenda şopandina zarokan (ÇÎM) kirin.

Sûcdar hat girtin

Îfadeya dayik û zarokan di 14’ê kanûnê de bi alîkariya psîkologan hat girtin. Piştî wê jî sûcdarê bi navê E.O. ji sûcê ‘Li dijî zarokan êrîşa zayendî ya bi zanabûn’ hat girtin û wî şandin girtîgehê.