Bersiva peymanên li dijî gelan: Pergala Netewa Demokratîk

Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Rozerîn Bekir a beşdarî komxebata têkildarî Lozanê bû da zanîn ku peymana Lozanê lihevkirinek li ser parçekirina civakê ye û got yekane bersiva li dijî vê pergala Netewa Demokratîk e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ku di Tîrmeha 1923′yan de hatibû îmzekirin, li bajarê Hesekê dest pê kir. Komxebat ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve bi navê  “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" tê lidarxistin. Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Rozerîn Bekir a beşdarî komxebatê bû, derbarê nîqaşên girîng ên hatin meşandin de nirxandin kir.

Bi Lozanê destpê kir: Bi êrişan didome

Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Rozerîn Bekir diyar kir ku Lozan bû yek ji xeternaktirîn peymanên ku li ser hesabê gelên herêmê yên ‎Kurd, Ereb û Suryan tên kirin e û wiha got: “Piştî çend rojan sedsaliya Peymana Lozanê temam dibe. Peymana ku 24`ê Tîrmeha ‎‎1923`yan de li bajarê Lozan a Siwîsrayê di navbera aliyên navneteweyî û ‎herêmî de hatibû îmzekirin. Kurdistan yek perçe bû, bi peymana Lozanê bû çar parçe. Ji dîroka wê de heya roja îro hemû pêkhate û bi taybet gelê Kurd rastî komkojiyan û qetilaman tê. Mînaka herî berçav dagirkeriya ku niha li herêmên me pêk tên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Em dibînin  Peymana Lozanê wekî komployeke qirêj ku dewletên serdest ên sedsala borî  beşdarê bûne, ew komplo jî heya roja îro  li dijî gelan bi gef, dagirkerî û êrîşan berdewam dike.”

Ji van polîtîkayên qirker herî zêde jin bandor bûn

Rozerîn Bekir balkişand li ser armanca li dar xistina komxebata têkildarî Lozanê û wiha got: “Armanca me ya sereke ji vê komxebatê danasîna rastiya lihevkirina Lozanê ye ku çawa gelan perçe dike ye. Rewşa jinan piştî lihevkirinê çawa bû? Bê guman her êrîş, qetilam, şer çêdibe ya herî zêde rastî êrîşan û zehmetî û zordariyê tê jine, bi teybet jina kurd hertim bû hedef û rastî qetîlaman hat. Lewma ew lihvkirin li dijî jin û civakê ye. Ji ber ku sîstemek tê meşandin ew sîstem jin û civakê ji cewherê xwe dûr xistiye, pê re koletî, kuştin, girtin, koçberkirin, rûxandina gund û bajaran, hewldanên tunekirina ‎nasnameyên, ziman û hebûna neteweyî, anî.”

Çareserî: Netewa Demokratîk

Rozerîn Bekir anî ziman ku weke bersiva li dijî polîtîkayên parçekirinê ya bi Lozanê destpê kir yekane rê pêkanîn û mayîndekirina pergala Netewa Demokratîk e û wiha domand: “Me pêşengehek di hundirê komxebatê de li dar xist. Ew pêşengeh hemû wêneyên gel, jin û zarokên rastî qirkirin û qetilam, lêdan û wehşeta sîstemên desthilatdar ku li dijî gelan didin meşandin da pêş. Armanca me ew e ku bihêlin aliyên peywendîdar van lihevkirinan careke din di ber çavan re derbas bikin, mafan ji xwediyan re vegerînin û zilmê ji ser gelan rakin. Ji ber ku îro sîstemek hatiye rûşkandin sîstema Netewa Demokraîk e, ev sîstem rê nade ku carek din lihevkirinek bi vî rengî pêk were. Sibe wê niqaş bêtir li ser çareseriya pirsgirêkan û rê girtina li ber qirkirin û qetîlaman were kirin.  Li ruxmî Lozanê û lihevkirin û komployên din ên li dijî gelan, di roja îro bi têkoşîn û yekîtiya gelan deskeftiyên pîroz hatine bidest xistin.”