Bersiva jinan a li hemberî gefan: Têkoşîna me wê mezintir bibe

Jinên Colemêrgê der barê gef û destwerdanên piştî tayînkirina qeyûman li ser gel de gotin: “Têkoşîna ku em bi salan didin wê hîn mezintir bibe. Em ê îtaetê nekin.”

Colemêrg - Li hemberî tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Colemêrgê ji her alî ve bertek tên, jin ji bo îradeya xwe têkoşîna xwe didomînin. Gelek caran kesên ku kolan neterikandin diyar kirin ku em qeyûm qebûl nakin. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî daxuyaniya duh a serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan dan. Jinan ji Serokê AKP'ê re gotin: "Em ne wan û ne jî qeyûmê wan dixwazin."

 ‘Wekî li Wanê dê li vir jî winda bikin

Emîne Kaya ya ku piştî nûçeya ji bo piştgiriyê ji Amedê hat Colemêrgê got: “Serê gelê Colemêrgê bilind e. Ew bi biryar in ku vîna xwe biparêzin. Cihê yekem ku xwestin qeyûm tayîn bikin Wan bû lê li wir rastî berxwedana gel hatin. Niha jî dixwazin vê derê talan bikin lê gel wê dîsa wan têk bibe.  Ger cezayê şaredar hebe jî diviyabû ji meclisa şaredariyê kesek din bihata hilbijartin lê ji vir em fêm dikin ku derdê wan tenê talan û dizî ye. Sedem tune be jî ji bo tayînkirina qeyûman li hincetê digerin. Armanca wan berdewamkirina vê rejîmê ye, hewl didin diziyê bidomînin. Çawa ku li Wanê winda kirin, ew ê li vir jî winda bikin. Gel dengên xwe bi xwe da. AKP bi vê siyasetê wê bêhtir winda bike. Ew ê di hilbijartinê de têkçûna xwe zêde bikin. Divê muxalefet jî di vê pêvajoyê de vî gelî û demokrasiyê biparêze.”

'Em ne wî û ne jî qeyûmê wî dixwazin'

Piştre Remziye Akboga axivî û diyar kir ku ew li bajarê xwe xayîn û diziyê naxwazin û ev tişt anî ziman: “Em qeyûm naxwazin. Em ê ji vê riyê paşve venegerin. Em li vir in heta ku em qeyûm bişînin. Ev der ne cihê wan e. Bila çav bernedin ked, xwîn û heqê me. Divê Kurdên xayin jî rabin ser piyan û bibêjin bisekinin. Bi salan e ez li ser vê riyê me û ez ê berdewam bikim. Divê her kes mafên xwe û vîna xwe biparêze. Em ne qeyûmê wan û ne jî wan qebûl dikin. Em keda xwe dixwazin.”

'Ev darbe nayê qebûlkirin'

Gulsum Taşkin, diyar kir ku ew ê weke ciwanek li bajêr xwedî li vîna xwe derkevin û wiha got: “Em tu carî vê zilma ku bi salan e li me tê kirin qebûl nakin. Helbet ez dixwazim namzedê ku ez hildibijêrim bibe şaredar û xizmeta gel bike. Ya ku hat kirin bi temamî darbeyek e. Wekî bi salan îro jî vê darbeyê qebûl nakin. Dema ku daxwazên min hebin ez nikarim muxatabek bibînim. Ez qeyûm naxwazim, îradeya xwe dixwazim. Bi salan e em di têkoşîna hebûnê de bedelên mezin didin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û berdêl bidin. Em her dem li pişt têkoşîna xwe ne. Şerê xwe didomînin, tu carî dev jê bernadin."

'Gef polîtîkayên xespê bi awayekî vekirî nîşan didin’

Herî dawî endama Meclisa Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Sînem Seven jî diyar kir ku ew ê rê nedin her cure qeyûm û qetlîamên civakî. Sînem Seven diyar kir ku tevî her cure gef û heqaretan ew ê têkoşînê mezin bikin û got: “Axaftina dawî ya Erdogan her tişt eşkere kir. Gel dibin ser sindoqan û dema bi ser nekevin serî li qeyûm didin. Ev 3 pêvajoye em vê dijîn. Lê îsal ne wek wan salan e. Gel vîna xwe dixwaze, ji ber vê jî dibêje dev ji vê desteserkirin û diziyê berdin. Weke gel di pêvajoya hilbijartinê de me xebatek pir cidî meşand. Bi salan e em li dijî van qeyûman têdikoşin. Ji gundên hatin valakirin heta bajaran me li her warê me tekoşîn da meşandin. Dewletê tu carî îradeya me nas nekir. Em ên mayî jî dê li dijî her cure girtin û kuştinê xebatên xwe bidomînin."

'Em ê li kolan û taxan têkoşîna xwe bidomînin‘

Sînem Seven wiha dawî li gotinên xwe anî: “Bi vê dagirkeriyê hem vîn û hem jî jinan kirin hedef. Dixwazin nûnertiya wekhev û hevserokatiyê ji holê rakin. Şaredarî ji bo me ne çar dîwar in. Em vê yekê weke destkeftî û keda berxwedanê ya gel dibînîn. Ew ne tenê avahî ne, bîreke civakî ava dikin. Nikarin me ji vê bîr û nasnameya me dûr bixin. Em ê rê nedin qetlîamên siyasî û qeyûmên li ser axa Kurdistanê. Em ê li kolan û taxan têkoşîna xwe bidomînin.”