Bernameya rêzeçalakiyên jinên Helebê bi pêşangeha wêneyan dest pê kir
Meclisa Jinan a PYD’ê ya Helebê li dijî tundiya li ser jinan, bi dirûşma “Ji komplo, dagirkerî û tundiyê re na" pêşangeha wêneyan vekir.
Heleb - Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçova xebatên xwe de despêka meha sibatê pîlansaziya li dijî tundiya li ser jinan de pêngava rêzeçalakiyan li dar bixe û heta sê mehan bi rêzeçalakiyên cur be cur berdewam bike. Bernameya rêzeçalakiyan îro dest pê kir û bi dirûşma "Ji komplo, dagirkerî û tundiyê re na" pêşangeha wêneyan a şehîdan li navenda PYD'ê ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hat vekirin. Di pêşangehê de 50 wêneyên şehîdên ku di berxwedana serdemê ya Efrînê û berxwedana rûmetê ya Serêkanî-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin pêşandan. Di pêşangehê de endam û rêveberên sazî û dezgehên jinan amade bûn.
Jin destanên zêrîn dinivîsînin
Beriya ku pêşangeh were vekirin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Paşê Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk, Hêvîn Silêman cangoriyên tevgera azadiyê bi bîr anî û wiha domand: "Di serî de em vê pêşangehê diyarî hemû dayikên şehîdan dikin. Em îro bi keda bi hezaran şehîdan hatin vê rojê û bi rengekî azad xwedî maf in û diaxivin. Di dîrok û şaristaniyê de her dem jin pêşengên civaka xwe bûne. Niha jî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin vegeriyan cewherên xwe û destanên zêrîn dinivîsînin. Li hemberî hêzên tarî yên ku dixwazin îradeya jinan bişkînin jinan serî hildan û careke din civaka xwe komê ser hev dikin. Niha jî hêzên desthilatdar careke din êrîşî destkeftiyên jinan dikin lê em ê bi tekoşîna xwe tundiya li ser jinan tune bikin."
Jin her dem banga wekheviyê dikin
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa diyar kir ku jin, ji bo parastina nirxên xwe, canê xwe feda dikin û wiha pê de çû: "Bi saya şehîdên xwe em hatin vê rojê. Em şehîdên ku hebûna me mayînde kirin û nirxên me parastin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza bilindkirina berxwedan û tolhildanê didin. Jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên civaka xwe ne û li hemberî zîhniyeta baviksalarî û dagirkeriyê rawestiyane û banga wekheviyê kir."
Piştî axaftinê dayika bi navê Fatma Elî, deriyê pêşangehê vekir û beşdaran li wêneyan mêze kirin.
Pêşangeh bi serdana sazî û dezgehên sivîl bi dawî bû.