Bernameya Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû

Bernameya Newroza 2024’an li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bê lidarxistin diyar bû. Newroz dê li 14 navendan bê pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan- Bernameya Newroza 2024’an li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû. Pîrozbahiyên îsal wê bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bên lidarxistin. Pîrozbahiyên ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tên orgenîzekirin, wê li 14 navenda were pîrozkirin.

Li gorî agahiyên înîsiyatîfê wê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê,  Minbic, Şehba û Helebê pîrozbahiyên navendî çêbibin.

Di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiyan de li hemû navçe û bajaran pîrozbahiyên kolanan tên lidarxistin, qad û rêyên sereke bi rengên Newrozê tên xemilandin.

Li tevahiya herêman wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Newrozê hatine daliqandin.

Navendên Çand û Hunerê yên li bajaran jî amadekariyên muzîk, govend û şanoyê dikin.

Di nava civakê de jî coş û heyecana Newrozê zêde bûye, welatî cil û bergên xwe yên herêmî amade dikin.

Çav li rêye ku pîrozbahî ji her sal cudatir bi tevlêbûneke xurt pêk werin, li hemberî dagirkerî û komkujiyan peyamên têkoşîn û yekîtiyê werin dayîn.