"Beriya ku hûn werin qetilkirin vegerin welatê xwe"
Jinên ji Kantona Kobanê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê kirin ku vegerin ser axa xwe û gotin: "Welatê ku niha hûn di bin siya wî de dijîn weke amûr we bi kar tîne. Vegerin ser axa xwe ji ber welatê kesê nabe welatê mirov."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Şêniyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku weke koçber li Tirkiyeyê dimînin di şert û mercên gelek zor de dijîn. Gel bi axaftinên nexweş, êşkence, revandin, zexeliyên di dayîna pereyê wan de rû bi rû dimîne. Herî dawî jî ciwanên faşîst ên tirk li ser medyayên civakî banga derxistina koçberên ji Sûriyeyê û pêkanîna tundiyê li hemberî wan, kirin.
Di vê çarçoveyê de jinên ji Kantona Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rewş nirxandin û daxwaz ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dimînin kirin ku vegerin ser axa xwe.
“Welatê xelkê nabe yê mirov”
Jina bi navê Beyaz Şêxo behsa jiyana xerîbiyê kir û wiha got: "Em îro di welatê xwe de dijîn û em bi vê yekê gelek kêfxweş in. Çawa ku dayika tu kesî nabe dayika mirov, welatê xelkê jî nabe welatê me. Dema ku mirov li derveyî welatê xwe wefat dike, kes tune ye ku fatiheyekê li ser wan bixwîne. Lê dema mirov di nava nas û dostên xwe de dimire, her tim di bîra derdorê de ye. Di demên şerê li dijî DAIŞ`ê de em neçar man derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bibin, me sebir nedikir ku em vegerin Kobanê, ji lewre dema ku em vegeriyan me ji kêfxweşiyê, axa bajarê xwe xwar. Êdî çi bibe jî em ê dest ji axa xwe bernedin."
“Vegerin hembêza welat”
Beyazê destnîşan kir ku bicihanîna pêvdiyên jiyanî gelek dijwar e û wiha domand: "Gelê me yên li Tirkiyeyê bi bihaneya ku kar dikin, ev çend sal in li wir bi cih bûne. Ma qey li vir kar û xebat tune ye, ma qey tenê li welatên xelekê kar dibe? Yên tirk karên herî giran û saetên herî dirêj bi gelê me didin kirin. Demê ji mirovan re nahêlin ku bêhna xwe vedin, tevî vê yekê jî gelê me ji wir nayê. Her çendî kêmasî li vir hebin jî em dizanin em di nava gelê xwe de û li ser axa xwe ne. Ji ber vê hêviya min ew e ku mirovên me di demeke herî nêz de vegerin hembêza welatê xwe."
“Em ji ber dewleta tirk di vê rewşê de ne”
Jina bi navê Mûna Hisên kiryarên ku dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike anî ziman û wiha pêde çû: "Ez dixwazim ji gelê me yê li Tirkiyeyê û derveyî welat re bibêjim ku êdî bes e ji zordariya ku hûn di nav de dijîn û ew pergala ku nefesgirtin lê tê qedexekirin. Gelê me yê li Tirkiyeyê dibêje em di xêr û xweşiyê de dijîn, bila li bajarên xwe binêrin ku ji ber dewleta tirk di çi rewşê de ne. Herikîna çemê Firatê ya ber bi herêmên me ve asteng dike, ji ber vê hatina eleketrîkê jî kêm in. Her wiha dem bi dem êrîşî malbatên ji Rojavayê Kurdistanê dikin, ciwanan direvînin û wan êşkence dikin."
“Gelê me weke amûr û çavkaniya xirabiyê didin nîşandan”
Mûnayê bal kişand ser daxwazên gelê Tirk û yên serokê Tirkiyeyê der barê koçberan de û wiha bi dawî kir: "Erdogan naxwaze gel vegere Sûriyeyê, ji ber ku bi saya wan, pereyan û alîkariyê digre. Her wiha koçberan weke kaxiz li hemberî Awropayê bi kar tîne. Bi wateyeke din, gelê me weke amûra bikaranîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê gelê Tirkiyeyê dixwaze îro beriya rojekê vegere warê xwe, ew her tim dibêjin Sûriyeyiyan kar û xebat ji dest me girtine û civaka me xirab kirin. Bikaranîna peyva Sûryeyî bi serê xwe bêrûmetî û bêqîmetkirina gel e. Tirkên faîst planên derxistina koçberan dikin û dê hemû rêbazan ji bo vê yekê bi kar bînin. Ji lewre daxwaza me ji malbat, dost û gelan ew e ku bi rûmeta xwe vegerin ser axa xwe. Ma qey berê li ku derê bûn? Ma ne hûn zarokên vê axê ne. A niha herêmên me ji berê xweştir jî bûne, derfetên jiyanê zêdetir bûne û heta niha jî tu kes ji birçîbûnê nemiriye."