Bêrîvan heqê keda xwe nagirin

Berîvanên ku bi hilatina rojê, carna bi hespan, carna jî bi kamyonan diçin deştên Geverê, diyar kirin ku ew bi firotina berhemên ku ji şîr çêdikin debara xwe dikin lê dahata wan ne weke berê ye û têra wan nake.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg- Li Kurdistanê di serî de Colemêrg, Wan û Şirnex, li gelek bajaran gel debara xwe bi sewaltiyê dike. Ji bilî kesên li gundan dijîn, hinek kesên ku bajaran dijîn jî di mehên biharê de diçin zozanan û heywanan diçêrînin, bêrîvaniyê dikin. Li Kurdistanê ji jinên ku diçin bêrîyê re bêrîvan tê gotin. Berîvan; weke nav jî li gelek kesan tê kirin ji bo gelê Kurd weke nirxeke çandî tê dîtin. Gelê ku ji ber qedexe û madeyên kîmyewî yên ku li herêmên pevçûn lê dijwar in, heta demekê nikarin derkevin derve, bi biryar in dest ji riya debara xwe ya bingehîn bernedin.

Gevera navçeya Colemêrg herêmek e ku bi cihêrengiya nebatên endemîk û zozanên kesk tê naskirin e. Piraniya şêniyên navçeyê diçin zozanan. Jinên ku serê sibehê bi hespan an jî kamyonan diçin zozanan, şîrê ku didoşin dixin bîdonan. Jina ku karê wê zû diqede diçe alîkariya jinên din dike. Li zozanê ku mînakên herî baş ên jiyana hevpar û hevgirtinê lê tên jiyîn, pêwîst e mirov behsa zehmetiya kar û şert û mercên xweş bike.

Jin bi çêkirina şîr, mast, penîr û rûnê ku li navçe û bajaran difiroşin debara malbata xwe dikin. Kûrbûna krîza aborî roj bi roj bandorê li her aliyê jiyanê dike û her wiha li ser bêrîvanan jî bandorê dike. Bêrîvanên ku diyar dikin dahata wan ne wekî berê ye, ji ber karê ku dikin jî kêfxweşiya xwe tînin ziman.

‘Hem li malê û hem jî li zozanan dixebite'

Naciye Saygi ya ku nêzî 50 sal in karê bêrivaniyê dike her roj li ser riya Bajargeha Geverê bi qemyonan tê zozanan. Naciye Saygi, anî ziman ku yekane çavkaniya debara wan sewalkarî ye bi gotina "Em ne bajarî ne, em gundî ne" û anî ziman ku ew ne tenê li zozanan bi roj jî li malê dixebitin. Naciye Saygi, diyar kir ku ew bi salan e sewalên xwe diparêze û bi sewalên xwe jî hem debara xwe û hem jî li malbata xwe dike. Naciye Saygi wiha gotinên xwe berdevam kir: “Em her karî dikin. Em serê sibehê radibin û tên vê derê. Piştî ku em li vir karê xwe diqedînin, em diçin malê û li wir karan dikin. Em li van heywanan dinêrin, em diwestin lê tiştek tune ye ku em bikin. Li vê derê derfetên me yên din ên kar nîn in. Ji derveyî ajalan, tiştek me tune ye. Min li wan nihêrî û wan jî li me mêze kir. Min zarokên xwe bi pereyên ku ji vî şîr û penîr qezenc kir mezin kirin. Ez qet nefikirîm dev ji vî karî berdim. Ez hînî zarokên xwe jî dikim. Ger em li sewalan xwedî dernekevin, nanê ku em li vir bixwin tune ye. Em tên vir û ji bo debara xwe bikin bi saetan dixebitin. Ji ber ku bi salan e em vî karî dikin fêrî westandin û zehmetiyan bûne.”

‘Ev şîr tenê çavkaniya dahatê me ye’

Xezal Yemen a ku her sal diçe zozanan bêriyê dike, diyar kir ku tenê çavkaniya wan a debarê lawir in. Xezal Yemen da zanîn ku hema bibêje hemû jinên di vî warî de çavkaniya dehata wan tenê bêrî ye û got: “40 sal in ez vî karî dikim. Min demekê hemû mihên xwe firotin lê ji ber rûniştina di malê de bêhna min teng bû min dîsa mih kirîn. Bi jinan re em dikevin ser rê û bi jinan re vedigerin malê. Ev lawir hem xwarin hem jî vexwarina me ye. Li vê derî tu karê ku em bikin nîn e. An em ê şîr didoşin an jî em ê birçî bimînin. Em jî bi keda xwe kar dikin û bi dest dixin. Ev şîrên ku me doşayî em dikin penîr, rohn an jî mast û em difroşin. Ew dest heqê ku me ji wir girtî jî em pêwîstiyên xwe bi kar tînin. Zehmet e, demên ku em diwestin jî çêdibin lê em mecbûr in.”

‘Ji ber krîzê tiştek nayê kirîn’

Hacer Sala got ku tevî keda didin jî ji ber krîza aborî gelek zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Hemû keda me ji ber pereyê benzînê diçe. Berê hemû tişt ne evqas buha bûn me baştir kar dikir. Niha em çi bikirin û bifroşin jî dimîne di destên me de. Em ewqas diwestin lê keda me têra pereyê şekir, rûh nake. Li vê derê jî çavkaniya dahata me tenê ev e. Ji 7 heta 70 salî hemu jin nabêjin nexweşî yan jî westandin vî karî dikin. Ji ber vê krîzê ne wekî berê em dikarin berheman bifroşin ne jî em dikarin dahatuya xwe pêk bînin. Em ewqas ked didin lê ev du sal in em heqê keda xwe nagirin. Tu tişt nayê kirin. Mesrefa wê jî pir zehmet e.”