Bêrîvan Bahçecî: Em bi biryarin meşa xwe bi israr bidomînin

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî bal kişand ku polîtakayên şerê teybet li dijî gelê Kurd zêde bûye û got: “Pêkanîna Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, sedema sereke a têkoşîna me ye.”

Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniya çapemeniyê da.

Bêrîvan Bahçecî, diyar kir ku li tevahî cîhanê dorpêçeke tundiyê heye û da zanîn ku Modernîteya kapîtalîst di krîzê de û di axaftina xwe de bal kişand ser cezayên darvekirinê ên li Îranê tê dayîn û wiha got: “Pergala mêr-serdest hewl dide tundiya li dijî jinan weke tiştekî xwezayî nîşan bide. Sedema vê jî ew e ku aqilê mêr-dewletê vê tundiyê pîroz dibîne. Em vê yekê di qetilkirina Jîna Emînî de dibînin ku rejîma Îranê ji bo dîktaya xwe li ser pêyan bigire wisa kir. Em di biryarên darvekirinê yên rejîmê de vê dibînin. Jixwe biryarên dawî yên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammed, yek ji mînakên herî şênber ên dijminatiya li hemberî jinan e. Li vêderê em carek din dubare dikin em van cezayên darvekirinê qebul nakin.”

‘Di siyaseta ku jinên tune di hesibîne de israr dikin’

Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku nêzîkariyên dijmînê jinan hewl dide qetilkirina jinan normal bike û wiha got: Lli Tirkiyeyê hema hema her roj jin tên qetilkirin lê faîlên wan nayên cezakirin. Peymana Stenbolê di şevekê de hate betalkirin û piştre cînayetên jinan zêde bûn. Ev ne tiştekî rasthatî ye. Di 6 mehên ewil ên 2024’an de 205 jin hatin qetilkirin û 117 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev ne bîlançoya şerê di navbera du dewletan de ye, şerê tundiya mêr a li dijî jinan e ku hewl didin asayî bikin. Dewleta mêr bi desteserkirina mafên jinan ên hatine qezenckirin hewl dide bingeha tundiya piralî ava bike. Jinan piştî têkoşîneke mezin mafê bikaranîna paşnavê xwe bi dest xistiye. Desthilat hewl dide vî mafî xesp bike. Hewl dide vê bi rêya Paketa Darazê ya 9’emîn pêk bîne. Tevî ku li dijî AYM’ê ye jî lê dixwazin madeya AYM’ê betal kirî dîsa bînin. Desthilat hewl dide bi qanûna paşnavê re dîsa jinan li ser mêran pênase bike û di siyaseta xwe ya tunehesibandinan jinan de îsrar dike.”

‘Em zagonê nas nakin û pêknaynin’

Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku îsrarkirina di siyaseta şer de şer li beramberî hemû kesan daye daetpêkirin û da zanîn ku li Tirkiye çanda şer gihaye xala zagonkirina qetilkirina sewalan û wiha dom kir: “Tundiya li dijî jinan, li dijî penaberan, sewalan, tundiya aborî û hwd. temamiya van cureyên tundiyê bingeha xwe ji polîtîkayên şer digirin. Para herî mezin a bûdçeya welat ji bo şer tê xerckirin. Jin dibin hedefa tundiya aboriyê û roj bi roj bêhtir xizan dibin. Gelên Tirkiyeyê li gel şer nînin. Li pey ked û edaletê ne. Dixwaze êdî bêhnê bistîne.”

‘Hişmendiya kedxwariyê îro li dijî Kurdan bi PDK’ê re hevkariyê dike’

Bêrîvan Bahçecî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li dijî gelê Kurd  û  ev tişt got:

“Qasî em dibêjin ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demoqratîk, Desthilata AKP-MHP’ê êrişên xwe yê dagirkeriyê berdewam dike. Zîhniyeta mêtinger, îro li dijî kurdan bi PDK’ê re hevkariyê dike. Li Herêma Federe ya Kurdistanê baregeh ava kiriye û êrişî gel dike, wan bi darê zorê ji warên wan derdixînin. Noqteyên leşkerî yên PDK’ê di destê Tirkiyeyê de ne. PDK êdî ne partiyeke siyasî, weke xanedaniya malbatekê li dijî têkoşîna gelê kurd cih girtiye. Xetereyê li ser xweseriya Herêma Federe ya Kurdistanê çêdike û weke hikûmeteke mêtingeriyê bi AKP-MHP’ê re hevkariyê dike. Weke jinên kurdistanî em bang li PDK’ê dikin; we berjewendiyên xwe yên rojane danîn pêşiya berjewendiyên neteweyî. We bi dijminên kurdan re hevkarî kir. We pêşengtiya xiyanetê kirin. Ji bo vê jî yên bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Şengalê çete têk birin, xizanên Başûr, ewladên welatparêz ên Kurdistanê dê vê ji we qebûl nekin. Emrê we yê li ser desthilatê dê bi qasî hûn texmîn dikin dirêj nebe.”

 ‘Dixwazin rihê hizbullahê cardin vegerînin’

Bêrîvan Bahçecî got ku êrişên komên hîzb-î kontrayê yên li Amedê li dijî kafe, kargehan tên kirin û êrişên li dijî felsefe û têkoşîna jinane û got: “Ev êriş, parçeyeke polîtîkayên şerê taybet in. Bi van êrişan hewl didin jinan ji qada cemaweriyê derxînin. Me di salên 90’î de ev tirs têk bir. Em ê li her noqteya vî bajarî hebin. Aparata ewil û ya dawî hîzb-î kontra jî dê tevî AKP-MHP’ê biçe sergoya dîrokê. Li gel polîtîkaya şer a bi salaye didome, polîtîkayên şerê taybet jî xistine meriyetê. Îro li Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9’an, tehemûla stranên û zimanê kurdî nakin, dar tên birîn, ji her alî ve êrişî çand, huner û zimanê kurdî dikin, kesên biunîforma bi rehetî tundiyê li jinan dikin. Heke îro li ser tekane kesê xwedî hêza aştiyê birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke ku mînaka wê li cîhanê tune ye hebe, ev yek nîşan dide ku polîtîkayên şerê taybet didomin. Weke kesên ev nêzî nîvsedsal e bênavber ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşin, em baş dizanin ku ev polîtîkaye girêdayî hev in. AKP-MHP dixwazin bi tecrîda girankirî re şer mezin bikin, tecrîdê li seranserî civakê belav bikin, gel di nava xizanî û birçîtiyê de bihêlin. Lê dê nekarin bi ser kevin. Civak li dijî vê ye. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, sedema têkoşîna me ye.”

‘Em di meşa xwe de bi israrin’

Bêrîvan Bahçecî, di dawiya axaftian xwe de bal kişand ser li Îranê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî û wiha got: “Me heta niha li 7 bajaran atolyeyên li dijî şerê taybet li dar xistin û zêdetirî 200 jin tev li 29 atolyeyên me bûn. Em ê bi rêya bi sedan atolyeyan hewl bidin pratîka têkoşînê bixin meriyetê. Ji bo li ser polîtîkayên şerê taybet biaxivin, rastiya wê derxînin holê, em ê tax bi tax, kolan bi kolan, cade bi cade, mal bi mal bi jinan re bên gel hev. Roja me ya ku dê tarîtiyê ronî bike, felsefeya me ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heye. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bidomînin. Em li ser xeta Pexşan Ezîzî ne ku dibêje ‘Em ne ji mirinê, ji jiyaneke bêrûmet ditirisin.’ Em ê destkeftiyên jinan biparêzin, mezintir bikin û biparêzin.”