“Bêrîtan Hêvî nesnameya jina azadîxwaz e”
Rêxistina Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan, Bêrîtan Hêvî bi bîr anîn û destnîşan kirin ku Bêrîtan peyam û çalakiya serketinê bû.
Qamişlo- Bêrîtan Hêvî bi nasnav Gulnaz Karataş di dîroka Tevgera Azadiyê de û bi taybet jî di dîroka têkoşîna jinên Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng û watedare. Bêrîtan li hemberî xeta xiyanetê bû sembola têkoşînê û di 25’ê Cotmeha 1992’an de di şerekî mezin de teslîmiyetê qebûl nekir û xwe ji zinarên çiyayên Xakurkê avêjt û ber bi rêwîtiya xwe ya bêdawîbûnê ve diçe.
Şehadeta Şehîd Bêrîtan li Kurdistanê bû bingehek xurt ji bo artêşbûna jinê û îro li Kurdistanê bi hezaran jin li ser heqîqetê dimeşin, ji bo jiyanek azad şer dikin. Di salvegera 29’an a şehadeta Bêrîtan Hêvî, Rêxistina Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan, li hilbera Beylesan a Navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ew bi çalakiyekê bi bîr anîn, jinên ku di çalakiyê de amade bûn, li ser bîranîna wê ji ajansa me re axivîn.
“Bêrîtan li hember îxanetê serî hilda”
Rêveberiya Edaletê ya navçeya Amûdê, Bira Zoro derbarê bîranîna Bêrîtan Hêvî de wiha got: “Heval Bêrîtan xwesteka wê bû ku di bîranîna şehadeta wê de şêranî werê belavkirin û ji bo vê yekê Kongreya Star û mala jin bi vî karî rabûn û şêranî ji bo bîranîna wê amade kirin. Di şexsê heval Bêrîtan de em hemû şehîdên xeta azadiyê bi bîr tînin. Em îro li vir kom bûne ji bo em Bêrîtan bi bîr bînin. Şehîd Bêrîtan jineke tekoşer bû û li hember îxanetê serî hilda. Di sala 19992’an de, PDK’ê xwest di şehîdxistina Bêrîtan de pêvajoya tevgera jin binpê bikin û di şexsê wê de dest deynin ser ked û karê hemû jinan, lê heval Bêrîtan ev yek ne gihand serî û qebûl nekir ku teslîmî wan bibe û canê xwe feda kir. Bêrîtan rê neda ku tevgera jin tesfiye bibe û her ku dem derbas bû hîn xurtir bû û pêş ket. Her wiha bi sedan jinên cîhanê, wê ji xwe re mînak dibînin û tevlî refê rêxistinê dibin ji komînan heta meclis û qadên şer.”
“Em li hember îxanetê disekinin”
Rêveberiya Komîteya Aborî Şehnaz Îbrahîm da zanîn ku Bêrîtan mîraseyeke dagirtî tekoşîn û berxwedanî ji wan re hişt û wiha pê de çû: “Şehîd Bêrîtan ji me re mîraseyeke dagirtî tekoşîn û berxwedanê ye. Xiyaneta PDK’ê heta roja îro ser tevgera jin berdewam e, lê wê nikaribe tevgera jin paş bixê. Em wekî jin li ser şopa hevalên wekî Bêrîtan, Zîlan û Bermal dimeşin. Em aştiyê dixwazin û li hember îxanetê disekinin û çiqas ew xiyanetê bikin jî ew bi ser nakevin. Ên ku li ser xeta Bêrîtan dimeşin YPJ’eyên me, jinên me yên pêşeng û tekoşer in. Ji bo xwedîderketina li mîraseya wê, xwedîderketina li ked û karê wê pêwîst e, di heman demê em wekî jin, ji me tê xwestin ku em li qadan bin û xeta wê bişopînin da ku her dem li bîra her kesekî xwedî wijdan be.”
“Me bi hezaran navê Bêrîtan rakirin”
Jina bi navê Qedriya Îbrahîm ji navçeya Amûdê diyar kir ku ji roja şehadeta Bêrîtan û heta roja îro bi hezaran Bêrîtan rabûn e, her wiha bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ji gelê kurd re û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bêrîtan ji bo ku nekeve destê kurdên xayin ên bi navê PDK’ê xwe şehîd xist. em bejna xwe li hember şehîd wekî Bêrîtan û Hevrîn Xelef û hemû jinên aştîxwaz ditewînin. Me bi hezaran navê Bêrîtan û Hevrîn rakirin. Çi însanekî ku destê wan di îxanetê de hebe û destê xwe bidê dijminê mirovahiyê wê li gel wan nemîne. PDK’ê çi ji me dixwaze, em li cih û warê xwe ne, bi çi mafî tê êrîşî gerîllayê me dike û hevalên me şehîd dixin. Em wan şermezar dikin û ev kiryar cihê dijminatiyê ye, ev yek cihê şermezariyê ye dema ku cenazeyên me teslîmî me nakin, bila ji gelê xwe re serkeftinê û yekîtiyê bixwazin. Bêrîtan ji bo ku bi xiyanet neçe, xwe ji çiyayan avêt û xwe şehîd xist, ji bo vê yekê em hurmet jê re digrin û wê bi rêzdarî bi bîr tînin.”