Bêrîtan Hêvî li Hesekê hat bibîr anîn

Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li Hesekê hat bibîr anîn.

Hesekê - Kongra Star a Kantona Hesekê bi boneya 32’emîn salvegera Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî Bêrîtan a li sala 1992’an de li dijî êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê heya kêliya xwe ya dawiyê li berxwe da û xwe ji zinaran avêt, bi dirûşmeya “Li hemberî dagirkerî û xiyanetê “Jin, Jiyan, Azadî” li Gulîstana Xabûr a bajarê Hesekê a kantona Cizîrê çalakiya bîranînê lidarxist.

Di çalakiyê de de wêneyên Bêrîtan Hêvî, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa  ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ’Na ji dagirkerî û xiyanetê re’, ‘Na ji êriş û guhertina demografîk re’ hat hilgirtin.

‘Xeta berxwedaniyê zindî kir’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Remziye Mihemed axivî û wiha got: “32 sal ji tekoşîn, berxwedaniya li hemberî dagirkerî û xiyanetê didome. Şehîd Bêrîtan xwedî kesayetek bi hêz û îrade bû. Bi fikir û ramanê xwe yê azad planên qirkirina gelan têk bir. Bêrîtan ji bo her jinekê  hêz, bawerî û cesaret e. Bêrîtan bi fedekariya xwe xeta berxwedaniyê ji tunekirinê xelas kir û çalakiya wê hişt ku îro em li ser lingê xwe bisekinin û îradeya wê ya xurt siyasetên xiyanetê vala derxist.”

Peyama Abdullah Ocalan

Remziye Mihemed di berdewama axaftina xwe de balkişand li ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: “Rêbertî di hevdîtina îro de tekez kir ku wê bibe hêza çareseriyê, got ku hêza wî ya teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherîne qada hiqûq û siyasetê. Em jî di wê baweriyê de ne lê bila em baş bizanibin yê ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rake sekn û berxwedana me ye.”

Êrişên li ser heremê

Remziye Mihemed da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li ser binesaziya herêmê rêxistinbûyîn û îradeya gelê herêmê dike hedef û wiha bi dawî kir: “Êrişên dewleta Tirk li ser cihên xizmetguzariyê û cihên ku gelê herêmê diparêze wek qirkirina civakî û siyasî pênase dikin. Ev êriş ne cara yekemîn e, ew dixwazin projeya me, rêxistinbûyîn û ewlehiya herêmê têk bibin. Em bi tundî van êrişên şermezar dikin û peyama me jî ewe em ê heta dawî li berxwe bidin û bang li rêxistinên mirovî dikin ku rê li ber van kiryaran bigirin ji ber ku yê tê hedefgirtin sîvîl in.”

Çalakî  bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî bû.