Bêrîtan Hêvî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bîranîn
Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star a herêma Şehba û Firatê têkoşer Bêrîtan Hêvî di salvegera xwe ya 29`emîn de hat bibîranîn. Li Şengalê jî jinên ciwan ji bo bîranîna wê helaw çêkirin û bela kirin.
Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star a herêma Şehba û Firatê têkoşer Bêrîtan Hêvî di salvegera xwe ya 29`emîn de hat bibîranîn. Li Şengalê jî jinên ciwan ji bo bîranîna wê helaw çêkirin û bela kirin.
Şengal/Şehba/Kobanê- Têkoşer Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di 25`ê Cotmeha 1992`an de li dijî êrîş û lihevkirina PDK`ê, Îran û dewleta tirk ên ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê Kurdistanê dest pê kiribûn, ji bo ku nekeve destên pêşmergeyan xwe ji ser zinarê çiyayê Lêlekanê avêtibû. Bi munasebeta 29`emîn salvegera têkoşer Gulnaz Karataş, Rêxstina Kongreya Star a Herêma Şehba û Firatê ew bi bîr anî. Ji ber Bêrîtan ji helawê hezdikir, her sal li gelek deveran ji bo bîranîna wê helaw tê çêkirin û belakirin. Jinên ciwanên Şengalê jî bi heman wesîleyê helwa çêkirin û li ser welatiyan belakirin.
Li Kobanê merasîma bîranînê
Di bîranîna ku li navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê hat lidarxistin de komîn, meclis, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û bi dehan ji şêniyên Kobanê amade bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Pişt re endama meclisa leşkerî ya kantona Kobanê Seyran Efrîn axivî.
Seyran Efrîn got: "Têkoşer Bêrîtan bi çalakiya xwe bû sembola jiyana azad. Ew bi kesayeta xwe ya berpirsyar, têgihîştî û pêşeng li hemberî dijmin û îxanetê bû bersiv. Bi çalakiya wê re artêşbûyîna jinan dest pê kir. Ji ber vê em îro weke jin xwe li ser bingeha mîrateya wê birêxistin dikin û têdikoşin. Em dibînin xeta îxanetê ku şehîd Bêrîtan li dijî wê şer kir, heta roja îro berdewam dike. Çawa ku di 1992`an de hêzên komploger li dijî tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşeke berfireh dest pê kirin, em di roja îro de heman tiştî dijîn. Ji ber vê divê ku em bi heman biryardarî, hêz û ruhê şehîd Bêrîtan têbikoşin û li ber xwe bidin."
Piştî axaftinan sînevzyona li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtan hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
Jinên ciwanên Şengalê ji bo bîranîna Bêrîtan helaw belakirin
Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) îro li gundê Guhbel ji bo bîranîna Bêrîtan Hêvî helaw li malan belav kirin û behsa wate û girîngiya vê rojê kirin.
Yek ji jinên ciwan ên beşdarî çalakiyê bû Xezal Xeyro diyar kir ku Bêrîtanê li dijî îxanetê şer kiriye ji bo vê wê nêzî xwe dibînin û destnîşan kir ew ê her dem li ser şopa wê bimeşin û got; “Em îro li Guhbelê ji bo bîranîna Bêrîtanê helawê belav dikin. Ew jinên ku helawê ji me girtin li me guhdarî kirin. Me ji wan re behsa wate û girîngiya vê rojê kir. Dibêjin ku hevala Bêrîtan ji helawê gelekî hez dikir ji bo wê em jî piştî fermanê di salvegera şehadeta wê de helawê li malan belav dikin. Em li gelek malan geriyan. Hevala Bêrîtan jî weke jinên êzidî teslîmiyet qebûl nekir. Em hêzê jê digrin û her deme m ê li ser xeta wê bimeşin.”
Yek ji dayikên ku helawê ji destên jinên ciwan girt Helkû Mîşojî hestên xwe anî ziman û got; “Ev ciwanên jin ên ku hatine gel me ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan helawê ji me re belav dikin. Hemû şehîdên me ji bo me girîng in.”
Jinên Şehbayê bi boneya bîranîna Bêrîtan meşiyan
Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana jinên azad em ê xeta îxanetê têk bibin "Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê meşek ji bo bîranîna salvegera 29'emîn a têkoşer Bêrîtan Hêvî li kantona Şehbayê li dar xist. Meşa ku ji du aliyan ve pêk hat ji dibistana Mûşet a navçeya Fafînê dest pê kir û aliyê din ji gundê Maratî yê navçeya Ehdasê dest pê kir. Di dawiyê de her du milên meşê li parka navçeya Ehdasê gihîştin hev û veguherî mêtîngê. Bi sedan jinên Efrîn û Şehbayê herikîn qadan û têkoşer Bêrîtan bi bîr anîn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Bêrîtan Hêvî, alên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê hatin hildan.
Meşê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir piştre daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a Efrînê Rîhanê Elo ve hat xwendin. Rîhanê wiha got: "Ji Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniyan ber bi axa şer û pevçûnê ve ji bo kolekirina vîna gelan bi taybetî vîna jinên berxwedêr û tekoşer. Jinên li Rojhilata Navîn li hemberî siyaseta qirkirin û înkarê ku li ser civakê tê meşandin li ber xwe dane. Ji van jinên berxwedêr têkoşer Bêrîtan Hêvî bi lehengî û qehremaniya xwe tê nasîn. Berxwedêr Bêrîtan li hemberî zilim û zora faşîzma tirk serî hilda. Li hemberî xeta xiyanetê ya lil Başûr serî netewand.
Di dawiyê de Rîhanê wiha got: "Em weke jinên Efrîn û Şehbayê têkoşer Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînin, di salvegera 29'emîn a şahadeta wê de soza me ew e ku em şopdarên xeta têkoşer Bêrîtan bin. Em ê têbikoşin ji bo azadî û rûmetê û li jiyana azad xwedî derbikevin."
Meş bi diruşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.