Berendam îtirazên xwe pêşkêşî komîsyona hilbijartinê dikin
10’ê Cotmehê li Iraqê hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê pêk hat. Piştî encamên destpêkê hatin ragihandin, gelek partî û berendaman îtiraza encamên hilbijartinê kirin.
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Piştî ragihandina encamên hilbijartinan hê jî rewş aloz e. Hejmarek tifaqên hilbijartinê û hêzên siyasî li encamên hilbijartinê îtiraz kirin her wiha berendamên serbixwe ji bo çend herêm û navçeyên girêdayî çend parêzgehên Iraqê nerazîbûna xwe diyar kirin.
12’ê Cotmehê, Navenda Bexdayê ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku zêdeyî du milyon deng di hilbijartinên ku di 10’ê Cotmehê de hatin lidarxistin de hatine windakirin.
Endamek Navenda Mafên Mirovan a Bexdayê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re piştrast kir ku du milyon deng winda bûne. Ev ne texmînek an encamnameyek e lê rastiyeke ku bi rêya çavdêriya hilbijartinan ji nêz ve hatiye şopandin û got: “Ji hemû dengên ku li hemû parêzgehan hatine rêzkirin, diyar e ku hejmara dengên li dengdêran hatine belavkirin, du milyon dengên ku ji hêla komîsyonê ve hatine ragihandin kêmtir in.”
Her wiha bal kişand ser girîngiya mîsyonên navneteweyî û mîsyona Neteweyên Yekbûyî ji bo çavdêrîkirina vekolîna encamên hilbijartinê û jimartin û rêzkirinê û wiha got: “Em daxwaz dikin ku şandeya Neteweyên Yekbûyî, Komîsyona Hilbijartinê û hemû sazî û dezgehên hukmî yên navneteweyî, pêkanîna vekolînek rast û zelal a encamên hilbijartinê û berhevkirina encaman çêbikin.”
“Dengên me hatine windakirin”
Her wiha Yusra Mehemed da zanîn ku ew ê helwestek cidî li hemberî her tiştê ku diqewime bigre û wiha got: “Me gelek deng, bi hîle di encama hilbijartinê de winda kirin, deng bi encamên rastîn bi delîl û belgeyan re li hev nakin û ez ê îtîraza hiqûqî bikim. Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku ji sê hezaran zêdetir deng bi dest xistine lê kasetên cîhaza dengdanê îsbat kirin ku wê ji 4000 zêdetir deng girtine.”
“Em ê tişta pêwîst bikin da ku di hilbijartinê de sextekarî neyê kirin”
Di heman çarçoveyê de, Abdul Amir El-Taiban El-Dabi bi bîr xist ku dengê wê hatine dizin û daxwaza jimartinê kiriye û got: “Em ê li hemberî diziya dengên xwe bêdeng nemînin û her tişta pêwîst bikin da ku di hilbijartinê de sextekarî neyê kirin. Destwerdana çend welatan di plana ku ji berê ve hatibû plankirin de heye. Hin welatên Xelîcê hene ku bi destên Iraqê hewl dane û bi cih kirine ku encamên hilbijartinê biguherînin da ku xwe bigihîjînin hin partiyan û kesên ku xizmeta wan dikin xurt bikin.”
Li parêzgeha Besrayê, nakokiyên qebîleyê zêde bûne, ji ber ku qebîleya berendam, Refîq El-Salihî, piştî ku di hilbijartinan de têk çû çek hilgirt, tevî ku gelê herêmê û qebîleya wî dengên xwe dan wî, ev jî bû sedema aciziya gelên herêmê û bi çekan derketin ku dengên wan hatine dizîn.
“Me dikaribû encamên baştir bi dest bixista”
Nûr Nafeh El-Cîlîhawî îtirazên xwe pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê kir ji bo nehevsengiya hejmara dengdêrên ku Komîsyonê bi kasetên amûrên dengdanê ragihandine, îsbat bû wê hejmarek zêde deng bi dest xistine û kursiyek li parlamentoyê bi dest xistiye û got: “Ez encamên îtirazê bi pisporan re dişopînim, ji ber ku hejmara dengên ragihandî ji encamên kasetên navendên dengdanê pir kêmtir in û ev di rastiya hejmara dengên ku min bi dest xistine de kêmasiyek eşkere ye. Me dikaribû encamên baş bi dest bixista lê ya herî girîng ew e ku me baweriya dengdêrên Iraqê yên ku hêviya xwe di me de dibînin bi dest xist.”
Bi xurtbûna nakokî û lihevnekirinê re, gefxwarin di navbera hin partiyên ku ji encamên hilbijartinê re îtiraz dikin û alîgirên tevgera Sadrist de, di nav tirsa gel a ji şer, zêde bûye.