Berdevka TOP’ê Julîana Gozen hate binçavkirin
Endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Juliana Gozen di encama serdegirtina malê de hate binavkirin.

Îzmîr-Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Gozen bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.