Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî hevdîtina wan bi NY re nirxand
Berdevka TAJÊ encamên hevdîtina wan weke rêveberiya Şengalê bi nûnera NY a Îraqê re nirxand û got: “Armanca me ew bû em rewşa gelê Êzidî ya ji fermanekê derketî û îro xwe dibin siwana Rêveberiya Xweser a Demokratik de rêxistin dike bidin nasîn her wiha berpirsyartiyên wan bi bîrbixin.”
Şengal - Şandeyek a Neteweyên Yekbûyî bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re hevdîtinek li darxist. Şande ya Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê li meclisa gel a Serdeştê ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Sabiha Sebrî û cigirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratik ê Şenglê Heso Îbrahîm ve hatin Pêşwazî kirin. Piştî Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an cara yekê duh li ser daxwaza Rêveberiya xweser ya Şengalê hevdîtinek li gel Şandeyek a Neteweyên Yekbûyî hate pêkanîn. Di hevdîtina ku li gel berpirsa giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Sollorano re hatî kirin de mijarên sereke danasîna rewşa gelê Şengalê ya piştî fermanê xwe rêxistin kirî, pergala Rêveberiya xweser ya li Şengalê hatî avakirin, herwiha xebatên
Hevserokatî, xebatên jin, perwerde, ewlekarî, abûrî û bi giştî pêdiviyên heyî hatin vegotin.
Mijara din a ku giranî Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û cigirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratik yê Şengalê anîn ziman jî Encamên Fermana 3’ê Tebaxa 1014’an ya li ser gelê Şengalê çêbû, ku di emcama wê de 4017 kes ketin destê DAIŞ’ê ji vana 3300 kes ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgar kirin, ji wan 1107 kes tiştek jê nayê zanîn û bi hezaran kes jî hatin qetilkirin bû. Rêveberiya Xweser û TAJÊ’ê dan diyarkirin ku ji bo cihan erkên xwe yê li beram berî gelê Êzidî pêkbîne divê vê fermanê weke cinosaydekê bibîne û di encamê de jî sucdar û hevkarên wan werin darizandin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Sabiha Sebrî li ser hevdîtina bi berpirsa giştî a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Sollorano re pêkanî de ev agahî da: “ Me li gel berpirsa giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Sollorano hevdîtinek pêkanîn hevdîtin li ser daxwaza me pêkhat. Armanca me ew bû em rewşa gelê Êzidî ya ji fermanekê derketî û îro xwe dibin siwana Rêveberiya Xweser a Demokratik de rêxistin dike bidin nasîn her wiha berpirsyartiyên wan bi bîrbixin. Ji bo ji vir şûnde di her warî de em bikaribin bi hev re dinava têkiliyekê debin em bi giştî rewşa Şengal weke pergal, sazî, dezgeh û xebatên xwe bi Şandeyê da nasîn. ji vir şûnde wê hevdîtinên me berdewam bikin.”