Berdevka TAJÊ: Peyama Rêber Apo ji bo me bû hêz û morala 8’ê Adarê
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico destnîşan kir ku îsal jinên Êzidî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe wek peyama pêşeroja jiyanê, têkoşîn, berxwedan û azadiyê dibînin.

MEDYA HAWAR
Şengal – Îsal têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê bi pêşengiya jinan çêbû. Jinên Êzidî peyamên Ocalan ji bo xwe wek peyama pêşeroja jiyanê, têkoşîn, berxwedan û azadiyê dibînin. Ne tenê 8’ê Adarê, hemû rojan vediguherînin rojên têkoşîn, berxwedan û azadiyê.
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico li ser 8’ê Adarê, têkoşîna jinên Êzidî ya di nava salek de, ji ajansa me re axivî.
‘Ruhê 8’ê Adarê sal bi sal li Şengalê xwe zêdetir nîşan dide’
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîham Hico di serî de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û da zanîn ku îsal wan 8’ê Adarê bi perwerdeyên guhertinên zihnî pêşwazî kirine û wiha got: “Em 8’ê Adarê di serî de li mîmarê felsefeya jin, jiyan, azadî Rêber Apo, hevalên şehîd bi taybetî hevalên jin, li malbatên şehîdan û hemû jinan pîroz dikin. Ruhê 8’ê Adarê sal bi sal li Şengalê zêdetir derdikeve holê. Îsal weke TAJÊ projeyên me ji aliyê guhertina zihnî ve hebûn. Ji ber ku ji aliyê zihnî ve paşvemayînek heye. Ji ber vê me îsal bi xebatên xwe giranî da perwedekirina zilaman, li ser esasê hevjiyana azad. Her wiha ji aliyê din ve girîngiya vê rojê bi jinan jî da famkirin. 8’ê Adarê ne tenê roja ku em cil û bergên xwe li xwe bikin, xwe bixemilînin û dakevin qadan e. Em ji bo mafên xwe, divê em ji bo jiyana azad têbikoşin, ji bo me wateya 8’ê Adarê ev e.”
‘Banga Rêber Apo xîtabî ruhê me kir’
Rîham Hico diyar kir ku peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser xweşiya îsal a 8’ê Adarê kiriye û wiha got: “Di nava evqas kar û xebatan de bi rastî jî peyama serdemê derket pêş. Dema me daxuyaniya 8’ê Adarê dida, em wê demê li benda daxuyaniya peyama serdemê bûn. Niha banga ku Rêbertî kir, bêguman mora xwe li 8’ê Adarê da. Banga aştî û civaka demokratîk, em weke civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî pir baş dibînin. Civaka herî aştîxwaz, demokratîk û ya ku zirarê nedaye tu kesan, civaka Êzidî ye. Niha civaka Êzidî û baweriya Êzdayetiyê destpêkê dibêje li 72 netewan, piştre li me were rehmê. Em jinên Êzidi bi rihetiyeke mezin têkoşîna ji bo azadiya jinên Êzidî û civakê didin meşandin û ev ruhê 8’ê Adarê ye. 8’ê Adarê ne tenê ji bo jinên Êzidî ji bo her beşa civakê derbasdar e.”
‘Bi berxwedanê tecrîd şikest’
Rîham Hico bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û da zanîn ku di encama têkoşîn û berxwedanê de ev tecrîd hatiye şikandin û wiha got: “Pêngava ku bi giştî Rêveberiya Xweser îlan kiribû ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî, du sal in TAJÊ, jinên Êzidî pêşengî jê re dikin. Bi rastî em kêfxweş dibin, ji bo me jinên Êzidî cihê şanaziyê ye. Berxwedana ku li her derê cîhanê jin ji bo Rêber Apo didin meşandin bû wesîle ku dewleta Tirk tengav bibe û hevdîtin bi Rêber Apo re bike. Îro ev hevdîtinên ku li Îmraliyê hatibûn kirin, encama berxwedana Rêber Apo ne, encama berxwedana gerîlayên azadiyê ye, encama berxwedana jinan û civakê ye. Jinên Êzidî jî keda wan di vê berxwedanê de hebû, ev yek li ba me cihê kêfxweşiyê ye. Me di nava du salan de weke TAJÊ rexnedayîna wê gelek caran da. Em li benda wê rojê ne ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, were nav civaka Êzidî û Şengalê. Her jineke Êzidî bi xeyala hatina Şengalê ya Rêber Apo ye. Em rexnedayîna wê didin ku heta îro me berxwedan û têkoşîna xwe ne anî wê astê ku Rêbertî bi fîzîkî were azadkirin.”
‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’
Rîham Hico bal kişand ser pêngava naskirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civaka Êzidî de û wiha got: “Di nav salekê de bi rastî di hemleya xwe de me girîngî da nasandina Rêber Apo. Îsal jî berdewamiya hemleya Rêber Apo bixwîne û bide xwendin me da destpêkirin. Êdî em dixwazin Rêberatî ji çarçoveyên xetên qalind derxin û civak bi kûrahî fêrî felsefeya Rêber Apo bibe. Hemleya Rêber Apo bixwîne û bide xwendin ku me di 26’ê Çileyê de da ragihand, di 8’ê Adara de derbasî pratîkê bû. Em bibêjin ji aliyekî ve semîner ji bo mêran hatin dayîn. Hevjiyana azad felsefeya Rêbertî ye û divê em vê felsefeyê bi civakê bidin nasandin. Her wiha li ser vî esasî broşûr hatin belavkirin, pankart hatin daliqandin, xebatên cuda cuda hatin kirin. Ji bo jin bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin pêwîstî bi parastinê heye. Rêbertî me fêrî parastinê kir. Parastinek çawa? Ji çanda xwe heta baweriya xwe û her tiştî parastin divê. Pêwîst e weke jin em destkeftî û rêxistinbûna xwe biparêzin. Em neteweya demokratîk û biratiya gelan pratîze dikin û cudabûna îsal ji vî milî ve hebû.”
‘Em ê têkoşîna xwe bilind bikin’
Rîham Hico di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Heta Rêbertî bi fîzîkî azad nebe em ê vê têkoşînê bidomînin. Bi wesîleya 8’ê Adarê dê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê û hêzên hegemon, li hemberî hêzên desthilatdar mezintir û xurtir bibe. Çiqas em têkoşîna xwe mezintir bikin em ê ewqas bikaribin hêzên beramberî xwe lawaztir bikin. Ev têkoşîn bi şêwaza perwerdekirina civakê dê pêk were. Divê em li şûna tiştên ku hêzên hegemon di nav civakê de dane rûniştandin, felsefeya Rêber Apo bidin bicihkirin û dê ev jî bi têkoşîna me ya jinan were misogerkirin.”
‘Em ê jinên Îraqî bikşînin nava têkoşînê’
Rîham Hico bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha got: “Niha li her qadê têkoşîna jinan di asta herî jor de ye. Îro jin li hemberî dagirkeriyê têkoşîneke bêhempa dimeşînin, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têdikoşin, li Şengalê jin di asta herî jor de têdikoşin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Divê em jin têkoşîna xwe hevpar, mezintir bikin û hev hembêz bikin. Niha xebata li pêşiya me jî ev e, em ê jinên Îraqê bikşînin nava vê têkoşînê. Niha hewldanên me belavkirina fikir û felsefeyê ye. Di nava sala borî de hewldanên ji bo vê hatin dayîn, di 3’yê Tebaxê de TAJÊ konferansek li Bexdayê li dar xist, gelek sazî û dezgehên cuda beşdar bûn. Lê ji bo yekitiya jinan çênebe bi taybetÎ hêzên dewlet û hegemon her tiştÎ kirin û ev hêz gelek ji yekitiya jinan ditirsin. Lê îro ji bo derketina jinên zana, em kar û têkoşînê dimeşînin. Niha dewlet ji vî tiştî pir ditirse, ji bo vê her cihê ku em dest diavêjin heta ji destan tê mudaxele dike. Lê ruxmê vê jî weke TAJÊ di asta herî jor de berxwedana me li Îraqê tê naskirin. Tevgera jinan û jinên Êzidî ku xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandin tê naskirin. Êdî ne dewleta Îraqê dikare pêşiya vî tiştî bigre, ne hêzên PDK’ê û ne jî hêzên navneteweyî. Niha jinên Êzidî ku xwe ji xweliya xwe afirandine bandoreke pir mezin li ser jinên Îraqî çêkirine. Ev tiştê ku derketiye holê dihêle em jinên Êzidî têkoşîneke xurtir bimeşîni. Niha me bingeheke li Iraqê daye avêtin. Ruxmî êrîşan jî ev têkoşîn xurtir tê meşandin da ku demên pêş em karên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li dijî dagirkeriya ku li ser jinan tê meşandin, xebatên hevpar bimeşînin. Di demên pêş me de xebatên ji bo jinên Îraqî wê berfirehtir bibin.”
‘Peyama Rêber Apo hêz û moral da me’
Rîham Hico da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, coşa 8’ê Adarê zêdetir kiriye û wiha got: “Banga dîrokî ya Rêber Apo ji bo me coşa 8’ê Adarê kir du qat. Bi her jinê re hêz, moral û coşa 8’ê Adarê derxist asta herî jor. Ji roja ku peyam hatiye dayîn ve heta niha li her qadê jin di nava şahiyê de ne, di nava serhildanê de ne.”
Rîham Hico da zanîn ku hêz û îradeya jinan û civaka Êzidî, ji felsefeya bihêz a Rêber Ocalan e û wiha got: “Rêbertî ji me civaka Êzidî re jî peyam şand û em bi vê peyamê gelek kêfxweş bûn. Îro roj li ba Rêberekî, feylozofek navneteweyî doz û baweriya Êzidiyan girîng e û Rêber Apo ne Rêberek ji rêzê ye, bi milyonan însan li pey wî ne û ev li ba me civaka Êzidî jî girîng e. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro civaka ku kesê guh nedidayî, tê dîtin. Civaka ku bi rojane rastî fermanan dihat, îro xwedî parastin e, xwedî rêveberî ye, xwedî îrade ye. Jinên Êzidî ku di her serdemê de her roj li sûkan dihatin firotin, îro li Şengalê xwedî îrade ne, li pêş in û li meydanê li pêşberî her kesê diaxivin. Ev hemû tişt jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo çêbûn.”
‘Em ê her dem pêşengiya têkoşîna azadiyê bikin’
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîham Hico di dawiya axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Berê me got baweriya Êzidayetiyê û felsefeya Rêber Apo nêzî hev in û banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk û her wiha peyama wî ya merheleyek nû, ji bo civaka Êzidî, dubare vê yekê misoger kir. Em banga Rêber Apo wek talîmata bilindkirina têkoşînê digrin dest. Heta misogerkirina azadiya jinan, xweseriya Şengalê û azadiya civaka Êzidî, em ê pêşengî ji têkoşînê re bikin. Bi wesîleya 8’ê Adarê û banga Rêbertî em ji Şengalê heta Îmraliyê silav û hezkirinên xwe bi bêhna nergîzan ji Rêberê neteweyî re, ji xwediyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî re dişînin. Her wiha banga me ji bo hemû jinan, bi taybetî ji bo jinên Êzidî ew e ku bi coşeke mezin, bi ruhekî xurt tevlî pîrozbahiyên 8’ê Adarê bibin û 8’ê Adarê bikin wesîleya îradebûna jinan, azadiya jinan, aştî û civaka demokratîk a Şengalê.”