Berdevka DEM Partiyê: Şert û mercên azad ji bo birêz Ocalan ava bikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast tevlî pêvajoyê bibe û got: “Divê êdî pêvajo bighîje encamek.”

Navenda Nûçeyan- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî mijarên di civîna MYK’a de hatine girtin û geşedanên dawî, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da.

 Li gorî ruhê pêvajoyê gav nayên avêtin

Ayşegul Doğan anî ziman ku di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan de gelek mijar hatine nirxandin û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xebatên komîsyonê, çerçoveya qanûnan û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, mijarên civînê bûn. Pêvajo weke ku em dixwazin nameşe lê bi awayekî didome. Fersendeke dîrokî li pêş me ye. Divê ev fersend baş bê bikaranîn. Divê li gor ruhê vê pêvajoyê gav bên avêtin. Lê mixabin li gorî ruhê pêvajoyê gav nayên avêtin. Divê ev firseta aştî û demokratîkbûyînê bi gavên qanûnî bê mîsogerkirin. Divê girtiyên ji doza Kobanê bên berdan. Girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê divê pêk werin. Li şûna ku ev gav bên avêtin li Selahattîn Demîrtaş, bi hinceta ‘heqaret Serokkomar kiriye’ ceza tê birîn. Ev yek jî li dijî ruhê pêvajoyê û hiqûqê ye. Divê zimanek erênî û diyalogê bê tercîhkirin.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser xebatên Komîsyona Meclîsê û wiha got: “Ya ku komîsyon bike êdî çerçoveya qanûnî ye, diyarkirina qanûnî ye. Divê komîsyon li gor ruhê hiqûqa xwişk-biratiyê û demokratîkbûyînê qanûnan pêşniyar bike. Ji bo wê jî xebatên komîsyonê pir girîng û dîrokî ne. Ya ku em ji komîsyonê dixwazin jî ew e ku rapora hevpar li gor ruhê pêvajoyê amade bike. Geşedanên li derve û hundir jî nîşan dide ku divê ev pêvajo bighîje encamek.”

Geşedanên li Îranê û Venezuelayê

Ayşegul Dogan derbarê êrîşa Amerîkayê ya li dijî Venezuelayê û geşedanên li Îranê de jî wiha axivî: “Bandora vê êrîşê dê di pêşerojê de jî xwe bide der. Ew êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. DEM Partî li dijî vê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji bo hemû cîhanê xetereyan dê bi xwe re bîne. Em hem li dijî destwerdanên ji derve ne û hem jî li dijî rejîma otorîter a Venezuelayê ne. Lê çareseriya vê ne mudaxaleya derveyî ye, ev li dijî biryara gelên li wir e. Li Îranê jî niha heman rewş heye. Gelên Îranê li dijî bêhiqûqiyê li kolanan in. Ji bo wê jî divê bi demokratîkbûyînê pirsgirêk bên çareserkirin. Li wir welatiyên ji gelên cuda bi awayekî dij hiqûqî tên dervekirin. Em piştgirî didin gelên Îranê ku ji bo maf û azadiya xwe li kolanan in.”

Divê Tirkiye bi rolekî erênî li Sûriyeyê rabe

Ayşegul Dogan têkildarî êrîşên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ev tişt anîn ziman: “Divê êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî Kurd, Elewî, Durzî û netew û baweriyên cuda demildest bên sekinandin. Ev 2 roj in bi çekên giran taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên bombebarankirin. Di êrîşan de komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî cih digirin. Em li vir dibêjin; Divê Tirkiye bi rolekî erênî li Sûriyeyê rabe. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku mafên hemû gelan bê naskirin, em têdikoşin. Çawa em ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûyînê dixwazin, em li Sûriyê jî dixwazin. Bi mehan e ew her du tax di bin dorpêçê de ne û nikarin bighîjin pêdiviyên xwe bingehîn. Peymana 10’ê Adarê demokratîkbûyîna Sûriyeyê ye. Divê Peymana 10’ê Adarê li gorî demokratîkbûyînê bikeve meriyetê. Ya ku dikeve ser milê me jî pêkanîna zemîna vê yekê ye. Divê hêzên garantor jî bi berpirsyarî tevbigerin.”

‘Divê şert û mercên azad ji bo birêz Ocalan bên afirandin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: “Birêz Ocalan gelek caran xwest bi gelek derdoran re danûstandinê bike. Bi Mesûd Barzanî, Bafil Talabanî û Mazlum Ebdî re hevdîtînê bike. Birêz Ocalan li ser geşedanên Rojhilata Navîn jî gelek pêşniyar kir û dike. Ji komîsyonê re jî kirin. Deriyên Îmraliyê vekin bila birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hemû derdoran re danûstandinê bike.”

‘Tiştek neyînî di pêvajoyê de tuneye’

Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran jî ev bersiv da: “Daxwaza heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku bi serokkomar re hevdîtinê bike heye lê hê seat û dem ne diyar e. Her wiha hevdîtina heyetê bi birêz Abdullah Ocalan re dê pêk were, lê hê jî dem ne diyar e. Lê divê ev weke tiştekî neyînî neyê nirxandin. Tiştek neyînî di pêvajoyê de tuneye. Birêz Ocalan ji bo çareseriya Sûriyê jî gelek pêşniyar kirin. Ji bo em nirxandinên birêz Ocalan û pêşniyarên wî yên çareseriyê hîn bibin, divê rasterast pê re danûstandin bê kirin. Heta niha Tirkiyê ji bo Helebê daxuyaniyek nedaye. Em dixwazin Tirkiye li wir bi roleke erênî rabe. Em jî piştgiriyê didin berxwedêrên ku dixwazin di taxên xwe de bi maf û azadiya xwe bijîn.”