Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan: DEM bi dilxwazên xwe li qadê serwer e

Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan li avahiya navenda giştî ya partiya xwe de daxuyanî da û got: “Em bi hevre li deng û sindoqên xwe xwedî derbikevin.”

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kar û barê dengdanê berdewam dike, nûçeyên hîleyan jî serhev tên. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî hilbijartinê li navenda giştî daxuyanî da çapemeniyê.

Ji bo sindoqan bang

Ayşegul Dogan, di destpêka axaftina xwe de hişyar kir ku ji zanyariyên xelet divê destur neyê dayîn û wiha got: “Bênavber ji Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ji wan re agahî tên. Em ê di tevahiya rojê de agahiyan bidin. Her kes mereq dike bê ka li qadê çi diqewime. Agahiyên pir tevlihev û nerast tên. Di serî de banga min ji bo dilxwazên DEM Partiyê ye; piştrast bin ku DEM Partî bi temamiya hêza xwe li qadê ye. Li bajarên kurdan dengdayîn heta saet 16.00’ê ye. Li bajarên din jî heta saet 17.00’an dê bidome. Banga me ew e ku her kes biçe dengê xwe bide, xwedî li îradeya xwe derkevi, sindoqa xwe neterikînin. Ev mafê we ye.”

 ‘Emê xwedî li sindoqên xwe derbikevin’

Ayşegul Dogan, da zanîn ku tevî hemû astengkirinên dewletê jî wan bi coşeke mezin kampanyaya xwe ya hilbijartinê domand û ev tişt anî ziman: “Desthilat ku bi taybet jî li bajarên kurdan hemû derfetên dewletê bi kar tîne, tevî hêzên ewlekariyê bêusulî û bêhiqûqtiyên xwe didomîne. Em dizanin hûn bihêrs in lê vê hêrsa xwe bi çûyîna ser sindoqan û dengdayînê derxînin. Bi taybet jî banga me ji bo gelê kurd ê li Kurdistanê ye; moralê xwe nexweş nekin, guh nedin agahiyên nerast, dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Em ê destûrê nedin ku tenê yek dengê me bê hebakirin.  Her dengê li dijî xespkirina îradeyê tê bikaranîn, ji bo demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û aştiyê ye. Lewma jî dilxwazên DEM Partiyê yên hêja; dengê xwe bidin û xwedî lê derkevin. DEM Partî li qadê ye û ji bo xwedîderketin û parastina deng û vîna we bi baldariyeke mezin didomîne. Bila tu kes nebêje ‘bi dengekî tiştek naguhere.’ Divê her kes biçe ser sindoqan û gelek hîleyan vala derxîne. Bi dengekî gelek tişt diguherin. Deng çiqas zêde bin, em ê ewqas bêhtir bikarin rê li ber hîle û bêusûliyan bigirin.

Belgeya hejmar 142

Mijareke din a girîng jî belgeya Hejmar 142. Her DEM Partiyiyek li dijî bikaranîna belgeya Hejmar 142 dizane dê çi bike. Ji bo dengên mukerrer neyên bikaranîn û bêusûlî neyên kirin divê li berpirsyartiya xwe rabin. Em ji nêz ve dişopînin bê ka kesên dengê xwe didin çawa didin. Ji kerema xwe belge û nasnameyên kesên dengê xwe didin bidin berhev.

Em dengê xwe ji bo hebûn, ziman û çanda xwe didin. Coş û kelecana xwe biherikînin ser sindoqan da ku em bi hev re govenda serkeftinê bigerînin.

 Bang li bajarên Kurdistanê kir

Bi taybet jî dîsa ji bo Kurdistaniyan dibêjim; dengdayîn saet di 16.00’ê de bi dawî dibe. Zû dest pê dike lewma dê zû bi dawî bibe. Em li vir in, li qadê û li her devera deng lê tên dayîn in. Lê divê hûn jî li vir bin. Em bi hev re xwedî li deng û sindoqan derkevin. Em ê her saetê agahiyên nû bidin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”