Berdevk Nûjiyan Gunay: Ferman bi polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dike

Berdevka Meclisa Jinên Êzidî ya Elmanyayê Nûjiyan Gunay diyar kir ku jinên Êzidî li Şengal û dîasporayê bi awayekî berfireh hatin rêxistinkirin û berxwedaneke bêhempa nîşan dan û got ku ferman bi polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dike.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal-Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê di encama lihevkirin û îxaneta PDK û hikûmeta Iraqê de êrîşî Şengalê kir. Di êrîşa çeteyan de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin wek dîl hatin kirîn-firotin û bi hezaran êzidî ji cih û warên xwe bûn. Di dema fermanê de hemû dinya çavên xwe ji êrîşên DAIŞ’ê yê li ser Şengalê re girt û êzidiyan di lepên çeteyên hov de hiştin. Lê şervanên tevgera azadiya Kurdistanê û hêzên rojavayê Kurdistanê ji bo rizgarkirina êzidiyan berê xwe dan Şengalê û planên hêzên navneteweyî têk birin. Piştî hatina şervanên azadiyê êzidiyên ku berê xwe dabûn çiyayan jî tev li şerê dijî DAIŞ’ê û parastina axa xwe bûn. Piştî şikandina êrîş û hovîtiya çeteyan êzidî bi pêşengtiya jinan dest bi rêxistinbûn û avakirina hêzên xwe ya parastinê bûn. Meclis û komînên xwe ava kirin, hêzên xwe yên leşkerî ava kirin û xweseriya xwe îlan kirin.

Ev 10 sal in êzidî bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê xwe bi xwe birêve dibin û parastina xwe bi hêzên xwe yên ku ji zarokên wan hatiye avakirin, pêk tînin. Lê tevî 10 sal ji ser fermanê bû, tevî ku ferman ji aliyê gelek welatan ve wek jenosaîd hatiye qebûlkirin, hê jî TAJÊ di serî de tu sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûlkirin, berovajî cihê ku Iraq fermanê û mafê Êzidiyan a xwe bi xwe rêvebirinê nas bike bi dewleta Tirk û PDK’ê re ketiye nav planên qirêj û bi girtina partiya PADÊ hewl didin xweseriya Şengalê ji holê rabike. Lê ev 10 sal in civaka Êzidî bi pêşengtiya jinan li ber xwe dide li dijî hemû êrîşan.

Li ser 10’emîn salvegera fermanê, xebatên jinên Êzidî yên derveyî welat û dîasporayê û hwd. me bi Berdevka Sîwana Meclisa Jinên Êzidî yên Elmanyayê Nûjiyan Gunay re axivî. Nûjiyan Gunay ji kar û xebatên ku li derveyî welat tê meşandin heta avakirina dadgeheke navneteweyî ya ji bo darizandina DAIŞ’iyan, ji rêxistinbûn heta mijara koçberiya derveyî welat, gelek mijaran ji ajansa me re nirxand.

Nûjiyan Gunay di destpêka axaftina xwe de li ser navê SMJÊ’yê 10’emîn salvegera fermana 74’an ya ku di kesayeta jinên Êzidî de 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ û hevalbendên wan ve li dijî civaka Êzidî pêk hat, bi tundî şermezar kir û cangoriyên fermana 74’an bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

‘Ev 10 sal in hê jî edalet pêk nehatiye’

Nûjiyan Gunay diyar kir ku ev 10 sal li ser fermanê derbas bûye lê hê jî edalet pêk nehatiye û wiha got: “Hêj xwîn ji birînin Şengalê tê. Hê jî civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî hem li welat hem jî derveyî welat berxwedan û têkoşînek bêhempa dide meşandin da ku îradeya civaka Êzidî were qebûlkirin û ji bo vê yekê di nav hewldanan de ye. Civaka Êzidî piştî fermanê bi rastî ket nava liv û tevgerê wê çawa bibe bersiv ji bo vê fermanê, wê çawa karibe bersiv bide DAIŞ’iyan. Vê dijwariya fermanê ya li ser jinên Êzidî karî pêk were, êrîşa ewqasî berfireh û dijwar biêş heta îro di dilê her jineke Kurd de birîn vekiriye. Ji ber ku jinên Êzidî li Şengalê ne xwedî bi îrade bû, ne birêxistinkirî bû rastî êrîşeke wiha dijwar hat. Civak hemû ne bi rêxistinkirî bû lê bi taybet jinên Êzidî, îradeya wê di destê herkesî de bû lê ne di destê wê de bû. Îradeya civakê destê wan hêzan de bû ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de biryar dan xwe vekişînin û civak di nav lepên DAIŞ’iyan de bihêlin. Ew hêz civak firotin DAIŞ’iyan. Îro ew hêzên ku xwe mafdar dibînin û xwe xwedî wî mafî dibînin ku dibêjin em vegerin, em xwediyê Şengalê ne, mîna beriya 3’yê Tebaxê tiştek nebûye. 10 sal li ser fermanê derbas bû, hem Iraqê hem jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ew derfetên wan hebûn ku lêborîna xwe ji civaka Êzidî bixwazin, lêborîna xwe ji jinên Êzidî bixwazin. Lê nekirin, ew mezinbûnê di xwe de nedîtin. Îro roj bi cîhanê re kar û xebateke berfireh a siyasî dimeşînin ka wê çawa Şengal dîsa bixin bin desthilatdariya xwe. Çawa karibin peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Xwe xwedî wî mafî dibînin ku dîsa werin bibin xwediyê Şengalê. Li şûna ku lêborînê bixwazin dixwazin îradeya civaka Êzidî vala derbixin.”

Xwesteka nasîna TAJÊ ya di navneteweyî de

Jinên Êzidî niha bi TAJÊ re rêxistinbûna xwe hem welat hem jî derveyî welat berfireh kiriye û bi rêya TAJÊ bersiv dide hemû êrîşan. Her wiha jinên Êzidî li derveyî welat jî bi Sîwana Meclisa Jinên Êzidî pêwendî bi sazî û rêxistinên jinan re berfireh dikin.

Li ser rêxistinbûna jinên Êzidî yên derveyî welat Nûjiyan Gunay destnîşan kir ku jinên Êzidî li welat di bin sîwana TAJÊ de xwe bi rêxistin kirine, bi TAJÊ bersiv didin dost û dijminên xwe û ev nirxandin kir: “Li derveyî welat diasporayê jî di bin sîwana meclisa jinên Êzidî, jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirine, meclisên xwe ava kirine, komînên xwe ava kirine, xwedî sîwan in û ji aliyê dîplomasiyê ve hem di nav civaka xwe de hem jî di nav derveyî civaka xwe de bi saziyên derveyî me, saziyên mafên mirovan re, bi jinên ku xwedî gotin re, kar û xebat didin meşandin û pêwendiyên xwe xurt dikin. Li ser vê esasî hewldan û derfetên xwe bi kar tînin ka çawa karibin bibin bersiv ji vê fermanê re, çawa karibin li ser çi esasî û rêbazî edaletê pêk bînin û sûcdar û kiryarên fermanê werin darizandin. Kar û xebatên sîwanê li ser van esasan roja destpêkê heta niha tê meşandin. Em nikarin bêjin em li gorî hat xwestin bûn bersiv ji ber ji aliyek ve me xwe ji fermaneke wisa dijwar re amade nekiribûn. Bi rastî jî her çiqas dîasporayê em di tevgera xwe de birêxistinkiribin jî bi taybet Êzidîyên ji bakurê Kurdistanê gelek ji wan 50-60 sal in li Almanyayê dijîn, bi awayekî bi saya tevgerê xwe birêxistin kiribû. Lê ne wisa bi rêxistinkirîbû ku karibin bibin bersiv ji vê dijwariya fermanê re. Qet di serê me yek kesî jî derbas nebû ku fermaneke bi vî awayî di vê serdemê de pêk were. Çawa karî di sedsala 21’emîn de jin li bazaran werin kirîn û firotin. Ev di serê kesek de jî derbas nedibû. Jixwe piştî 3’yê Tebaxê ne tenê civaka Êzidî mirovahî jî dema xwe ya herî krîtîk û dijwar jiya.”

Konferansa li Ammanê û êrîşa li ser Şengalê

Nûjiyan Gunay di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hêj li bîra wan û ber çavên wan e kî çawa Şengalê firotiye, Êzidiyan di nav lepên DAIŞ’ê de hiştine û kîja hêz ji bo azadiya civaka xwe û pêkanîna erka xwe ya neteweyî ber bi Şengalê ve bi hawara Êzidiyan hatiye û wiha pêde çû: “Jixwe tevgera azadî erkekî netewî li ser milê wê ye, li çar parçeyê welatê xwe bi hawara Kurdistanê ve baz da. Civaka Êzidî jî parçeyek vê welatê ye û bi erka neteweyî ber bi hawara Şengalê ve baz da. Tevgera azadî bi hawara Êzidî ve çû û wan ji qirkirinê rizgar kir. Di heman demê de jî rûyî mirovahiyê spî kir. Em ê her demê, her derê û di nav herkesî de jî spasiya xwe ji bo tevgera azadiyê bînin ziman da ku bizanibin kî me xilas û azad kir û kî me di nav lepên DAIŞ’iyan de hiştin.”

Nûjiyan Gunay îşaret bi plan û projeyên hêzên navneteweyî û herêmî û konferansa ku beriya pêkanîna fermanê li Ammanê pêk hatî, kir û ev tişt anî ziman: “Tevgera azadiyê nehiştiye plan û projeyên hêzên navneteweyî û herêmî ya li ser fermanê biçe serî. Jixwe di konferana Ammanê de ya ku beriya fermanê veşarî hat çêkirin, hemû berpirsyar, berdevkên welatan ên li wir axivî hebûn lê yê ku me û civaka Êzidî diêşîne li wê konfernasê berpirsên Kurd ango jixwe re wisa digotin yanî PDK jî hebû. PDK ku xwe wek rêveberiya herêma Kurdistanê dibîne, xwe wek Kurd pênase dike beriya fermanê li wê konferansê bi DAIŞ’iyan re rûdinê. Yanî beriya fermanê li wê derê biryar hatiye dayîn, plansazî hatiye dayîn ka çawa Musilê radestî DAIŞ’ê bikin da ku DAIŞ bi çekên NATO yên li Musilê bihêz bibe û karibe êrîşî Şengalê bike. Eger ew çekên NATO’yê li Musilê neketa destê DAIŞ’ê, DAIŞ bi wê hêzî nikaribû ewqasî berfireh qirkirinê pêk bîne. Ew konferansa li Ammanê, em hem wek sîwan hem jî TAJÊ ji saziyên mafên mirovan dixwazin ku lêkolîn li ser were kirin. Komîsyoneke lêkolînê were amadekirin û lêkolîn li ser wî konferansê were çêkirin ka çi li wê derê hat kirin. Her wiha lazim e parêzvanên mafên jinan ku pêwendiya me bi wan re heye, lêkolîn li ser 19 jinên Êzidî yên ku li Musilê hatin şewitandin, bikin ji bo pêkanîna edaletê. Ya din jî ji bo pêkanîna edaletê lazim e ew fermandarên pêşmerge yên ku biryara vekişîna li Şengalê dan kî ne, li dadgeha navneteweyî werin darizandin. Ev mafê me Êzidiyan a rewa ye ku vê tiştî dixwazin. Her wiha divê piştevaniya DAIŞ’ê jî werin darizandin. Ev tişt karî bi rêya dadgeheke navneteweyî pêk were.”

‘Ji bo darizandina DAIŞ’iyan divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin’

Li derveyî welat jinên Êzidî bi rêya Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ji bo darizandina DAIŞ’iyan û hêzên destek dane DAIŞ’ê, kar û xebat dide meşandin.

Nûjiyan Gunay li ser vê mijarê da zanîn ku ew hewl didin dadgeheke navneteweyî were ava kirin û ev nirxandinan kir: “Em wek sîwan li Almanyayê ne, kar û xebat didin meşandin. Lê tişta li gorî qanûna Almanyayê divê tu belgeya ku va ye ev sûcdar in deynî ser masê. Pirî caran ev qanûnan rêya van tiştan digirin. Ji ber vê çendî hem ji bo pêkanîna edaletê, ji bo sûcdar werin darizandin, ji bo birînên jinên Êzidî werin dermankirin û her wiha xeteriya li ser Ewropayê were rakirin, ger dadgeheke navneteweyî neyê avakirin dê DAIŞ’iyên di nav Ewropayê de jî neyên darizandin, ji ber ku îspatkirina wan zehmet be. Ji bo vê divê dadgeheke taybet a navneteweyî were avakirin û li gorî qanûnê werin darizandin. Di vê mijarê de yên ku li dij derdikevin hene û yên ku piştgirî didin jî hene. Yên aliyên ku bi xwe jî fermanê qebûl nekirine herêma Kurdistanê û Iraq bi xwe ne. Çima qebûl nake, dema Iraq fermanê qebûl kir divê DAIŞ’iyan dadgeh bike her wiha yên ku Êzidiyan neparastine jî dadgeh bike. Ji ber ew bi xwe ne, ew bi xwe Şengal neparastin, ew bi xwe Şengal di nav lepên DAIŞ’ê de hiştin, ev xalekê ye. Xala duyemîn jî peymana Roma ye, Iraq bi xwe peymana Romayê îmze nekiriye. Em di asta siyasî û dîplomasiyê de li ser vî tiştî kar û xebat dimeşînin. Lazim e Iraq vê fermanê wek ferman qebûl bike û ji aliyê siyasî, civakî û pêkanîna edaletê ve roleke sereke bilîze. Ji herêma Kurdistanê tê xwestin ku ji bo edalet pêk were hemû hêza xwe bi kar bîne. Civaka Êzidî ne mecbure biçe ji herêma Kurdistanê bixwaze ka edaletê pêk bîne. Bêguman em wek jinên Êzidî çi ji me were xwestin û çi ji destê me were em ê pêk bînin. Ji bo pêkanîna azadî û wekheviya di nav civakê de, ji aliyê civaka Êzidî ve di nav kurdan derfeteke pir mezin hebû ku hikûmeta başûrê Kurdistanê pêk bîne lê pêk neanî. Pêwîst bû di 10’emîn salvegera fermanê de hikûmeta başûr biçûna wan çiyayên ku zarokên Êzidî ji tîna mirin lêborîna xwe ji wan hestiyan bixwestan lê pêk neanîn.”

Kar û xebatên derveyî welat

Berdevka Sîwana Meclisa Jinên Êzidî Nûjiyan Gunay ragihand ku wek jinên Êzidî kar û xebatên wan di asta Ewropayê de bêguman zûve hatiye nasandin û qebûlkirin û wiha axivî: “Van demên bihurî jî di nav civaka navneteweyî de berfireh dibe. Wekî tê zanîn Yekemîn Konferansa Jinên Êzidî li Parlamentoya Ewropayê pêk hat. Hingî wê demê jî TAJÊ û YJŞ’ê hatibûn vexwendin ji bo konferansê.  Ji wê demê heta roja me ya îro pêwendî berfireh bûne û xwesteke behtir TAJÊ nas bikin heye. Xwesteka kar û xebatên sîwan û TAJÊ behtir nas bikin berfireh bûne. Her wekî din jî pirsên wan her ev e, we çawa karî di nav 10 salan de roleke pêşeng bilîzîn da ku ferman were qebûlkirin, di asta Ewropayê de bi taybet li Almanyayê. We civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî ewqasî roleke sereke pêşengî ji civaka xwe re dikin, gihiştine vê astê. Her tim ev pirs têne kirin. Bêguman ev yek cihê şanaziyê ye. Lê carna têrî nake, bar giran e, plan û plansaziya dewletan li ser welatê me berfireh e. Em zêde dereng mane, divê kar û xebat zêde werin kirin, divê lez û bez em kar û xebatên xwe berfireh bikin da ku bibin bersiv ji bo fermanan, em bibin bersiv ji bo qirkirina li ser civaka xwe, li ser tevgera xwe, li ser welatê me. Yanî bi Şengalê sînordar nemîne, rast e dibe Şengal hedefa yekemîn e ji aliyê dagirkeran ve lê berfirehkirina wê heye, piştî wê Rojava ye. Ji xwe başûr dagirkiriye ji aliyê Tirkiyeyê ve. Her çiqas ev rastî biêşîne jî divê em vê rastiyê qebûl bikin, rastiya me vê kêlî li Başûr ev e, Başûr hatî dagirkirin, Tirkiye Başûr wek parçeyek xwe dibîne û wisa dide nasandin. Ew hêz, partî û berpirsyarên ku çawa Şengalê firotin îro jî Başûr difiroşin, rihet rihet difiroşin ji Tirkiyeyê re. Rê ji Tirkiyeyê re vekirin da ku Tirkiye xwe bi rihet bi cih bike. Ev metirsiyeke mezin li ser civaka Başûr e bi taybetî li ser jinan. Ev tişt mirov diêşîne ji ber civaka me ye, miletê me ye, welatê me ye.”

Ji bo darizandina DAIŞ’iyan rola TAJÊ

Nûjiyan Gunay diyar kir ku di asta navneteweyî de ji bo darizandina DAIŞ, pêkanîna edaletê, TAJÊ dikare rola xwe ya sereke bilîze û wiha domand: “Ji ber ku ew li Şengalê ye, fermanê bi xwe dîtiye, belge di destê wê de ne, ji bo vê dikare rola xwe ye sereke bilîze û em jî wek sîwan her li kêleka wê ne. Em ê rola xwe ya pîrê ya di navbera TAJÊ û navneteweyî de dilîzin û bilîzin jî. Roja ku konferansa Meclisa Jinên Êzidî li Parlamentoya Ewropayê pêk hatî heta roja îro jî kar û xebat di vê astê de berfireh dibin. Beriya hefteyekê konferanseke komîsyonê mafê jinan pêk hatibû bi rêya zoom vexwendname ji bo TAJÊ hatibû şandin û em jî li ser navê sîwanê tev li bibûn. Di wê konferansê de jî zelal dihat dîtin ka çiqasî amade ne ji bo pêwendî bi TAJÊ re deynin û kar û xebat bi TAJÊ re bimeşînin. Lê divê TAJÊ li herêma Iraqê bi rêya parêzerek xebat bide meşandin da ku çawa bikeve fermiyetê. Jixwe kar û xebatên ku TAJÊ dimeşîne hemû di bin xizmeta civakê de ye. Di xizmeta jinên Êzidî de ye, ne tenê jinên Êzidî di xizmeta jinên civaka din de ye jî. Ev xaleke pir girîng e, ji bo vê divê TAJÊ hem di asta navneteweyî de hem jî ji aliyê Iraqê ve jî were qebûlkirin. Ji ber vê divê TAJÊ ji bo bikeve fermiyetê hîn zêdetir kar û xebat bide meşandin, ger bikeve fermiyetê dê hîn behtir berfireh be.”

‘Qebûlkirina jenosaîdê tenê li ser kaxiz maye’

Ji aliyê din ve jî gelek welat fermana li ser civaka Êzidî wek jenosad qebûl kirine û yek ji van welatan jî Almanya ye. Lê heta niha Almanya di serî de tu welatên ku jenosaîdê qebûl kirine ji bo pêkanîna edaletê gavên şênber neavêtine.

Li ser vê mijarê jî Nûjiyan Gunay ev nirxandin kir: “Welatên ferman qebûl kirine ku yek ji wan jî Elmanya ye, qebûl kirina wan tenê li ser kaxizê maye. Li Elmanyayê fermana li ser civaka Êzidî wek jenosîd hatiye qebûlkirin. Em dikarin bêjin ku qebûlkirina jenosîdê li ser kaxizê maye. Bi devkî gotine, li ser kaxizê maye, ji raya giştî re jî hatiye ragihandin lê tenê wisa maye. Lê pratîk berovaji ye. Berovajî wekî gelek welatan Elmayayê jî dixwaze Peymana 9’ê Cotmehê li Şengalê pêk were ku wek sîwan em li hemberî vê yekê derketin. Ji ber peyman li hember civaka Şengalê pêk hatiye, hêzên ku Şengal firotine li hev kom bûne û peyman îmze kirine, bi Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ re rûneniştine. Pêwîste e îradeya civaka Êzidî di destê wê de be. Peymana 9’ê Cotmehê bi vî awayî nikare qet pêk were. Ger pirsa pêşerojek çawa dixwazin ji rêveberiya xweser, ji TAJÊ û hêzên herêmê neyê pirsîn dê peyman tu carî pêk nayê û neyê jî. Em wek sîwan her dem di qada navneteweyî de vê bînin ziman. Wekî me got ferman hatiye qebûlkirin lê li ser kaxizê maye. Ne DAIŞ’î hatin dadgehkirin rast e çend DAIŞ’î hatin dadgehkirin lê hejmarê tiliyan derbas nake. Kar û xebata me ya esasî ku em li ser disekinin avakirina dadgeheke navneteweyî ye ji bo darizandina DAIŞ’iyan. Ya din jî ji bo pêşerojeke azad û aram, ji bo îradeya civaka êzidî di destê wan de be divê bi rêveberiya xweser a Şengalê re bête rûniştin, ger wisa nebe tu biryarên li ser Şengalê pêk neyên. Ji aliyê din ve lazim e êrîşa Tirkiyeyê were sekinandin, ezmanên Şengalê ji Tirkiyeyê re were girtin. Ji bo vê kar û xebat têne meşandin. Her wiha pêkanîna konferanseke ji bo Şengalê ji hêla navneteweyî ve, em li ser vê yekê disekinin û em ji bo pêkanîna konferansek ji nû ve avakirina Şengalê kar û xebat dimeşînin.”

Plan û projeyên li ser Kurdistanê

Nûjiyan Gunay got ku plan û projeyên hêzên navneteweyî li ser axa Kurdistanê berfireh e bi taybetî ji bo Şengalê hene û ev tişt diyar kir: “Heke em ne baş birêxistinkirî bin, heke em demê re baş nebin bersiv, heke em siyaseta navneteweyî baş nexwînin û li gorî wê xwe neguherînin dê windahiyên me hebin. Di milê netewî de em ê windahiyên mezin bidin. Wisa xuyaye di pêşerojê de kar û xebat berfireh bibin pêre karê TAJÊ jî girantir bibe. Di asta netewa Kurdistan de divê TAJÊ ne tenê TAJÊ ya Şengalê be, TAJÊ ya Silêmanê, Zaxo û hwd. be jî, tevgereke jinên Kurd a başûrê Kurdistanê be. Ji hemû milan ve jinên Kurd hembêz bike. Berpirsyariyeke netewî dê li ser milê TAJÊ hebe. Ji ber vê çendî mirov çiqasî xwe amade bike, li gorî demê, li gorî pêşerojê, çiqasî mirov li gorî êrîşa li ser axa welatê xwe amade bike ez dibêjim a herî baş ev e.”

Koçberiya derveyî welat jî fermanek e

Nûjiyan Gunay bal kişand ser koçberiya ku ji bo derveyî welat tê kirin û ev tişt ragihand: “Bi rastî metirsiyeke din jî li ser civaka Êzidî heye ku divê em hişyar bin. Yek ji van planan derxistina Êzidiyan a li ser xaka wan e. Hêzên li dijî civaka Êzidî baş fam kirine, civaka Êzidî li ser axa xwe, li ser cih û warê xwe bi rihetî nayê helandin, dixwazin wek dareke ji koka xwe bê derxistin civaka Êzidî ji axa wan qut bikin û li seranserî cîhanê belav bikin. Bi rastî jî koçberiya Êzidiyan a li seranserî cîhanê helandin e, helandina çandî ye, helandina nasname ye, helandina ziman e û hwd. e. Em şahidên vê rastiyan e ku wek nifşên çaran e ku li Ewropayê dijîn. Û em şahidên vê rastiyan e ku em Êzidiyên li Elmanyayê ne, ji fermaneke spî re derbas dibin. Li seranserê cîhanê civaka Êzidî dem bi dem tê helandin. Em dikarin bêjin Êzidiyên li Ewropayê dibe ne bi fîzîkî têne qetilkirin lê bi mejî têne helandin, qirkirin. Zêde 11 hezar ciwan, jin, mêr dûrî civaka Êzidî ketine, dûrî xwe ketine, ji ola  xwe derketine, ma ev jî helandinek e. Di fermanê de DAIŞ 2 hezar qetil kir lê li vir 11 hezar Êzidî bi rihetî ji ola xwe dûr ketin. Koçberkirina civaka Êzidî yê li ser axa xwe plansaziyek e. Wek sîwan banga me Êzidiyên ku dixwazin li ser ol û bawerî, çand û nasnameya xwe bimînin divê ji axa xwe dernekevin. Dibe ku tu werî Ewropayê xwe rizgar bikî lê tu yî neviyên xwe pêşeroja xwe tune bikî, ev ne çareserî ye. Ji ber vê çendî tişta ku mirov bikaribe bike û li ser bisekine, ji nû ve avakirina Şengalê ye û perspektîf dayîna ciwanan e ku koçî derveyî welat nekin.”

Her wiha Berdevka Sîwana Meclisa Jinên Êzidî Nûjiyan Gunay bi hevokan “Bi hêviya ku yekitiya neteweyî pêk were, em encax dikarin bi yekitiya netewa Kurdistanê bersiv bidin hemû êrîş, dagirkerî û planan” dawî li axaftina xwe anî.