'Berdêla şer jin didin'

Şer li ku derê û li kîjan axê dibe bila bibe, herî zêde jin jê bi bandor dibin. Seroka Yekitiya Jinên Lubnanê Îlham Mubarek, bal kişand ku koçberiya bi darê zorê di jiyana jinan de dibe sedema rewşên zor û zehmet û bi xwe re encamên cidî tîne.

MARÎNA ANDAS

Libnan- Li axên Rojhilata Navîn ku bi salan e pevçûn bi dawî nabin, herî zêde jin berdêla şer didin. Îro li Xezaya ku hemû cîhan mîna li fîlmek temaşe bikin, dibin şahidên tiştên tên jiyîn, bi hezaran mirov ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest didin. Jin û zarok dibin hedefa bombeyan, bi hezaran kes neçar mane malên xwe biterikînin.

Xeyala vegera mala xwe dike

Andrea Îbrahîm a li Lubnanê dijî, piştî ku ji ber bombebaranên Îsraîlê mala wê xisar dît, bi awayekî bi lez mala xwe li pey xwe hişt û hewl da cihekî bi ewle bibîne. Andrea Îbrahîm bi van gotinan behsa wan kêliyan kir: “Dema ku malên cîranên me hatin bombebarankirin, dayika min gelek tirsiyabû. Vê gavê me hev hembêz kir. Piştre em neçar man ji malê derkevin.” Her wiha diyar kir ku her dem bi hêviya vegera malên xwe dijîn. Andrea Îbrahîm, wiha axivî: “Em di aliyê derûnî de gelek westiyan. Lê em hêvî dikin rojek vegerin malên xwe. Me bîranînên xwe li pey xwe hişt. Dayika min ji ber êrîşên ku pêk hatibûn, ji piyê xwe birîndar bûbû. Ji ber vê yekê hê ji dengên bilind ditirse. Dema bombebaran çêdibe guhên xwe digre. Di bombebaranê de em ketin panîkek û di revê de min wesayîd diajot. Min di aliyekî de wesayîd dajot û di aliyê din de jî hewl dida dayika xwe aram bikim. Ger şer bi dawî bibe jî em gelek kêliyên travmatîk dijîn. Em hewl didin li gorî jiyana koçberan tevbigerin lê em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne.”

‘Karûbarên koçberiyê weke rewşa aborî zehmet bûn’

Andrea Îbrahîm, da zanîn ku piştî ji malên xwe derketine, destpêkê çûne gunde Zouk Makayel ê li herêma Keserwanê û wiha got: “Em li xaniyek guncaw geriyan lê bihayê kirê pir zêde bû. Lihevhatina me ya bi xwediyên malan re hêsan nebû. Me hevpeymanek şeş mehan çêkir. Em ji ber xirabûna şert û mercên aborî yên li Lubnanê, bi bandor bûn. Dayika min mamosteyek e lê ji ber şert û mercên aborî em nikarin debara xwe bikin. Ji bo jinên li welat, mafên aborî nîn in.”

'Jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin’

Seroka Yekitiya Jinên Lubnanê Îlham Mubarek jî diyar kir ku Lubnan ji ber şerê navxweyî, qeyrana aborî û êrîşên Îsraîlê pirsgirêkên mezin dijî. Îlham Mubarek, da zanîn ku jinên Lubnanî ji tiştên tên jiyîn di aliyê aborî de bi bandor dibîn û wiha got: “Koçkirina ber bi cihên nayên zanîn ve di jiyana jinan de dibe sedema rewşên gelek giran. Jin di dema koçberiyê de xwe bi ewle hîs nakin. Jin di nava hemû zextên civakî û polîtîkayên şer de, hewl didin bi hişmed bin û ewlehiya kesên derdora xwe misoger bikin.