‘Berdana sûcdaran yek ji ber polîtîkayên şerê taybet e’

Jin bi Hev re bi Hêz in diyar kirin ku berdana bersûcê destavêtinê Ranger Yakup A. û hevalên wî ne tesadufî ye û careke din nîşan da ku jin dê li dijî tundiyê mil bi mil rawestin.

Navenda Nûçeyan- Li Dêrika Mêrdînê cerdevan Yakûp A. û hevalên wî Çetîn T., Harûn Y. û Suûd Ç. ku bi awayekî sîstematîk dest dirêjî jinekê kirin, serbest hatin berdan. Jin bi Hev re Bihêz in, têkildarî vê yekê daxuyaniyek dan.  

 Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku faîl cerdevan û çawîşên pispor in û ev ne tesadufî ye û wiha hat gotin: "Di salên dawî de li herêmê cinayetên jinan, 'windakirin', destdirêjî û awayên din ên zilmê zêde bûne. Lê çi tesaduf e ku kiryarên wan bi piranî cerdevan, çawîşên pispor yan jî kesên di saziyên dewletê de dixebitin. Bavê kiryarê Gulistan Doku ya ku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dersimê hat windakirin polîs e. Ev ne tesadufî ye."

‘Polîtîkayên şerê taybet in’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em baş dizanin ku bi dehan û bi sedan jinên zilm li wan tê kirin û tiştên tên serê wan hene. Piraniya van jinan ji ber ku baweriya wan bi daraza mêr tune ye, sûcên li wan tên kirin vedişêrin. Tew pirî caran bêyî ku der barê van sûcan de pêvajoya darazê bê destpêkirin bi dawî dibe. Ji lewre carna jin nikairn gilî jî bikin." 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş bi temamî li dijî têkoşîna jinan e û wiha hat gotin: "Li bajarên Kurdan bûyerên bi vî rengî hemû polîtîkayên şerê taybet in." 

Herî dawî wiha hat gotin: "Heya faîlên jinan bê ceza bimînin û dewlet li pişta wan be dê jiyana me di xeterê de be. Lê em li ku dibin bila bibin divê bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin û têkoşîna xwe xurt bikin, li cem jinên ku zilm li wan tê kirin bin."