Berdana Hatîce Çakmak ku ev 30 sal e girtî ye hat taloqkirin

Berdana girtiya 30 salan Hatîce Çakmak ku li girtîgeha girtî ya jinan a tipa L ya Alanya dimîne, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Berdana Hatîce Çakmak li Tirkiye di girtîgeha girtî ya jinan ya tîba L ya Alanya dimîne de hat taloqkirin.

Hatîce Çakmak di sala 1993’an de ji aliyê Dadgeha elwehiyê ya dewletê (DGM) ya li Amedê cezayê muhebetê lê hatibû birîn. Di 25’ê Adarê de înfaza Hatîce Çakmak ya 30 salî tejî dibû. Serdozgeriya Komarê ya Alanya cezyê hücreye ên ku Hatîce Çakmak girtî weke hêcet nîşan da û tehliya wê 6 salan taloq kir.

Parêzerê Hatîce Çakmak diyarkir ku ger cezayê hucreye jî hebe jî berdan nayê taloqkirin û destnîşan kir ku wê divê derbarê de wê bi biryarê wiha îtiraz bikin.