Berdana 44 girtiyên jin ên nexweş hat xwestin

Di 572'emîn "Rûniştina F" ya ku her hefte tê lidarxistin de, bal hat kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên 44 girtiyên jin ên nexweş ya li Herêma Marmarayê û berdana wan hat xwestin.

Stenbol- Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya hefteya 557’emîn a "Rûniştina F" ya her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin de, li ber avahiyên komeleyê li dar xist.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên jin ên nexweş ên li girtîgehên Herêma Marmarayê. Ji bilî gelek xizmên girtiyên nexweş û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu û Oya Ersoy jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya ku pankartên "Dermankirin maf e nayê astengkirin" û "Bila girtiyên jin ên nexweş bên berdan" hatin vekirin de çalakvan timî caran dirûşmên "Mafên mirovan nayên astengkirin”, “Dermankirin maf e, nayê astengkirin" berz kirin. Di çalakiyê de Oya Ersoy daxuyanî da.

Ersoy, da zanîn ku îro li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hezar û 273 girtiyên jin ku 450 jê 65 salî û mezintir in hene û diyar kir ku îro li hemû girtîgehan cudahî û pêdiviyên jinan ên fîzîkî, biyolojîk û derûnî nayên cidî girtin. Her wiha Oya Ersoy diyar kir ku piştî erdhejên dawî yên navenda Mereşê, weke gelek girtiyan, girtiyên jin jî hatin mexdûr kirin.

'Daneyên asta wehîm ya pirsgirêke nîşan dide’

Oya Ersoy, anî ziman ku ji ber zêdebûna zextên li girtîgehan, hemû girtîgehan ji kontrola sivîl re girtî ne û wiha got: “Pirsgirêkên di gihandina agahiyan de berdewam dikin. Ji ber vê yekê li ser daneyên girtiyên jin ên nexweş ên ku me bi derfetên xwe yên kêm bi dest xistine, nirxandin tên kirin. Daneyên asta wehîm ya pirsgirêke nîşan dide. Îro gelek girtiyên ku rewşa wan baş xuya dike, ji ber xirabûna şert û mercên girtîgehê û xirabkirina polîtîkayên tecrîdê bi lez û bez rewşa wan xirab dibe û jiyana wan dikeve binê xetereyê ye.”

Piştî daxuyaniyê, nav û rewşa tenduristiyê ya 44 girtiyên jin ên li girtîgehên Bakirkoy, Marmara (Silivri), Kandira, Gebze, Bursa û Dûzce yên Herêma Marmarayê ku di nava wan de  kesên nexweşiyên giran jî hene, hat parvekirin. Lîsteya girtiyên ku agahiya girtîgehên tên ragirtin, navên wan û rewşa tenduristiyê wan hat parvekirin wiha ye:

Bakirkoy

Ji girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin Dîlek Oz: Nexweşa dil, astima kronîk û tansiyon, Elîf Yaş: Nexweşa dil, Fatma Tokmak: nexweşa dil, mîde û tansiyona bilind, Hazîne Alçi: astengdera giran ya fizîkî, nikare bimeşe. Jiyan Erdinç: Astengdara Fizîkî, bi alîkariya darê bincengan li ser piyan disekne, Sureyya Bulut: nexweşa Wernicke Korsakoff, ji ber perçeyên metal yên serê wê nehatine derxistin jiyana wê dibin xeteriyê de ye, Şukran Avşar: Nexweşa şîzofrenîk, Canşah Çelîk: Nexweşa dil, astim, pişt û fitqa stûyê, Hiyem Yolcu: Di laşê wê de birînên bi îltihapyên baş nabin hene, ji ber ku pergala wî ya parastinê têk çûye li hember nexweşiyan pir hesas e, Tenzîle Acar: Nexweşa Hepatît-B û werem e, Burcu Çinar: Nexweşiyên wê yên kezeba reş û çerm ên baş nabin heye, Serpil Cabadan: Timî caran çîngîniya guh û êşa giran a masulke, Şukran Aydin: Nexweşiyêm rovî heye.

Gebze

Ji Girtîgeha Jinan a Kocaelî/Gebzeyê, Ayfer Ayçîçek: Pirsgirêkên derûnî yên giran dijî û pênaseya nexweşiya şîzofreniyê hat dayîn, Fadîme Coşar: Pençeşêra hêkdan, Gulîstan Abdo: li cihên cuda yên laşê wê kîs hene û ji ber astengiya xwe ya bedenî nikare bê piştgirî bisekine. Güneş Tekin: J ber nederxistina parçeyên metal yên li pişik, pişt û hestiyên wê yên pasû pirsgirêkên mezin en tenduristiyê dijî, Havva Ak: penceşêra pêsirê, Mesûde Pehlivan: penceşêra hêkdan û mideyê, Mizgin Aydin: Penceşêra pêsîrê, Eylem Baş: di milê wê de birînên masûlke, di singê wê de kitleya habîs, îshala bi xwiyn û windakirina kiloyek zêde, Remziye Baloglu: Nexweşiya Behçet û hêlandina hestî, Ruhşan Bozan: Nexweşiya Behçet, hêlandina hestî û masûlke, nexweşiyên mide heye,

Îpek Cigretaş: Nexweşe dil û tansiyona bilind, Zelîha Bulut: Pirsgirêk giran ên girêdayî astima alerjîk û nexweşiyên jin hene, Bese Ozer: Penceşêra rehmê, Saîme Avşîn: girêdayî kursiya bitekel dijî. Cemray Baş: Nexweşa Atım û dîyabet, Derya Moray: Nexweşiyên giran ên diran heye û nayê dermankirin, Ozlem Yavuz: timî caran ji dev û pozê wê xwin tê, lê teşhîs û dermankirina wê nayê kirin, Gonul Erdoğan: ji ber ku hêlandina hestî nayê dermankirin di hestiyên pişt û kemax de şikestinên veşartî çêdibe û di felç mayînê re rû bi rû ye, Helîn Oncu: Nexweşiya netêrkêrbûna pişik û kezeba reş heye.

Kandira

Li Girtîgeha Tîpa F ya Jimara 1 a Kocaelî/Kandira; Laleş Çeliker: Di dil de kombûna rohn, fitiqa navkêl, nexweşiya kîsika zirav, Deniz Tepelî: Girse di hêkan de, Pinar Bîrkoç: Fibrokîst û girseya di sing de, Yelîz Turkmen: Nexweşiya gurçikan.

Marmara

Aysu Baykal li Girtîgeha Girtî ya Înfazê ya girtî ya Stenbol/Marmarayê ya Hejmar 9 F: Nexweşiya gurçikê ya kronîk, Barkın Timtik: Kîsta hêkan, Seval Yaprak: nexweşa dil, Yasemîn Karadag: Neqla gurçikê bû, Nexweşa tansiyon û helîna hestiyan, Ozlem Taşdemîr: Teşhîsa wê ya nexweşiya şîzofreniyê heye, tiliyên lingê wê ji ber nexweşiyên demarên dil hatine jêkirin, pêwîstiya wê bi dermankirin û lênêrîna birêkûpêk heye.

Bursa- Yenişehir

Zeynep Genlioglu: Ji sedî 54 astengdar e

Duzce

Aysun Şahîn: Nexweşa dil û MS (Multiple Skleroz), Nazlı Çatpınar: Nexweşa astima kronîk.”