Ber bi dawiya Doza Kobanê ve: Çawa dest pê kir û wê çawa bi encam bibe?

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku bi doza Kobanê re hewl tê dayîn siyaseta Kurd bê krîmînalîze kirin, got ku hêvî dikin pêvajo bi hesasiyetên demokratîk û hiqûqî bê honandin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku ji roja dest pê kir vir ve ne hiqûqî, bêrovajî vê wek mînaka herî berbiçav a "dozên siyasî" ya li Tirkiyeyê tê nîşandan û siyasetmedarên girtî jî wek "rehîne" tên binavkirin, wê di 16’ê Gulanê de bê dîtin.

Siyasetmedarên ku bi salan e li salonên dadgehê dersên demokrasiyê didin, di vê dozê de ne tên darizandin, bûn yên didarizînin. Beriya danişîna biryarê, Doza Kobanê wek xalek werçerxê yan jî di nîqaşên hikûmeta AKP'ê yên li ser makezagona nû de wek vîrajek tê pênasekirin. Di ezmûna demokrasiya AKP'ê de pirsa ewil wê ji doza Kobanê biryarek çawa derbikeve ye. Ji ber ku DEM Partî, biryara roja 16’ê Gulanê derbikeve wek gavên ewil a ‘normalbûnê’ ya li ser riya makezagonê dibîne.

Belê, ev riya ku bi rotayeke siyasî hewl dide bi taybetî siyaset û siyasetmedarên Kurd krîmînalîze bike hat xêzkirin, çawa bi pêş ket? Çawa hat vê rojê? Em bi Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol re axivîn.

Berxwedana Kobanê

DAIŞ’a ku di sala 2013’an de li Sûriyeyê bi Eniya Nusra re bû yek, bajarên Iraqê yên wek Felûce, Reqayê ku wek “paytexta Xilafetê” bi nav kir û Mûsilê di nava demek kurt de dagir kir. Di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ber çavên hemû cîhanê qetlîamek hat jiyîn. Li ser gelê Êzidî qetlîamek mezin çêbû, bi hezqran jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Di Çileya 2014’an de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Efrîn û Cizîrê re, Kobanê jî wek “Xweseriya Demokratîk” hat îlankirin. Piştî êrîşa Şengalê, DAIŞ’ê di 15‘ê Îlona 2014‘an de ji sê aliyan ve êrîşê Kobanê kir. DAIŞ li Kobanê rastî berxwedanek mezin hat. Ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin. Di navbera rojên 6 û 8'ê Cotmehê de dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê zêde bûn, li dijî astengkirina derbasbûna alîkariyan a ji Tirkiyeyê ji bo Kobanê, nûçeyên li ser kanalên muxalîf ên piştgirîkirina DAIŞ'ê û daxuyaniya Tayyîp Erdogan a "Kobanê ket û wê bikeve" çalakî hatin lidarxistin. Piştî êrîşên polîs û leşkeran ên li dijî van çalakiyan 46 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên hikûmetê, di bûyeran de li 35 bajer û 96 navçeyan bi giştî 197 dibistan hatin şewitandin û 269 avahiyên kamûyê texrîb bûn, hezar û 731 mal û cihên kar hatin talankirin û 1230 wesayîdan jî xisar dîtin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a di navbera 7-12'ê Cotmeha 2014'an de li seranserê welat di çalakiyên ji bo Kobanê de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes jî hatin girtin.

Di çalakiyan de daxwaz çi bûn?

Di çalakiyan de hat xwestin ku destûr bê dayîn li ser Tirkiyeyê ji Kobanê re korîdorek bê vekirin û bi vê korîdorê re alîkariya leşkerî ya ji herêmên din ên bakurê Sûriyeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê bigihîje herêmê. Di roja 27’ê Îlonê de Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û 4’ê Cotmehê jî Serokê PYD’ê Salih Muslim daxwaz ji hikûmeta Enqereyê kirin ku ji bo kantonên din çekan bişînin Kobanê bi riya axa Tirkiyeyê korîdorek vebike. Her wiha di vê heyamê de bi dewleta Tirk re pêvajoya çareseriyê berdewam dikir. Lê daxwaz bêbersiv man. AKP’a ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an de tişta hêvî dikir negirt, piştî wê rojê Partiya Demokratîk a Gelan û wekîlên wê hedef girt.

Piştî hilbijartinan doz hat vekirin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê, endam û rêveberên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de têkildarî 108 kesan ji ber çalakiyên Kobanê doz hate vekirin. Gelek lêpirsînên ku bi hincet nîşandana parvekirinên medyaya dîjîtal a Navenda Giştî ya HDP'ê di dema çalakiyê de, di dîroka 9’ê Cotmehê û piştre der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û endamên MYK'ê yên wê demê de hatin vekirin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li 2 îdianameyên sereke hate yek kirin. Lêpirsîna ewil ji aliyê Buroya Lêkolîna Sûcên Parlementer ve li dijî Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de endamên MYK’ê yên parlamenterên demê de hate vekirin. Lêpirsîna duyemîn jî ji aliyê "Buroya Lêkolîna Sûcên Li Dijî Pergala Makezagon" ve li dijî endamên MYK’ê yên ne parlamenter hate vekirin.

Parêzbendî hatin rakirin

Di dîroka 21’ê Sibata 2016’an de der barê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de bi hinceta “tehrîkkirina gel ji bo sûc”, bi daxwaza rakirina parêzbendiya wan fezleke hatin amadekirin. Di dîroka 20’ê Gulana 2016’an de jî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de parêzbendiya 40 parlamenteran hat rakirin. Di 4’ê Gulana 2016’an de parlamenter di çarçoveya vê dosyayê de hatin girtin. Der barê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayhan Bilgen, Sirri Sureyya Onder û Meral Daniş Beştaş de cuda cuda doz hatin vekirin, ev dosyaya der barê Selahattîn Demîrtaş de bû dosyaya sereke ya li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê darizandin. Di pêvajoya ku lêpirsînên cuda hatin vekirin û bi sedan îfade hatin girtin de, herî kêm 7 dozger hatin guhertin.

Seyra îdianameyê guherî

Gotinên der barê Selahattîn Demîrtaş ê ku di hilbijartinên Serokomariyê yên sala 2018’an de ji girtîgehê xebatên hilbijartinê meşand de, hîn girantir bû. Di dîroka 7’ê Îlona 2018’an de, Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” ji aliyê 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve mehkûmê  4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatin kirin. Biryar, gihişt 2’emîn Daîreya Ceza ya Dadgehên Edliyeya Herêmî ya Stenbolê. Di 26'ê Cotmeha 2018'an de jî ji aliyê TEM'ê ya Enqereyê ve ji dozgerê lêpirsînê re nivîsek çû. Di lêpirsîna ku heta vê dîrokê hate meşandin de, beşdarbûna Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê ya bûyerên Kobanê weke ‘muxalfeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a bi hejmara 2911’ hate nirxandin, piştî vê madeyê seyra dosyayê guherî. Di nivîsê de hat diyar kirin ku divê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji ber van bûyer û mirinan bên darizandin, hate îdiakirin ku MYK’ê ya HDP'ê jî li pişt van bûyeran e û hate xwestin bê girtin. Dema bi nivisê re seyra dosyayê guherî, şeklê îdianameyê jî hate dayîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş bi “sedema siyasî hatiye xepskirin” û berdana wî hikûmkir. Heman rojê Serokkomar Tayyîp Erdogan, wiha got, “Biryarên AÎHM’ê me eleqeder nake. Em ê hemleta xwe ya dijber bikin û kar xilas bikin.” Di 30'ê Mijdarê de jî 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, serlêdana tehliyeyê red kir. 2’emîn Daîreya Ceza ya Dadgehên Edliyeya Herêmî ya Stenbolê, biryara mehkûmiyetê erê kir û ceza bi encam bû.

Cara duyemîn hatin girtin

AÎHM’ê di 2’ê Îlona 2019’an de ji bo doza sereke ya ku Selahattîn Demîrtaş girtî dihat darizandin, biryara tehliyeyê da.Piştî biryarê dozgeriyê di dîroka 19'ê Îlona 2019'an de ji bo di çarçoveya doza Kobanê de wek sifata gumanbar îfadeya wan bê girtin, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku Selahattîn Demîrtaş tê ragirtin û ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê ya Fîgen Yuksekdag tê ragirtin, muzekere nivisî. Tevî ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş daxwaza îfadedayînê kirin jî di dîroka 20’ê Îlona 2019’an de cara duyemîn bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmehê hatin girtin. Piştî vê biryarê jî binçavkirin û girtin destpêkir.

Ji AÎHM’ê biryarek din

Ji aliyê Daîreya Bilind a AÎHM’ê ve di 22’ê Kanûna 2020’an de têkildarî Selahattîn Demîrtaş biryara “beraetê” da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku girtina duyemîn a Selahattîn Demîrtaş ê di sala 2019’an de berdewama girtina wî ya di dîroka 4’ê Mijdara 2016’an de ye. Biryar hate dayîn ku ev girtina ku bi armanca astengkirina berdana wî bi sedemên siyasî hatiye kirin, binpêkirina azadiya fikir, mafê azadî û ewlehiyê û qedexekirina girtinê ya ji ber sedemên siyasî ye. Daîreya Mezin di biryara de, diyar kir ku di navbera bangên Navenda Giştî ya HDP'ê û bûyerên diqewimîn de tu têkiliya sedemî tuye û bangên hatine kirin di çarçoveya azadiya fikir de maye. Tevî vê yekê di dîroka 30’ê Kanûna 2020’an de îdianameya 3 hezar û 530 rûpelî ya hate amedekirin û pêvekên ji 324 klasoran pêk tên pêşkêşê dadgehê hate kirin. Îdîaname di nava hefteyekî de ji aliyê 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.

Axaftin û parvekirinên wan sûc hatin hesibandin

Di îdianameyê de ji bo 108 kesan ji ber gelek sûcên wek "têkbirina yekitiya dewlet û yekbûna welat" û 37 caran "kuştina mirovan" ceza hat xwestin. Di îddianameyê de ji bo 108 kesan tawanbariyên weke “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, 37 caran “kuştina mirovan” û gelek tawanbariyên din tên kirin. Di 241 rûpelên ewil ên îdianameyê de navên 37 kesên jiyana xwe ji dest dane, Wezareta Dadê ku weke gilîkerê mexdûr cih digire, AKP, CHP, Partiya Hur Dava, MHP, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, MÎT, Wezareta Karên Hundir, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Wezareta Parastina Neteweyî jî di nav de bi giştî navên 2 hezar û 676’an hene. Bi taybetî ji îdianameyê îfadeyên şahidên veşartî jî hate zêdekirin. Di îdianameyê de axaftin, daxuyaniya çapemeniyê, axaftinên di çarçoveya parêzbendiya parlementeran de û parvekirinên medyaya dîjîtal a siyasetmedarên ku vê demê parlamenter bûn jî cih girt.

‘Hewl dan siyaseta Kurd krîmînalîze bikin’

Darizandina ku ji sala 2014'an û vir ve li nav hev ket, nêrîna hevpar a beşên berfireh; doz bi sedemên siyasî hatiye vekirin û kesên tên darizandin wek 'rehînên siyasî' tên dîtin. Di 16’ê Gulanê de çavê hemû kesê wê li danişîna biryarê be. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê mijarê de ji ajansa me re axivî, diyar kir ku di danişîna dozê ya heta îro tê kirin de rotayek siyasî ku hewil dide muxaleta siyaset û siyaseta Kurd krîmînalîze bike hat xêzkirin.

Sevda Çelîk Ozbîngol got, "Yek ji mînakên ku hiqûq pêşkêşî xizmeta berjewendiyên siyasî tê kirin û tê amûrankirin, doza Kobanê ye" û bi van gotinan axaftina xwe domand:

“Doza Kobanê ku bendawariya edaletê pir bilinde, dosyaya ku siyasetmedaran herî zêde axivîn bû. Di qadên siyasetê, pêvajoyên siyasî û pêvajoyên hilbijartinê de pêşkêşî xizmeta berjewendiyên siyasî hate kirin. Ev zext, li dijî rastiya ku divê daraz bêalî û serbixwe be, mudaxeleyek nayê qebûlkirin e. Helbet divê li dijî vê zexta siyasî ya hêj didome, gotina edaletê bê mezinkirin.”

'Nenaskirina biryara darazê metirsiyan zêde dike'

Sevda Çelîk Ozbîngol, bal kişand ser darizandina ku bi darizandinek taybet û heyetek taybet tê meşandin, bêyî berçavgirtina pêşîkarî qanûnî û pêkanîna gelek binpêkirinan heta roja me ya îro hatiye û wiha got: “Vê zexta siyasî yekser û neyekser bandorek mezin li ser vê pêvajoyê kir. Tevî ku di pêvajoya darizandina Kobanê de bi biryarên Daîreya Mezin a têkildarî Demîrtaş û AHÎM’ê ya têkildarî Yuksekdag a keyfiyet û mexdûriyeta hiqûqî hatiye tesbîtkirin jî israra nenaskirina biryarên darezê, metirsiyên wê encamê li gorî edaletê an ne jî zêde dike.”

'Bendewariya biryarek li gorî edaletê zêde dibe’

Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku tevî gelek bêhiqûqî, aksaklık û binpêkirin heye jî, dev ji bendewariya ku pêvajo bigihêje bingehek hiqûqî bernedane û wiha got: “Girtina ku bi salan e didome, ji bilî hiqûqî nebûyin, gihişt rewşekî ku wijdana civakî jî bêaram dike û bendewariya biryarek li borî edaletê jî zêde dike. Bendewariya civaka demokratîk û pêşerojeke demokratîk li her qadê mezin dibe. Helbet dadgeh jî di avabûn û domandina vê pêvajoyê de jî temîneta eslî ne. Bicihanîn û pêkanîna li gorî hiqûqê, bi van sedeman jî mecburî ye.”

‘Bendewariya me ew e ku pêvajo bi awayê demokratîk û qanûnî were hûnandin’

Hevberdevk Sevda Çelîk Ozbîngol herî dawî ev tişt anî ziman:

“Bingeha civaka demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk e û di van darizandinan de û ji van pêvajoyan cuda nayê nirxandin. Ji ber vê her gotina demokratîk û biryarên tên girtin, di her sererastkirina zagonî de rasterast bi darizandina civakî ve girêdayî ye. Di pêvajoya ku du sedsaliya komarê tê mezinkirin, li gel van gotinan wê zemînek çawa ji dusedsalê re ava bike, wê li gora encamên vê darizandinê diyar bibe û were jiyanîkirin. Bendewarî û îsrara me ew e ku pêvajoya piştî vê bi awayê demokratîk û qanûnî were hûnandin.

Her çendî siyasetmedarên ku tên darizandin beşdarî danişînê nebin, em weke parêzerên dozê di dîroka 16’ê Gulan 2024’an de li darizandina ku li kampusa girtîgeha Sîncanê berdewam dike de bin, em ê we, sazî û dezgehên hiqûqê li gel xwe bibînin.”

Di doza Kobanê de kî tên darizandin?

108 kesên ku ji ber îdianamyê tên darizandin ev in:

Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Selahattîn Demîrtaş, Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder, Gulfer Akkaya, Gulser Yildirim, Gultan Kişanak, Ahmet Turk, Alî Urkut, Alp Altinors, Altan Tan, Ayhan Bîlgen, Nazmî Gur, Ayla Akat Ata, Aysel Tugluk, Îbrahîm Bînîcî, Ayşe Yagci, Nezîr Çakan, Pervîn Oduncu, Meryem Adibellî, Mesut Bagcik, Bîrcan Yorulmaz, Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Cîhan Erdal, Berfîn Ozgu Kose, Gunay Kubîlay, Dîlek Yaglı, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Mehmet Hatîp Dîcle, Ertugrul Kurkçu, Yurdusev Ozsokmenler, Arîfe Kose, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonguç, Azîme Yilmaz, Bayram Yilmaz, Berguzar Dumlu, Cemîl Bayık, Ceylan Bagriyanik, Cîhan Ekîn, Demîr Çelîk, Duran Kalkan, Elîf Yildirim, Emîne Tekas, Emîne Temel, Emrullah Cîn, Engîn Karaaslan, Enver Gungor, Ercan Arslan, Fatma Şenpinar, Fehman Huseyîn, Ferhat Aksu, Filîz Arslan, Filîz Duman, Gonul Tepe, Gulseren Torun, Gulten Alataş, Guluşan Eksen, Guluzar Tural, Guzel Îmecîk, Hacîre Ateş, Hatîce Altinişik, Hulya Oran, Îsmaîl Ozden, Îsmaîl Şengul, Kamuran Yuksek, Layika Gultekîn, Leyla Sogut Aydenîz, Mahmut Dora, Mazhar Ozturk, Mazlum Tekdag, Abdulselam Demîrkiran, Mehmet Taş, Mehmet Toren, Menafî Bayazit, Mizgîn Ari, Murat Karayilan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazli Taşpınar, Neşe Baltaş, Nîhal Ay, Nuriye Kesbîr, Remzî Kartal, Riza Altun, Rûken Karaguzel, Sabiha Onar, Sabrî Ok, Salih Akdogan, Salih Muslum Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sîbel Akdenîz, Şenay Oruç, Unal Ahmet Çelen, Yahya Fîgan, Yasemîn Becereklî, Yusuf Koyuncu, Yuksel Baran, Zekî Çelîk, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Zubeyîr Aydar.