Belgefîlma Hêza li Şengalî hat temaşekirin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de, li Şengalê çalakiyên cihêreg berdevam dikin. Li Komelgeha Dugurê bi beşdarbûna şêniyên gundê Dugurê li belgefîlma bi navê Hêza hat temaşekirin.

ŞÎLAN ŞENGAL

Şengal- Belgefîlma Hêza ya ku serpêhatiya fermandara YJŞ’ê Hêzayê vedibêje, bi eleqeyek mezin li komelgeha Digurê hat temaşekirin. 

Di belgefîlma ku di qada navneteweyî de gelek xelat girtine de qala fermana 3’ê Tebaxa 2014’an tê kirin ku di wir de Hêza jî weke bi sedan keçên Êzidî dikeve destên çeteyên DAIŞ’ê û bi hewldana xwe Hêza xwe rizgar dike û vedigere Şengalê. Li Şengalê cihê xwe di nava YJŞ’ê de digre û di pêngavên Reqa û Tebqayê de jî ji bo rizgarkirina keçên Êzidî roleke gelek mezin dilîze.

Hêza niha li Şengalê fermandara YJŞ’ê ye. Bi fîlma Hêza êşa ku jinên Êzidî kişandine, keda wan, berxwedan, tekoşîn û hêza wan pir sade û bi bedewî hatiye hûnandin. Di dema temaşekirinê de li salona meclisa gel di çavên tevahî temaşevanan de vê hestê xwe dida der.

 ‘Em çûn rojên fermanê

Li ser belgefîlmê, endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Tewaf Şengal axivî û da diyar kir ku fîlma hêza li ser wan bandoreke pir mezin çêkiriye û wiha pêde çû: “Careke din rojên fermanê hatin ber çavên me. Em pir bi çîroka Hêzayê êşiyan lê li aliyê din jî Hêza weke navê xwe tevgeriya û xwe ji destên çeteyan rizgar kir. Em dixwazin tevahî dîlên ku ji destên çeteyên hov rizgar bûne weke fermandar Hêza tevbigerin û rola xwe bilizin. Hêza, bi çîroka xwe wijdanê tevahî cîhanê şiyar kir. Divê her keçek me ya ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye hewl bide tola xwe bistîne, ji warê xwe dernekeve.”

Di dawiya belgefîlmê de tilîlî û dirûşmên bimre îxanet bilind bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê li tevahî gund û navçeyên Şengalê li belgefîlma Hêza bê temaşekirin.