‘Bêdengiya navnetewî êrişan zêde dike’

Gelên ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Bendava Tişrînê liberxwe didin, di vegera nobetêde diyar kirin ku bêdengiya navnetewî dibe sedema zêdebûna êrişan.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê – Jinên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye ku ji nobedariya li bendava Tişrînê vegeriyan, diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê wê nikaribe îradeya wan a parastina serkeftinên Şoreşa Rojava lawaz bike.

Duh xelkên herêma Firatê ku beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bûne, piştî nobeta 4 rojan a li bendavê, bi guherîna komek din, vegeriyan herêmên xwe. Gelê herêmê tevî êrişên dewleta Tirk jî, di berxwedana xwe de bi israr in û berxwedana xwe didomînin. Ev berxwedan bi biryardariyek mezin berdewam dike. Tevî êrişên dewleta Tirk ku li Bendava Tişrinê rojnamevan, jin û zarok jî di nav de gelek kes qetil kir, gel li dijî êrişên dewleta Tirk di parastina bendava Tişrinê de bi israrin. Jinên kantona Kobanê ku ji nobetê vegriyan, diyar kirin ku hilweşîna bendava ku çavkaniya jiyanê ye, wê rê li ber felaketek mirovî veke.

Bêdengî ji êrişan re bingeh ava dike’

Almaz Rumî ya ji bajarê Kobanê yê Kantona Firatê beşdarî nobetê bûye, balkişand ser êrişên li ser sivîlan û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker nêzî mehekê ye bendav û pira wê di nav de, herêmên me û sivîlan dike hedef. Parastina gelê me, bendavê û destkeftiyên gelê me, erka me ya netewî û mirovî ye.”

Almaz Rumî  da zanîn ku ewê bendavê biparêzin û destûr nedin dewleta Tirk. Almaz bibîr xist ku Bendava Tişrinê her tim rastî êrişan tê û wiha got: “Dema em nêzî bendavê dibin, balefirên şer û balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk sivîlan dike hedef. Tevî qetilkirin û birîndarkirinan jî me meşa xwe ya ber bi bendavê ve domand û me dest bi nobeta xwe kir. Em gelê herêmê, rastî niheqî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker hatin, lê belê berxwedan û biryardariya me û ev îradeya me  baweriya me ya bi serkeftinê, zêdetir kir. Dewleta Tirk van komkujiyan li ber çavê hemû dinyayê pêk tîne  û kesek nîne vê komkujiyê rawestîne. Ji ber vê bêdengiya heyî, dewleta Tirk êrişên xwe didomîne û ev bêdengî ji êrişan re bingeh ava dike.”

‘Dewleta Tirk sivîlan dike hedef’

Nesrîn Muhammed Hamo yek ji wan jinên ku beşdarî bexwedana bedava Tişrinê bûye. Nesrîn bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina van komkujiyan bikevin nav tevgerê. Nesrîn balkişand ser êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li ser bendava Tişrînê û wiha got: “Mirovên ku li bendavê erkdar in, ji bo parastina çavkaniya jiyana xwe, sivîlên bê çek ên parastina çavkaniyên xwe dikin, dibin hedefa bi zanebûn a dewleta Tirk. Mirovên sivîl dikin hedef. Bajarê Kobanê jî di nav de gelê kantona Firatê nobeta me ya li Bendava Tişrînê 4 rojan dom kir. Piştî ku em vegeriyan gelê me, bi germî pêşwaziya me kirin. Dewleta Tirk bi balafirên bê mirov û balafirên şer êrişî sivîlan dike. Banga me ji hemû dinyayê re ew e ku  hemû dinya û civaka navnetewî, êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Ji ber ku em miletek aştîxwazin in û em van êrişan şermezar dikin.”

Di nav gelê ku li bendava Tişrînê di nobetê de, jinên Çerkez ên ku ji cîh û warên xwe bûne cîh digirin jî hene. Ev jinên Çerkez piştevaniya xwe ya bi şervanên ku bendava Tişrînê ji dagirkeriya Tirkiyê diparêzin re anîn ziman.