‘Bêdengiya li hemberî kiryarên dermirovî yê li Efrînê nayê qebûlkirin’
Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş li dijî kiryarên dermirovî û binpêkirinên li herêma Efrînê pêk tên de bang li jinan kir ku li hemberî van kiryaran serî hildin û got ku bêdengiya li dijî van kiryaran nayê qebûlkirin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî di 18’ê Adara 2018'an de kantona Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin. Di van 5 salan de li Efrîna ku rastî polîtîkayên talanê ya dewleta Tirk hat, sûcên mirovî pêk hatin û roj bi roj ji heremê nûçeyên li ser kiryarên dermirovî yên li dijî zarokan û jinan tên.
Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê ku ji dema dagirkeriyê ve zêdetirî 680 kes hatine qetilkirin, 93 di bin îşkenceyê de ne, 8 hezar û 792 hatine revandin, 100 jin hatine qetilkirin, zêdetirî 80 jin û zarok hatine tecawizkirin. Her wiha di pêvajoya şerê dagirkeriyê de 750 kes birîndar bûn ku di navbera wan de 340 zarok û 216 jin hene. Herî dawî di 6 û 11'ê Gulanê de çeteyên dewleta tirk tacawizê zarokên 10 û 14 salî kirin. Her wiha jineke ciwan a 20 salî jî hat revandin.
Der barê vê mijarê de, seroka Desteya Jin ya herêma Firatê Cîhan Derwîş ji ajansa me re axivî.
'Dagirkerî tecawizkirina axa gelekî ye'
Dewleta tirk piştî pêvajoya dagirkirina Efrînê, di 9'ê Cotmeha 2019'an de Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kir. Ji wê demê ve heta niha hewldanên dewleta tirk hene ku parçeyek din ji erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Cîhan Derwîş têkildarî vê yekê wiha axivî: "Heger mirov dagirkeriyê pênase bike, di destpêkê de dagirkerî tecawizkirina axê ye. Her wiha nirx, bawerî, çand, ziman û hebûna wê civakê tê dagirkirin. Herêma Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin, di heman rewşê re derbas dibe. Ji bilî koçberiya ku pêk hat, kesên li Efrînê dimînin bi kiryarên herî hov û derhiqûqî re rû bi rû dimînin. Ev 5 sal in xwezaya Efrînê tê talankirin, şûnwar û cihên dîrokî, her wiha li ser niştecihên wê zimanê Tirkî tê ferzkirin. Ev kiryar nîşan didin ku qirkirine û bi rengekî eşkere pêk tê. Ev bûyer jî ne tenê li Efrînê rû didin, di tevahî herêmên dagirkirî de tên jiyîn."
'Dewleta tirk Efrînê ji cewherê wê derxistiye'
Cîhan Derwîş têkildarî bûyerên ku li Efrîna dagirkirî diqewimin ev nirxandin kir: "Roja ku Efrîn hat dagirkirin, di destpêkê de peykerê Kawayê Hesinkar ku yek ji sembolên berxwedana gelê Kurd e hat hilweşandin. Dema me ev bûyer dît, me fam kir wê bûyerên di kîjan astê de jî çêbibin. Ew 4 kesên ku ji malbatekê di şeva Newrozê de ji ber ku agir pêxistin, hatin qetilkirin xwe dispêre xirabkirina peyker jî. Dewleta tirk dixwaze gelên li herêmên ku dagir kirine, dûrî cewherê wan bixe û li şûna wan xirabiyê ava bike. Dema ku welat tên dagirkirin, hêza dagirker dixwaze li gorî bîrdozî û hişmendiya xwe civak û erdnîgariyê ava bike. Lê dewleta Tirk berovajî kir, tiştên heyî xirab kir û alozî derxist. Çeteyên dewleta Tirk gihîştin asta ku goristanên şehîdan xirab bikin û li şûna wê bazaran ava dike. Kiryarên ku gelê Efrînê dijîn, ji jinan, ciwan û heta zarokan jî armanca bingehîn a dewleta Tirk nîşan dide. Dema ku dewleta Tirk xwest hevpeymana Stenbolê ya mafên jinan betal bike, diyar bû ku ew jî hevkarên çeteyan e di pêkanîna kiryarên li hemberî jinan de."
Di hefteyê de 2 zarok hatin tecawizkirin, jinek hat revandin
Cîhan Derwîş bal kişand ser kiryarên ku jin û zarok dijîn û wiha helwesta xwe anî ziman: "Wekî tê zanîn beşek ji gelê Efrînê koçber bû, niha di kampan de ne. Beşek jî mane li cih û warê xwe lê ev kes di berdêla mayîna li axa xwe gelek tişt dan. Rastî qetilkirin, revandin, tecawiz û îşkenceyê tên. Di hefteyekê de 2 zarokên 10 û 14 salî hatin tecawizkirin û jineke ciwan jî ji ber ku nexwest bi çeteyekî re bizewice, hat revandin. Heger di hefteyekê de ev bûyer qewimîn gelo di van 5 salên dagirkeriyê de çi pêk hatiye û tê. Herî zêde jin ji vê dagirkeriyê bi bandor bûn, rojane tên tecawizkirin, revandin, îşkence li wan tê kirin û tên qetilkirin. Efrîn bi xêr û bêrên xwe dewlemend e û bi xwezaya xwe navdar e. Jinên Efrînê xwezayê weke parçeyek ji xwe dibînin û wisa lê mêze dikin. Qutbûna ku di navbera jin û axa wan de çêbûye, mirov dikare wekî qutbûna di navbera zarok û dayikê de bigre dest. Ji bo vê dayikên Efrînê berxwedan û têkoşîneke gelek mezin didin meşandin ku zarokên xwe li ser nirxên resen perwerde bikin û bikaribin bibin çavkaniya hêz û hêviya lêvegera warê xwe."
'Dewleta Tirk sûcên herî mezin li hemberî zarokan dike'
Cîhan Derwîş di nava nirxandinên xwe de behsa rewşa zarokan kir û got: "Di herêmên dagirkirî de, mafên zarok û jinan bi rengekî diyar tên binpêkirin. Tevahî zagon û bendên hevpeymanên navdewletî di herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de, nayên pêkanîn. Zarokên ji herêmên dagirkirî di rewşeke wisa de dijîn ku ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar dimînin. Li dûrî çand, ziman û welatê xwe ne, ji aliyê tendirustî, derûnî, perwerde û hwd. ve astengiyan dijîn. Kesên temenê wan mezin heta astekê dikarin van bûyeran rakin lê zarok nikarin bi tu şêwazî bipejirînin û dê ev rewş di pêşerojê de gelek nexweşiyên derûnî bi wan re ava bike. Li milekî din zarokên ku niha li Efrînê dijîn, bi darê zorê ziman û çanda Tirkî li wan tê ferzkirin. Li şûna ku zarokên me bi çand û zimanê dayika xwe mezin û perwerde bibin, em dibînin fêrî ziman û çandên cuda dibin. Gelo ev guhertina pêk hatiye wê di avakirina kesayet û hişmendiya zarokan de çiqas nakokiyan bi xwe re ava bike. Ji bo vê, dema ku zimanê zikmakî yê van zarokan tê qedexekirin, ev sûcê herî mezin e li dijî hemû zarokan."
'Dem dema serhildana li dijî dagirkeriyê ye'
Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li jinên herêmên dagirkirî kir ku dest bi serhildanê bikin û wiha axivî: "Bûyerên ku niha li herêmên dagirkirî rû didin, bandoreke mezin li ser me ava çêdikin û kîna me ya li hemberî dijmin zêdetir dike. Ji lewre em ji dil û rihê xwe wan hîs dikin û em ê bênavber ji bo wan bixebitin. Lê ez dixwazim bangê ji bo tevahî jinên li herêmên dagirkirî bikim. Bi salan e hûn di bin siya dagirkeriyê de dijîn û tiştek nema nehat serê we, ji bo vê êdî bê dengî têre nake û bendewariyên ji rêxistin û hêzên navdewletî jî nabe. Ji ber ku tevahî bûyer û kiryar li ber çavên hemû cîhanê pêk tên. Çawa ku me bi tena xwe ev zordarî û êş hemû kişandin divê ku em bi xwe jî rizgariya ji dagirkeriyê bi dest bixin. Ji bo zarokên ku tên tecawizkirin mabe jî divê êdî jin serî hildin û dawiyê li faşîzma dewleta tirk û çeteyên wî bînin. Em ji hemû aliyan ve amade ne bi wan re bibin alîkar."