"Bê vîna Şengaliyan wê tu serkeftin neyên bidestxistin"

Jinên Kobanê der barê nêzikatiyên PDK'ê li hemberî Şengalê û hevkariya wan bi dewleta tirk re wiha gotin: "Hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re dibe sedem ku zarokên me bên kuştin, wê ev rojên reş neyên jibîrkirin. Em heya dawiyê bi zarokên xwe re ne."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Rewşa Kobanê û ya Şengalê ji hev ne cuda ne her êrîşek li ser gelê Şengalê, di heman demê de li Kobanê heman tişt diqewime. Ji roja ku Şengal hatiye rizgarkirin heya vê kêliyê jî êrîş û toparan bênavber tên kirin ji aliyê dewleta tirk ve. Di roja 9'ê Cotmehê de ilan li ser Şengalê hatin kirin, piştî hevdîtinan û planên ku hatin çêkirin qaşo wê gelê Şengalê biparêzin lê di binî re siyaseteke din a veşartî dihat meşandin. Ji bilî şerê taybet û şerê çekdarî, rojane mirovên Şengalê tên kuştin û zirarên madî dibînin. Her wiha di van çend salên dawiyê de PDK'ê destek dide dewleta tirk û li dijî gelê Şengalê û xweseriya wê hevkariya dewleta tirk dike. Herî dawî li seranserê Iraqê hilbijartinên pêşwext di 10’ê Cotmehê de hatin lidarxistin, rêjeya dengdanê li Iraqê bi giştî ji sedan 41 bû. Li Şengalê jî rêjeyek gelek kêm beşdarî dengdanê bû. Li gorî encamên li Şengalê mafê 83 hezar kesan hebû dengê xwe bi kar bînin tenê 13 hezar deng hatin hejmartin. Li gelek deveran astengî derketin pêşiya gelê Şengalê û li gelek navendên dengdanê jî bi hincetên teknîkî dengdan hat rawestandin. Xwestin di nava van hilbijartinan de mafên gel binpê bikin û Êzidiyan bê vîn bihêlin. Jinên Kobanê girêdayî rewşa dayî ya Şengalê axivîn.
"Yên rê ji dijmin re vedikin bila nebêjin em Kurd in"
Fatma Berkel a 62 salî bal kişand ser nêzikatiyên PDK'ê li hemberî gelê Şengalê û wiha pêde çû: "Êdî bes e ji van partiyên ku dibêjin em Kurd in, ên Kurdan dikujin bila nebêjin e em Kurd in, ên destek û rê ji dijmin re vedikin bila nebêjin em Kurd in. Kurd ên ku destek didin hev in û li pêşberî hemû cure û desthilatdariyê disekinin û têkoşîna xwe didomînin ne ku destekê didin dijminên xwe û gelê Şengalê kuştin, talan kirin û wêran kirin. Ma em ENKS'ê li Efrînê nabînin ku çawa bi dijminê me re li ser goran li hev dicivin. Her roj bajarên me tên firotin û ew jî alîkariyê didin wan qaşo ev Kurd in. Bes e ji şerê birakujiyê re, her roj xwîna me Kurdan tê mijandin lê em ne di wê ferqê de ne divê Mesud Berzanî ji wê xefletê rabe û hişar be ku îro dijmin li me dide û sibê jî dor tê wî. Li Başurê Kurdistanê her roj zarokên me tên şehîdxistin û heya em cenazeyên wan nabînin, ev hemû plan bi destên PDK'ê û hevkarên wî tên kirin."
"Xelkê Şengalê wê serî netewîne"
Fatma bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Ev zêdetirî 40 salan e partiya me hatiye damezrandin ji wê rojê ve me soz daye ku em ê heya dawiyê bi partiya xwe re bin. Ji roja ku Êzidiyan çavên xwe ji dinyayê re vekirine ve tên kuştin û koçberkirin. Ev 73 ferman in li ser xelkê Şengalê tê, hê jî dixwazin fermanan li ser hev çêbikin. Tenê armanc ew e ku gelê Şengalê qir bikin, gelê Kurd giştî di wê planê de ye lê bi taybetî Êzidî ji ber ku ew bi çanda xwe ve girêdayî ne, kijan pêkhate bi çanda xwe ve girêdayî be ji aliyê desthildaran ve tê qirkirin. Mînaka herî ber bi çav Ermen in û niha jî di rêzê de Êzidî û gelê Kurd hene. Komploya ku li ser Rêberê gelê Kurd hat çêkirin, vê carê jî dixwazin li ser gelê Kurd komploya xwe bidomînin û di serî de Êzidî. Ji ber êrîşên dewleta tirk bi hezaran keç û xortên me canê xwe feda kirin."
"Bi yekitiyê wê aramî û ewlehî pêk were"
Emîne Ehmed jî wiha behsa nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta ku li Şengalê tê meşandin tîne ziman: "Dema ku PDK'ê Şengal bi tenê di nava xwîn û talanê de hişt wê demê me nas kir ku ev hevkarê çeteyan e. Eynî êrîşên ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, di heman demê de li Şengalê jî ev rewş heye. Hemû bi hev re girêdayî ne ger tiştek bi serê Şengalê ve bê, wê demê em jî tune dibin. Ji bo wê bi taybetî PDK divê ji wê xefika tarî hişyar be, em wek dayik hêvî dikin ku dayikên pêşmergeyan û yên ku bi rastî aştî û ewlehiyê dixwazin nehêlin xwîşk û birayên xwe qetil bikin. Ger îro em hemû Kurd li hemberî faşîzma dewleta tirk nesekinin wê dawiya me bi destên dewleta tirk be, ji bo ev yek neyê kirin, em bibin yek û bi hev re bi yek hêzê li hemberî hev li dijî vê faşîzmê têkoşîna xwe bilind bikin da ku em jiyana bi rûmet û azad bijîn. Di dawiyê de em ên hev in ên ku em li hemberî wî şer bikin dijminê me ye dewleta tirk û çeteyên wî ne."