Bavê Jîna Emînî beriya bîranînê hat binçavkirin

Bavê Jîna Emînî ya ku li paytexta Îran Tehranê bi îşkenceyê hat qetilkirin, Amjad Emînî, di salvegera mirina keça xwe de hat binçavkirin

Navenda Nûçeyan- Bavê Jîna Emînî Amjad Emînî di salvegera mirina keça xwe Jîna Emînî ya ku di bin çavan de li Tehranê hat qetilkirin hat binçavkirin.

Li gorî agahiya Rêxistina Mafên Mirova Hengawê, Amjad Emînî di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li bajarê Seqizêi ji aliyê Muhafizên Şoreşa Îranê ve hatiye binçavkirin û nayê zanîn wî birine ku derê.

Rayedarên dewleta Îranê, gefê li mabata Jîna Emînî xwarin ku di salvegera mirina keça xwe de merasîma bîranînê li dar nexin. Malbatê bi gotinên; “Em malbateke şîngirtî ne, weke her malbatê em ê keça xwe ya şoşewîst Jînayê di salvegera wê de li ser gora wê bi bîr bînin. Em ê merasima li gorî kevneşopiya xwe ya olî li dar bixin” diyar kiribûn ku ew ê keça xwe bi bîr bînin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku ji ber salvegera Jîna Emînî ku dê çalakî werin lidarxistin, li Rojhilat û tevahiya bajarên Îranê rewşa awarte hat îlankirin.