Başûrê Kurdistanê li benda encamên hilbajirtinê ye

Ji sedî 72’ê dengderan beşdarî hilbijartinên giştî ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bûn. Di dema ku beşdariya herî zêde li Duhokê pêk hat, tê gotin ku ji sedî 30’ê kursiyên parlamentoya nû ji bo jinan hatiye veqetandin.

Navenda Nûçeyan- Hilbijartinên giştî yên dema 6’emîn a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi dawî bû. Rêjeya beşdarbûna hilbijartinan ji sedî 72 hat ragihandin. Rêjeya beşdariyê herî zêde li Dihokê ji sedî 78 û herî kêm jî li Silêmaniyê bi rêjeya ji sedî 65 bû.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê daxuyaniyeke çapemeniyê da û der barê dengdana giştî ya hilbijartinên dema 6’emîn ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de agahî parve kir. Komîsyon diyar kir ku li 4 heremên hilbijartinê rêjeya tevlîbûnê sedî 72 e. Komîsyonê ragihand ku rêjeya beşdarbûnê li Hewlêrê ji sedî 74, li Helebce ji sedî 69, li Duhokê ji sedî 78 û li Silêmaniyê jî ji sedî 65 bûye. Her wiha hat diyarkirin ku encamên hilbijartinê dê îro bên eşkerekirin.

368 namzetên jin hene

 Di hilbijartinan de 191 hezar berendam pêzbazî kir. Ji namzetan 368 jî jin bûn.  Ev rêje tê wateya ji sedê tevehiya namzetan. Li gorî qanûnê di ji 100 kursiyên Parlementoya Herêma Kurdistanê 30 ji bo jinan were veqetandin. 

Ji sedê 30’ê kursiyan jin in 

Hilbijartin li gorî sistema hilbijartinê ya pirherêmî ji nûve hat kirin û li ser esasê 4 herêman hatin kirin. Hêjmara kursiyên ji bo namzetên jin ên ku ji bo çar herêman ku bên hilbijartin wiha bûn;

“* Li Silêmaniyê ji 38 kursiyan 11 kursî  ji bo jinan hat veqetandin

 *Li Hewlêrê ji 34 kursiyan 10 di destê jinan de ne

 *Li Duhokê ji 25 kursiyan 8 yên jin in

 *Li Helebceyê ji 3 kursiyan 1 ji bo jinan hat veqetandin.”