Baroya Mêrdînê derbarê Dîdem Arslan de serlêdana sûc kir
Baroya Mêrdînê derbarê Dîdem Arslan a ku têkildarî zimanê Kurdî bêrêzî kir de serlêdana sûc kir.
Navenda Nûçeyan - Pêşkêşvana Televîzyona Şhow Tv Dîdem Arslan di bernameya xwe de ji bo Jina ku kurdî axivî gotibû: “Bi Tirkî biaxive, rast biaxive û vir Komera Turkiyê ye.” Baroya Mêrdînê derbarê gotinên Dîdem Arslan ên bêrêziya li hemberî zimanê Kurdî de serlêdana sûc kir. Baroyê di heman demê de giliyê Şhow TV jî li RTUK’ê kir.