Baroya Amedê dê ji bo Narîn Guran komisyon ava bike

Parêzer Gevriye Atli pêvajoya piştî qetilkirina Narîn Guran hat jiyîn anî ziman û diyarkir ku ji ber îhmalan hê failên rast û bûyer derneketiye holê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Hê failên rast ên Narîn Guran ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî ya girêdayî navçeya Rezan ya Amedê winda bû û piştî 19 rojan cenazeyê wê hat dîtin nayê zanîn. Jî dîroka ku Narîn Guran winda bûye heta îro di dosyaya de tê ziman ku gelek îhmal û kêmanî têde heye, dayîk û bira jî di nav de 11 kes hatin girtin.

Endama Desteya Rêveber ya Baroya Amedê Gevriye Atli der barê pêvajoya dosyaya Narîn Guran de nirxandin kir û wiha got: “Em ê li bendê bin heta belegeyên eşkere û bi bandor bikeve dosyayê. Bi bandora medyaya dijîtal û civakê hatiye van rojan, cardin bi van zextan cenaze hate dîtin. Gumanbar destpêkê hewl dan cenaze winda bikin. Pêvajoya dîtina cenazeyê Narîn Guran bi zanabûn hate dirêjkirin.” Gevriya Atli bal kişand ser giringiya rapora Saziya Tiba Edlî. 

‘Me bi hevre dît ku gelek tişt direng ma’

Gevriye Atli da zanîn ku ne li bendê ne rapor gelek bi sûd be wiha got: “Bedenê Narîn ne di wê rewşê de ye ku xebat li ser were meşandin. Ev jî çavkaniya xwe ji pêvajoya lêgerînê gelek dirêj  kiriye digre. Me destpêkê ji got ku divê kesê herî nêzîk weke gumanbar were dîtin. Weke Baro bi navê tedbîrê tu deman me li gel malbatê cih negirt. Ji ber der barê pêvajoyê de her gumanên me hebû û me ev anî ziman. Me got ku divê fail ji nêz ve were lêgerîn, lê belê îhmalên di pêvajoya lêpirsînê de, bû sedem ku piştî 19 rojan were dîtin. Me bi hevre dît ku li wê derê ji bo gelek tiştan dereng mane.”

‘Divê gumanbarên destpêkê malbat bihata dorpêçkirin’

Gevriye Atli bal kişand ku di qonaxa hatî de failên rast û der barê bûyer çawa hatiye pêkanîn de belgeyên têrker bi dest nexistin e. Destnîşan kir ku diviya bû daraz weke gumanbarê destpêkê malbat bidîta, 16 rojan bi beşdariya gumanbarê destpêkê Salîm Guran lêgerîn hatin kirin. Gevriye Atli da zanîn ku ji ber kêmaniyan, gumanbar divê pêvajoyê de xwe rêxistin kirin û bi hevre gotinên xwe kirin yek û wiha got: “Dema em li îfadeyan temaşe dikin, me dît ku li holê pevxistinek heye û hemû kes li ser vê pevxistinê diçe. Me got ku heta kêliya dawiyê wê yek tiştên hatî jiyîn weke heyî bêje. Lê belê me tu encam negirt. Heta niha jî em bi awayek rast nizanin bûyer bi kîjan sedeman çêbûye yan jî ji aliyê kî ve hatiye kirin. Nemeşandina lêpirsînek baş û aktîf yan jî îhmalên di dema lêpirsînê de em anîn vê derê. Niha gumanbarê herî sereke mam, muxtarê gund e û rê nîşanî tîmên dihat dida. Bi caran li cihê ku bedenê Narîn lê, lêgerîn hate kirin û mam li wê derê bû. Hemû heyetên ku dihatin destpêkê hevdîtin bi mam re dikir, ev kes li hev pevxistibû ku ka dê kî çi bêje û çi bike. Divê ji roja destpêkê ve hemû gund weke gumanbar bihata dîtin. Ji nava malbatê destpê kiriba û hemû kes bi awayek hûrgûlî bihata lêkolînkirin.”

‘Zincîra îhmalan em anîn vê dawiyê’
Gevriye Atli destnîşan kir ku fail bûyerên ku pevxistiye, bi saya civakê negihaye armanca xwe, lê belê ji ber îhmalan cenaze dereng hate dîtin, zincîra îhmalan, pêvajoya binçavkirinê didome û ji ber vê pêvajo bi awayek tendirûst nehate meşandin. Gevriye Atli bibîrxist ku ev îhmal derfet da xala beyanên derew yên fail û ev tişt got: “Ji roja destpêkê heta niha di lêpirsîna ku îhmal têde tê jiyîn, herî dawî îfadeyên di lêpirsînê de, bi temamî di çapemeniyê de cih girtin, veşartin binpê kir. Ev rewş ziyanên cidî da lêpirsînê. Ji ber dema ku hemû îfade hatin weşandin, gumanbarên ku hê îfade nedane û nehatine binçavkirin li gor wê seknek nîşan didin. 22 kesan îfade da û evane di nava neynokê de derew kirin. Ev derew jî bo rastî derbikeve holê bû asteng. Hemû ji ber vê binpêkirinê ki çi bêje dihat zanîn. Weşandina hemû pirsan, tê wateya ku daraz çi dizane û di destê wan de çi heye. Li vê derê bendewariyên me ji darazê, belgeyên rast yên dosyayê derbixwe holê ye. Gumanbar hatin girtin, lê ger belgeyên têrker nebe wê ev kes ji ber vî sûcî ceza negrin. Ji destpêkê ve tişta ku li pevxistin ev bû. Fail ne li bendê bûn ku wê windabûna Narînê ewqas di rojevê de bimîne. Ger hestiyariya civakê neba, dibe ku cenaze qet nehatiba dîtin. Li gel hiştina bûyerê di rojevê de cenaze hate dîtin, lê belê ev pêvajo weke fail hedef dikir, dereng hate dîtin.”

Baro wê ji bo dozê komisyon ava bike!

Gevriye Atli bal kişand ser binpêkirinên mafê zarok û jinan li Tirkiye û bi gotina; “Em jin û zarokan naparêzin” tiştên hatî jiyîn anî ziman û got: “Nemeşandina bi awayek aktîv ya lêpirsînan û cardin ji ber polîtîkayên bêcezatiyê di van sûcan de gavek giring nehate avêtin. Ji bo dosyaya Narînê jî bi bêcezatiyê encam nebe em ê bibin şopdarê dozê. Me daxwaza mudaxelekirina dosyayê kir. Weke Baro ji bo vê dosyayê em ê komisyonekê ava bikin û heta dawiyê em ê bişopîn in.” Gevriye Atli banga têkoşîn û rêxistinkirina hemû jin û zarokan kir.