Bariş Altintaş: Rojnamegeran di sala 2021’ê de piraniya mesaiya xwe li edliyeyan derbas kirin
Hevoordînatora Xebatên Medya û Hiqûqê Bariş Altintaş diyar kir ku sala 2021'ê ji bo rojnamegeran dijwar derbas bû û got, "Li pêşiya me wêneyek ku her diçe neyînî dibe heye."
ELÎF AKGUL
Stenbol- Koordînatora Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê Bariş Altintaş ji ajansa me re sala 2021’ê di warê rojnamegerî û azadiya çapemeniyê de nirxand. Bariş Altintaş bal kişand ku her çend îsal hejmara rojnamegerên li girtîgehên Tirkiyeyê kêm bûne jî got; "Rojnamegeran piraniya mesaiya xwe li edliyeyan derbas kirin."
“Tenê ji ber nûçeyên ku çêkirin hatin darizandin”
Bariş Altintaş anî ziman ku sala 2021’ê bi girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, Nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala ku li wanê ji ber ji helîkopterê avêtin û îskenca dîtina Servet Turgut û Osman Şiban nûçe çêkirin, dest pê kir, wiha axivî: “Di danişîna ewil de serbest berdan lê di dozek ku diviyabû qet çênebûya, ji ber çêkirina nûçeyek darizandina wan berdewam kir.”
“Rojnameger bi îdianameyên vala tên darizandin”
Bariş Altintaş a ku dibêje "Bi taybetî jî dema ku mijar dibe rojnamgerên Kurd dozên bi vî awayî kêm nabin" da zanîn ku niha li gorî agahiyên girtine 48 rojnameger di girtîgehan de ne û piraniya wan nûçegihanên herêmê ne. Bariş Altintaş got; "Tenê ji ber ku nûçe çêkirin û rastî ji me re ragihandin, bi îdianameyên vala hatin darizandin."
“Tundûtûjî gihîştiye asta herî bilind”
Bariş Altintaş, gîştinameya polîsan a serê salê ya ji bo rojnamegerên ku li kolanan dîmen û wêneyan dikşînin bi bîr xist û got; “Encamên vê ji bo rojnamegeran gelek giran bûn. Jixwe ji bo kesên ku li qadê nûçeyan dişopînin, şîdet gihîştiye asteke nebawer." Bariş Altintaş destnîşan kir ku şert û mercên nebaş ên xebatê yên rojnamegeran berdewam dikin û diyar kir ku rojnamegerên di weşana medyaya civakî de dixebitin hê jî wekî rojnameger nayên qebûlkirin.
“Ger rojnameger nebûna em ê asta şewatan fêr nebûna”
Bariş Altintaş da zanîn ji bilî dozan, di hedefa medyaya alîgir û hikûmetê de jî rojnameger hene û diyar kir ku bi taybetî di demsala havînê de şewatên ku li gelek deverên Tirkiyeyê derketine, gel bi taybetî bi ser rojnamegerên jin ve meşiyane û wan hedef girtine. Bariş Altintaş got; "Ji ber ku agir kirin nûçe, ji aliyê rayedarên dewletê ve bi îdiaya 'hewl didin Tirkiyeyê lewaz bidin xuyakirin' bi teror û xiyanetê tên sûcdarkirin. Lê ger ew nebûna em ê berfirehiya şewat û kêmasiya destwerdana li wir fêr nebûna. Bi taybetî em deyndarên rojnamegerên serbixwe yên ku ji wan re dibêjin freelanca ne. Rojnameger tevî ku rastî xebata bê ewle, tundî, zext û gefan de ne jî karê xwe didomînin.”
“Em bi wêneyek neyînî re rû bi rû ne”
Bariş Altintaş, diyar kir ku rojnameger û bi taybetî jî rojnamegerên jin ji aliyê hesabên anomin ên li ser medyaya civakî ve dibin hedef û gef li wan tê xwarin, wiha axivî: "Encama tedbîrên hiqûqî yên li hemberî vê yekê bêcezatî dibe.” Bariş Altintaş diyar kir ku Tirkiye di sala 2022'an de wekî welatê di cîhanê de herî zêde rojnameger xistine girtîgehê ye û wiha got; "Lê belê ev yek ji bo me ne qencî ye. Darizandin hê jî berdewam dikin. Bi qasî ku em dizanin 48 hevalên me dê di girtîgehê de serê salê pêşwazî bikin. Bi giştî em bi wêneyek ku her diçe neyînî dibe re rû bi rû ne.”