Barbara Walters jiyana xwe ji dest da

Pêşkêşvana nuçeyên sereke ya Dewleta yekgirtî ya Amerîka ku weke ‘jina banê cam şikandî’ tê bi navkirin Barbara Walters di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Navneda Nûçeyan- Barbara Walters bi pêşkêşvana sernuçeyan ya ABD’yê ketibû dîroka televizyonê jiyana xwe ji dest da.

Temsîlkara Barbara Walters ya ku di 93 salî de jiyana xwe  de koça dawî kir, Cindi Berger bi daxuyaniyekê aşkere kir û wiha got: “ Barbara Walters di mala xwe de bi awayek bi aram jiyana xwe ji dest da. Di jiyana xwe tu pûşmantî jiya nekir, ne tenê ji bo jinên rojnamevan û ji bo hemû jinan pêşeng bû.”   

Barbara Walters di sala 1976’an de di kanala ABC News de nûçeyên şevê pêşkêş dike di qada medyayê de ‘banê cam şikandî’ bû jina yekem ya xebatkara medyayê. Barbara Walters a di sala 1929’an de ji dayîk bû, xwedî 12 xelatên Emmy ye. Barbara Walters di pişeya xwe ya rojnamevantiya 50 salan de di qenala NBC’ê de ji sala 1961’an destpê kir. Di sala 1974’an de di qenala NBC de bû hev pêşkêşvana bernameya Today Show   serkeftina yekem bi dest xist.