Banga tevlîbûna jinên Yemenê ji bo danûstandinên aştiyê
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Martin Griffiths, banga beşdariya jinan li hevdîtinên aştiyê yên di nava Yemenê de kir.
Navenda Nûçeyan – Di 2'ê Adarê de li ser Twitterê çend post li ser rojnameya fermî ya Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê, Martin Griffiths hat weşnad. Martin Griffiths got: "Koma Nefermî ya Pisporan a Karûbarên Jin, Aştî û Ewlekariyê ya Konseya Ewlekariyê agahdar kir ku tevgerîna zayendî perçeyek bingehîn a xebatên aştiyê li Yemenê ye." Lê zêde kirku zêdekirina rola jinên Yemenî ji bo danasîna şeklê guncaw yê pêvajoya siyasî girîn e.
Martin teqez kir ku: "Em berdewam dikin ku aliyên nakokî li Yemenê jin di şandên xwe de cih bigirin û beşdariya wan a çalak di pêvajoya aştiyê de misoger bikin."
Griffiths pêşinyar kir ku di dan û stendinên aştiyê de, ji bo jinan kursiyên zêde, yên neguhêzbar hebin û teqez kir ku: " jin ji bo kêmkirina tundiyê û avakirina aştiyek mayînde bê westan dixebitin. Grûpên jinan ku vî karî dikin, ji hêla tehdîdê ve kêm têne fînansekirin û parastin."
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê, Martin Griffiths wiha got: "Ofîsa min bi berdewamî hewl dide ku tevlêkirina jinan di gelek astan de bibe norm."