Banga têkoşîna li dijî dagirkeriyê: Erka her kesî ye

Mamosta û Çalakvan Şine Elî li dijî êrişên dewleta Tirk li ser xaka herêma Kurdistanê bertek nîşan da û got: “Divê aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin û hemû kes li dijî êrişên dagirkeriyê rawestin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî - Dewleta Tirk ji 3’ê Hezîranê ve ji bo xaka başûrê Kurdistanê dagir bike sewqiyata leşkerî dike û bi hevkariya PDK’ê êrişên li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Li gor rapora tîma CPT ya Kurdistan û Iraqê ji 15’ê Hezîranê heta 15’ê Tirmeha 2024’an, êrişê dewleta Tirk li navçeyên Kurdistanê berdewam dike. Di nav mehekê de dewleta Tirk nêzî hezar û 250 leşker, 300 maşîneyên zirxî û leşkerî anîne xaka herêma Kurdistanê. Di nava mehekê de 381 caran bi  topbaranan êrişî navçeyên Kurdistanê kiriye. Dewleta Tirk hejmara baregeh û qereqolên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ku bi giştî 74 bûn, 10 baregehên din lê zêde kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di êrişan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûne, bi tevahî 9 gund hatine valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn. 

‘Divê hikumeta Iraqê li dijî dagirkeriyê dengê xwe derbixe’

Mamosta û çalakvan Şine Elî der barê êrişên dewleta Tirk li ser xaka herêma Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku leşkerkêşan û derbaskirina sînorê Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve di nava van çend mehên dawî de dijwartir bûye û got ku divê hikumeta Iraqê li dijî van êrişan bêdeng nemîne. Şine Elî wiha got: “Divê li beramberî van êriş û dagirkeriyê were rawestandin. Hêzên Tirkiye hertim hemwelatiyên gundan koçî derverên din dikin. Oparasyon bi awayek dijwar li navçeyên sînorî yên Amêdî, Behdînan û Dihok encam didin. Bi riya bombardûmanan ziyanên canî û madî digihe cotyar û rûniştvanên gundan.”

Şine Elî destnîşan kir ku mamostayên ku ji bo mafê xwe têdikoşîn beşek ji civakê ne û wiha domand: “Mamosta û komek çalakvanên mafê mirovan bi riya name ji bo netewên yekgirtî, Iraq û tevahî civakê û aliyên peywendîdar derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de agahdar bike nivîsandin û radest kirin. Mamosta û çalakvan berdewam di hewla hişyarkirin û agahdarkirina aliyên peywendîdar de ye.”

Hevkariya hikumetê bi dewleta Tirk re

Şine Elî îşaret bi wê yekê kir ku  ev çend sal e dagirkerî û êrişên dewleta Tirk li ser xaka herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanê berdewam dike û wiha got: “Ji ber berjewendiyên xwe yên madî hikumeta herêma Kurdistan û dewlet Tirk a dagirker bi hev re di nava hevpeymanan de ne ji ber wê li dijî êrişan bêdeng dimîne. Di dema êrişkirina li ser navçeyên Kurdistanê, her wiha nebûna parlementer û valatiya siyasî ya li herêma Kurdistanê yek ji sedemên dagirkeriya dewleta Tirk e. Bi riya kesên ne rast demê parlementerê û hilbijartin hertim tên dirêj kirin. Ev û çend sedemên din zêdebûna dagirkeriya dewleta Tirk e.”

‘Divê hemû kes li dijî êrişên dagirkeriyê rawestin’

Şîne Elî di dawiya axaftina xwe de banga li dijî êrişan rabûnê kir û wiha got: “Divê alî û parlementerên li Iraq û Kurdistanê  ji bo mafê rewa yê gel hewl bidin. Hemwelatî û têkoşer bi hevre ji bo parastina xaka xwe têbikoşîn û êrişên dagirkeriyê şermezar bikin. Her wiha bi riya ragihandin û komên çalakvan em dengê xwe bigihînin hemû kesê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestîn.”