Banga Meşa Şevê ya Femînîst: Tu jî were
Jinan ji bo 21. Meşa Şeva Femînîst a li Taksîmê bê lidarxistin û bi gotina, “Em weke her sal îşev jî bi hêrs û îsyana xwe li qadan in. Tu jî were!” gazî kir.
Stenbol - 21. Meşa Şeva Femînîst a ku her sal bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Stenbolê tê lidarxistin, wê îro saet di 19.30 de li Taksîmê bê lidarxistin. Jinan banga tevlîbûna meşê kirin.
Li ser hesabê medyaya dîjîtal a hesabê Meşa Şeva Femînîst a 8'ê Adarê, "Em îşev jî mîna her sal bi hêrs û serhildana xwe li kolanan in. Di video ku sernavê Tu jî were!” hat weşandin de bangawaziya tevlîbûna hemû jinan hatkirin.
Di vîdeo de dirûşmên "Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî", "Jin, jiyan, Azadî" û "Serhildana femînîst" di sînevîzyona "Kolan, meydan û şev ên me ne! Em di 8'ê Adarê de bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê ne hat gotin.