Banga li Îsraîlê: Divê lêpirsîn bê vekirin sûc bên belgekirin

Jinên parêzvanên maf ên bertek nîşanî di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de hedefgirtina sivîlan a di nav de jin û zarok jî hene dan, xwestin demil dest lêpirsîn bê destpêkirin û sûc bên belge kirin.

NAGHAM KARAJEH 

Xeza- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê ya Filistînê berdewam dike, jin û zarok jî di nav de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezayê ku duh der barê êrîşê da daxuyanî da, ragihand ku di operasyona leşkerî ya ku Îsraîlê ya li dijî Şerîda Xezayê li dar xist de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de jin û zarok jî hene gihişt 31’an û zêdetir 90 kes jî birîndar hene.

'Divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin'

Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên ku daxuyanî dan jî xwestin demildest peymanên navneteweyî û rêgezên qanûnî yên mecbûrî yên ku parastina sivîl, jin û zarokan garantî dikin, bên misoger kirin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Divê demil dest bikevin nava tevgerê û der barê kuştin û hedefgirtina zarokan de lêpirsîn bê vekirin û tedbîrên pêwîst bên girtin.” Her wiha di daxuyaniyê de ji Îsraîlê re Peymana Laheyê ya ku sûcên şer di hiqûqa navneteweyî de pênase dike jî hat bi bîr xistin.

'Divê peymanên navneteweyî bên aktîfkirin'

Komeleya Pêşxistina Jinên Kedkar ên Filistînê jî bal kişand ku êrîş û qetlîamên artêşa Îsraîlê yên li dijî zarok, jin û sivîlan dewam dike. Komeleyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi aktîfkirina peymanên navneteweyî û rêgezên qanûnî yên mecbûrî ji bo Filistîniyan parastina navneteweyî peyda bike, demil dest mudaxele bike. Têkildarî mijarê Rêvebera Komeleya Pêşxistina Jinên Kedkar ên Filistînê Amal Xrîşeh ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em dixwazin qanûn û peymanên navneteweyî yên ku parastina sivîlan, jin û zarokên bêguneh garantî dike, bên aktîfkirin."

'Divê raporên sûcan belge bikin bên amadekirin'

Seroka Komîteya Jinan a Herêma Ereb Eyşe Hemûda jî wiha got: "Asta barbariya Îsraîlê bi awayekî zelal li holê ye. Jin û zarok jî di nav de sivîl hedef tên girtin û qetilkirin.. Êrîşên Îsraîlê bênavber dewam dike. Îsraîl prensîbên mafên mirovan binpê dike. Li Filistînê rijandina xwîna mazlûman, wêrankirina malên wan û bêparkirina mafên wan ên bingehîn tên paşguh kirin.  Em bang li civaka navneteweyî dikin ku raporên ku van binpêkirin û tawanan di hemû astan de belge dike amede bike.”