Banga hevrûbûna bi Qirkirina Ermenan hate kirin

Di daxuyaniyên bi wesileya 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan de, hate destnîşan kirin ku hevrûbûna sûcên li dijî mirovahiyê wê di avakirina aştiya civakî de bibe gavek girîng û banga “hevrûbûnê” hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Qirkirina ku di 24’ê Nîsana 1915’an de li dijî Ermenan pêkhat, 109 sal li pey xwe hişt. Di qirkirinê de di navbera 800 hezar û milyonek û 800 hezar Ermen jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya salvegera qirkirinê daxuyanî hatin dayîn û banga “hevrûbûnê” hat kirin.

DBP: Ji bo eşkerebûna heqîqeta Qirkirina Ermenan wê têkoşîna me bidome

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di daxuyaniyê de kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. DBP’ê diyar kir ku polîtîkayên misilmankirin û tirkkirinê bi xwe re ji gelan û baweriyan re qirkirin, êş û mirin aniye. DBP’ê destnîşan kir ku ji ber ku zîhniyeta yekperest xwe neda ber hevrûbûna bi qirkirina 1915’an, bingeha qirkirinên nû amade kiriye. DBP’ê gelek qirkirinên din jî bi bîr xist û banga hevrûbûnê li dewletê kir. DBP’ê ev bang kir: “Dema bi rabûrdiyê re hevrû dibin, divê rêzgirtina ji bo miriyên gelê ermen were parastin, bikarin perestgehên xwe bi rehetî bi kar bînin û li ser bingeha hemwelatiya wekhev gav bên avêtin. Ji bo heqîqeta di Qirkirina Ermenan de derkeve holê dê têkoşîna me bidome.”

Baroya Amedê: Divê edaleta ku birînan dikewîne hebe

Baroya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û qurbaniyên qirkirinê bi bîr anî. Baroyê diyar kir ku ji ber daxuyaniyên wan ên her sal ji bo heqîqetê tên kirin derheqê wan de lêpirsîn tên vekirin û tên darizandin. Baroyê xwest ku ji bo êşên gelê ermen rêz were girtin, bi heqîqetê re hevrûbûn çêbibe û li gorî edaleta birînan dikewîne bê tevgerîn. Baroyê banga hevrûbûnê li dewletê kir.

DEM Partî: Em êş û şîna wan parve dikin

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi boneya salvegera Qirkirina Ermenan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevrûbûna bi rastiyên dîrokî re, lêborînxwestina ji gel û baweriyên mexdûr û serîlêdanarêyên edaletê hem ji aliyê fêmkirina hev û dîrokê û hem jî ji aliyê kewandina birînên dîrokî û avakirina pêşerojeke hevpar ve pêngavên gelekî girîng in.

Ev yek di heman demê de tê wateya pêşxistina hestên wijdan û edaletê yên di nava civakekê de. Her wiha rêya parvekirina êşan û avakirina pêşerojeke wekhev û demokratîk e.

109 sal di ser Karesata Mezin (Metz Yegern) re derbas bûn ku di 24’ê Nîsana 1915’an de zêdetirî 200 rewşenbîrên ermen ji malên xwe hatin derxistin û ber bi mirinê ve hatin şandin. Vê pêvajoyê bi sirgûnkirin û kuştina bi sed hezar Ermenan dewam kir.

Rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, ji bo avakirina pêşerojeke hevpar, wekhev û aştiya civakî pêngavên pir girîng in. Mixabin ku di roja me ya îroyîn de ji aliyê gelek civak û derdorên siyasî ve jî rastiya ku tu nasname, ziman, çand û baweriyên cuda yên li erdnigariya me ne ji hev bi qîmettir in, nayê dîtîn û qebûlkirin. Zîhniyeta yekparêziyê hê jî rûyê xwe yê qirêj nîşanî me dide.

Pêkvejiyana wekhev û aştiyane ya bi gelê ermen re ku yek ji dêrîntirîn gelên vê xak û erdnîgariyê ne, gelekî girîng e. Em weke DEM Partiyê bi van hest û ramanan xwe yên jidil careke din kesên ku di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bi xemgînî û bi rêzdarî bi bîr tînin.”