Bang ji bo Bêrîtan Canozer a hati binçav kirin: Divê hemû alî dengê xwe bilind bikin
Nûçegihana Jinnewsê Habibe Eren bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Bêrîtan Canozer da û diyar kir ku ajansa wan ev demek dirêje di hedefa hikûmetê de ye û got: "Ger îro me bigirin jî, li pişt me bi sedan kes hene vî karî bikin.” Habibe Eren ji bo berdana Bêrîtan Canozer bang li hemû aliyan kir ku bêdeng nemîne.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de roja înê13’ê Tebaxê di serdegirtina mala wê ya li Amedê de hat binçavkirin. Bêrîtan Canozer a ku ji roja dest bi kariyera xwe kiriye û vir ve 4 caran hatiye binçavkirin û carekê ji ber "heyecan" ê hatiye girtin, hempîşeyên wê ji bo berdana Bêrîtan Canozer bang kirin. Bêrîtan Canozer a ku hêj îfadeya wê nehatiye girtin li qereqola polîsan tê ragirtin, di nav agahiyên hatine bidestxistin de jî di dosyeya lêpirsînê ya hatî vekirin de biryara sînordarkirinê heye.
Di 6 salan de 4 binçavkirin
Bêrîtan Canozer cara ewil di 16'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat girtin, paşê bi hinceta di dema şopandina nûçeyan de "heyecan" heye hat binçavkirin. Bêrîtan Canozer a ku bi qasî 4 mehan girtî ma, di danişîna ewil a dozê de hat berdan. Bêrîtan Canozera, ku duyemîn gitina wê hevala xwe ya xebatê Bêrîtan Elyakut ra jiyan dikir, di 21'ê Çileya 2019'an de hat binçavkirin, piştî îfadeyê hat berdan. Bêrîtan Canozer, ku di sala 2020’an de bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyayê hate darizandin, 1 sal, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bêrîtan Canozer, roja 5'ê Nîsana 2021'an di serdegirtina mala xwe ya li navçeya Baglar a Amedê de careke din hat binçavkirin, piştî 3 rojan ragirtinê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Bêrîtan Canozer herî dawî 13'ê Tebaxê di serdegirtina malê de hatî girtin, di nava 6 salan de 4 caran hat binçavkirin.
"Hevalên me yên ku rojnamegeriyê dikin di hedefa hikûmetê de ne"
Nûçegihana Jinnewsê Habibe Eren got ku ew her tim ji ber nûçeyên çêdikin bi polîtîkayên tirsandinê yên wekî binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin û bal kişand ser girtina Bêrîtan ku ne cara ewile tê binçavkirin. Habibe Erena da zanîn gelek lêpirsîn li ser Bêrîtan hatine destpêkirin û hîna dewam dikin, wiha axivî: “Bi taybetî nûçegihanên Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê ev demeke dirêj e ji aliyê hikûmetê ve tên şopandin û nûçegihanên wan dibin hedef. Digel ku her nûçeya em çêdikin wekî hêmanek sûcdar li me vedigere, em di heman demê de rastî polîtîkayên tirsandinê yên wekî binçavkirin yan jî girtinê tên. Dema ku hevalek me tê girtin û berdan, hevalek din me tê girtin. Ev êdî bûye rewşek sîstematîk.”
“Ajansa me heta niha 32 caran hatiye girtin”
Habibe Eren diyar kir ku ji ber bûyerên eşkere dikin her tim di bin zextê de ne, bal kişand ser êrîşên ser ajansên wan ku heta niha 32 caran hatiye girtin. Habibe Eren bilêv kir ku malperên wan bi hinceta nûçeyên tacîz, tecawiz yan jî qetilkirina jinan didin hatine girtin û diyar kir ku ew li dijî zextên heyî pîşeyên xwe bi awayekî hîn azwer didomînin.
"Zext û zordarî me natirsin e"
Habibe Eren axaftina xwe wiha domand: “Bi taybetî ajansa me Jinnews ev demeke dirêje di hedefa hikûmetê de ye. Tevî binçavkirin û girtin dewam dikin jî, em weke hemû hevalên xwe li qadan in. Ew nikarin me bisekninîn. Em bi atmosfera ku bi taybetî piştî rewşa awarte heyî fêr bûn. Bûroyên me hatin girtin, lê me her cîhê ku em lê bûn veguherand bûroyan. Tevî ku di bin zor û zextê de ne, me xwe ji nû ve çêkir û ji nû ve ava kir. Ger ew îro me hemûyan jî bigirin, bi sedan kes li pişt me ne hene vî karî bikin."
"Bila Bêrîtan Canozer bê berdan"
Habibe Eren herî dawî, banga berdana Bêrîtan Canozer a ku heta niha jî girtî ye kir û diyar kir ku ji bilî rojnamegeriyê tu sucê din ê Bêrîtan nîne. Habibe Eren diyar kir ku ji bo Bêrîtan, divê hemû alî bêdeng nemînin û li hemberî rewşa heyî bertek nîşan bidin.