Bandora tevna civakî li ser perwerdê
Têgehên weke tevnên civakî û medyaya dîjîtal wekî sûd ji bo civakê tên zanîn û ketiye hemû gund û mezrayan. Ev bandorek nerênî li ser perwerda zarokan dike û ji xwendinê zêdetir bala wan dibe ser tiştên vala û dema wan didize.
Têgehên weke tevnên civakî û medyaya dîjîtal wekî sûd ji bo civakê tên zanîn û ketiye hemû gund û mezrayan. Ev bandorek nerênî li ser perwerda zarokan dike û ji xwendinê zêdetir bala wan dibe ser tiştên vala û dema wan didize.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Piştî salên 2000’an ev serdem wekî pêvajoyek nû ya ku tevnên civakî û torên civakî derketine pêş. Êdî kes, hay ji halê kesê nemaye, her yekê telefon girtiye destên xwe û ji xwe re cîhanek ava kiriye. Êdî ji vê yekê zarok jî bi bandor bûn û bi pêşketina torên civakî re gelek tiştên cuda jî derketin holê. Zarok di perwerdeyê de li paş man hemû wexta xwe bi teknolojiyê derbas dikin ev yek jî dibe sedem ku tevnên civakî bandorek neyînî li ser civakê bikin. Bi vê ve girêdayî ji derveyî torên cîvakê êdî gelê Başûrê Kurdistanê berê xwe didin helqeyên biyanî yên Tîrkî, Koreyî û Hindî ev jî bandoreke din li ser civakê ava dike û êdî mêr ji hevjînên xwe dixwazin ku wekî wan aktrîstan bin.
Li ser bandora neyînî yên torên civakî û helqeyên biyanî tuwêjera Civakî Kenar Kemal û seroka Fraksyona Goran Gulistan Seîd ji ajansa me re diyar kirin ku; “Rêya çareseriya pirsgirêkên torên civakî perwerdeyek bi tendirust e.”
Badora teknolojiyê li ser perwerdê
Kenar Kamil tuwêjera civakê der barê pirsa teknolojiyê pêşketina perwerdeyê bi ku ve biriye de wiha bersiv da: “Sedema destpêkê ya pêşketina perwerdeyê niha teknolojî ye. Ji ber ku teknolojî bûye cîhana pêncemîn. Zarok di nava malê de wisa bi telefonê û amêrên elektronîk dem derbas dikin ku li gel dayik û bavê xwe dem derbas nakin. Zarok perwerdeyê ji fîlmê kartonan û bernameyên tevnên civakî digrin. Ger teknolojî di aliyek baş de were bikaranîn gelek sûdên wê hene lê dema mirov îro binêre dibîne ku ji sûdê zêdetir ziyanê digihîjîne civakê û ev yek ji civakê ber bi hilweşandinê ve dibe.”
“Divê ragihandin ji bo perwerdeyê be”
Kenar diyar kir ku êdî kes nikare teknolojiya bi sensur kontrol bike lê belê dezgehên ragihandinê divê kontrol bikin û wiha dibêje: “Divê ew dram û fîlmên tên nîşandan li gorî hevsengiya çand û civaka me be. Ger ne wisae be wê civak di aliyek nebaş de were perwerdekirin û dê li gorî çandên derve were perwerdekirin. Bi taybetî dramên di rêzefîlmên Tirkiye, Kore û Hindî, fikir û hizrandinên cuda di nava civaka me de çêdikin û bandorek xirab li ser civaka me dikin.”
Der barê çareseriyan de Kenar Kemal ev yek diyar kirin: “Divê dayik û bav perwerdeyek bi tendirust bidin zarokên xwe. Destûr nedin ku zarokên wan temaşeyî bername û rêzefîlmên biyanî bikin. Divê bizanin ku zarokên wan di nava telefonê de xwe bi çi re mijûl dikin. Her wiha qenalên ragihandinê bernameyên televîzonan bi sûd amade bikin û biweşînin. Gelo bikaranîna tora civakî cihê xwe di nava perwerdeya xwendinê de çawa kiriye divê ev baş were zanîn.”
Rêzefîlmên biyanî
Niha pîrsgirêka sereke ya civakî ew e ku malbat ber bi hilweşînê ve diçe ev ji ber hebûna rêzefîlmên biyanî ye. Gelek caran mêr ji hevjînên xwe dixwazin ku wekî jinên lîstikvanên di nava fîlm an rêzefîlman de dilîzin bin û der barê vê yekê de Kenar Kemal dide duyarkirin ku li şûna van rêzefîlman divê li fîlmên Kurdî temaşe bikin û pirsgirêkên civaka xwe bibînin.”
Seroka Fraksyona Goran a li Parlamentoya Kurdistanê Gulistan Seîd der barê pêwîstiya zagonek ji bo sînordarkirina dezgehên ragihandinê wiha got: “Zagonek heye ji bo xirab bikaranîna telefonê lê belê pêwîstiya me bi ya ku tora civakî bi rêk û pêk bike heye. Ji ber ku di niha de li ber çavên civakê bêyî ku sansorek hebe her wiha kanalên ragihandinê jî mebestên wan çi be hemûyan bidin ber çavên temaşevanan.”
Çareseriya ji bo wan pirsgirêkan çi ye?
Gulistan Seîd der barê çareseriya perwerdeya malbatê de wiha dibêje: “Nabe ku malbat tenê bi rêya biyolojîk hev nas bikin. Divê malbat zarokên xwe fêrî perwerdeya bi tendirust bikin û hewl bidin zarokên xwe ji teknolojiya zêde dûr bixin da ku bikaribin ji bi karanîna xirab a amûrên teknolojîk biparêzin. Her wiha hebûna navendeke rewşenbîrên malbatan di nava taxan de pêwîst e da ku malbat hîn zêdetir hişyartir bin.”